Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label mejî. Show all posts
Showing posts with label mejî. Show all posts

2022/03/23

Paşragihandina erenî

 

    Paşragihandina erenî (bi înglîzî: positive feedback); mekanîzmayek taybet e ko bi xurtkirina bandora kartêkirê, lezandin an jî bihêztirkirina zîndeçalakiyê dabîn dike.
    Ji rijênek derdana hormon, di laş de bersîvek sirûştî peyda dike. Hin pêkhateyên vê bersîvê bi ragihandinên xwe bi awayekî rasterast an jî nerasterast bandor dikin li ser heman rijênê hormonçêker, ev rewş wekî paşragihandin tê navkirin. Di laşê zîndeweran de koendama hormonan û koendama demar, bi hev re bo çerxa paşragihandinê kar dikin. Di piraniya paşragihandinan de erkê sereke yê hormonan e. Lê di laşê mirov de hin çerxên paşaragihandinê tenê bi navbeynkariya koendama demarê rû dide. Wekî mînak; germahiya laşê mirov bi mekanîzmaya paşaragihandinê tê rêkxistin. Di rêkxistina germahiya laş de ne hormon lê koendama demar kar dikin bo dabînkirina hevsengiyê.
Du corê paşragihandinê heye; paşragihandina neyînî û paşragihandina erenî
    Paşragihandina neyînî ji bo rêkxistina hevsengiya navekî kar dike. Bi bandora paşragihandina neyînî aresteya çalakiyê diguhere. Ango heke tiştek di laş de zêde bûye, wê kêm dike, na heke kêm bûye wê zêde dike û asta wê tiştê nêzîkê xala asayî dike. Di laşê zîndeweran de piraniya zîndeçalakî bi paşragihandina neyînî tên kontrolkirin.
--Rêbaza paşragihandina erenî--
    Berevajiyê paşragihandina neyînî, paşragihandina erenî di laşê mirov de hevsengiyê rêk naxe, lêza çalakiyê kêm nake, lê bandora kartêkirê xurt dike. Ango erkê paşragihandina erenî, ne ji bo dabînkirina sabitmayina rewşa laş û hevsengiya navekî ya laş e. Di mekanîzmayên paşragihandina erenî de bandora kartêkira destpêkê gav bi gav zêde dibe, loma her ko kartêkir çalakiya xwe didomîne, di şane an jî endama armanc de bertek jî her ko diçe zêde dibe.
Paşragihandina erenî bandor li ser çalakiya destpêkirî dike, ango zîndeçalikiyê ji nûve nade destpêkirin. An berdewamiya çalakiyê dabîn dike an jî leza çalakiyê zêde dike bi vî awayê çalakiyê taw dike (bi înglîzî: to accelerate)
Di laşê zîndeweran de hejmara zindeçalakiyên ko bi navbeynkariya paşragihandina erenî rû didin, hindik in.
--Mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de--
Hin mînakên paşragihandina erenî di laşê mirov de:
• Di dema birîndarbûyînê de rûdana xwînmeyînê,
• Di dema zayînê (zarokanîn) de girjbûna masûlkeyên malzarokê.
• Kontrola derdana şîrê dayikê bi şîrmijîna dergûşê
• Kontrola hêkdanê bi zêdebûna rêjeya hormona êstrocênê
    Dema di laş de birindarbûn rû dide, lûleyên xwînê dipelixin an jî diqelişin. Di nav xwînê de perikên xwînê (bi latinî: platelets) heye. Perikên xwînê li derdora beşa ziyangirtî de kom dibin. Derdanên kîmyayî yên ji perikên xwînê bi paşragihandina erenî hê pirtir perikên xwînê li ser xwe kom dikin. Paşê koma perikan bi rêzeçalakiyên kîmyayî, bi meyîna xwînê, li ser birînê qalikek ava dikin û rê li ber xwînberbûnê tê girtin.
    Dema zayînê (zarokanîn) ji ber paldana serê dergûşê, li dîwarê stuyê malzarokê de pesto peyda dibe, pesto wekî kartêkirek kar dike. Wergirên li stuyê malzarokê(bi latînî: cervix) kartêkirê ber bi demaxê dişîne. Ji demax, hormona oksîtosîn (bi grekî: oxytocin) tê derdan bo girjbûna malzarokê. Girjbûna malzarokê pestoya li stuyê malzarokê zêdetir dike, pestoya stuyê malzarokê jî dîsa wergiran han dike ko ji hîpotalamusê hê pirtir oksîtosîn were berhemkirin û bi navbeynkariya hîpofîzê were derdan. Derdana oksîtosînê masûlkeyên malzarokê hê pirtir girj dike, masûlkeyên girjbûyî, dergûşê ber bi zêyê pal didin. Bi vê awayê masûlkeyên stuyê malzarokê hê pirtir vedikêşin, pestoyek hê zêdetir peyda dibe, ev pesto jî dîsa ji aliyê wergiran ve ber bi demax ve tê şandin. Ev çerx heta dawiya zayîna dergûşê didome. Piştê zayînê, kartêkir (vekêşina stuyê malzarokê) namîne, loma derdana oksîtosînê jî radiweste. Di vê mînakê de em dibînin ko paşragihandina erenî alîkarî dike bo temambûna çalakiyê, heke masûlkeyên malzarokê bi têra xwe girj nebin, zayîna dergûşê (çalakî) jî temam nabe.
    Şîrê dayikê jî bi paşragihandina erenî tê derdan. Li derdora gopika memikê de wergir hene. Gava dergûş memik dimije, wergir sinyal dişînin hîpotalamusê. Hîpotalmus, hîpofîza pêş han dike bo derdana prolaktînê, hîpofîza paş jî han dike bo derdana oksîtosînê. Ev herdu hormon bi navbeynkariya xwînê digihîje memikan. Prolaktîn berhemkirina şîr, oksîtosîn jî derdana şîr rêk dixe. Her ko şîr tê derdan, dergûş jî memikan dimije û hîpotalamusê han dike. Bi vê awayê çerxa paşragihandina erenî didome heta ko di memikan de şîr nemîne an jî dergûş dev ji mijînê berde, paşê derdana şîr diqede.
    Di qonaxa çikildanê ya çerxa mehane de ji ber hormona derpirandinê, ji hîpofîza pêş hormonên FSH û LH tê derdan. Hormona FSH û LH di hêkdankê de bandor li çikildanan dike û perisîna çikildnan dest pê dike. Ji xaneyên granuloza yên çikildanan, hormona êstrocen tê derdan. Êstrocen bi paşragihandina erenî bandor li hîpotalamusê dike ko hê pirtir ji hormona derpirandina der bide. Bi derdana hormona derpirandinê hê pirtir FSH û LH ji hîpofîzê tê derdan. Derdana FSH û LH jî dibe sedema derdana hê pirtirîn êstrocen. Ev rewş dibe sedema zêdebûna xestiya LHyê. Çerxa paşragihandina erenî heta hêkdananê didome.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.




2021/01/27

Kilox

 Kilox, kiloxê serî an jî kelleserê mirov, (bi îngilîzî: skull)



    Kilox beşek ji tewerepeykerê ye. Kilox mejiyê diparêze û destek dide bo
pekhateyên ser rûyê mirov. Kilox ji 22 hestiyan pêk tê û hestiyên pan û hestiyên bêserûber li xwe digire. Kilox dabeşî du beşan dibe; hestiyên serî (bi îngilîzî: cranial bones) û hestiyên rûyê (bi îngilîzî: facial bones). Herwisa hestîkên bihîstine û hestiyê zimanê jî wekî hestiyên di kiloxê de tên hesîbandin.
Di laşê mirovê pêgihîştî de 21 heb ji hestiyên kiloxe bi gehên nebizew in, tenê 1 hestiyek kiloxê, hestiyê çena jêrîn bi geha bizew e.
Hestiyên serî
Hestiyên serî 8 in. Di laşê mirovên pêgehiştî de ev 8 hestî bi gehên nebizêw (nelivok) bi hev re girêdayî ne, bi vî awayî kiloxekelênê pêk tînin. Mejî di nav kiloxekelênê de cih digire. Ango mejî di nav kiloxekelênê de ji aliyê hestiyên serî ve tê parastin. Ji bilî wê, hestiyên serî bingehek req e ji bo girêdana masûlkeyên serî û stûyê.
Navê 8 hestiyên serî:
Hestiyê eniyê (bi îngilîzî: frontal bone)
2 Hestiyên beleguhê (bi îngilîzî:temporal bone)
2 Hestiyêncênikê (bi îngilîzî:sphenoid bone)
Hestiyêtasa serî (bi îngilîzî:parietal bone)
Hestiyê patikê (bi îngilîzî: occipital bone)
Hestiyê bêjingî (bi îngilîzî:ethmoid bone)
Hestiyên rûyê
Rûyê mirov ji 14 hestiyan pêk tê. Hestiyên rûyê ji bo endamên hestê (çav, dev û difin) kelênên piçûk (valahî) ava dikin. Bi vî awayî devê coga henaseyê û coga herîsê diparêzin. Herwisa ji bo masûlkeyên rû bingehek req ava dikin.
Navê 14 hestiyên rûyê:
Hestiyên difinê(bi îngilîzî: nasal bones)
Hestiyên çena jorîn (maxillary bones)
Hestiyên hinarikê (bi îngilîzî: zygomatic)
Hestiyê melaşû (bi îngilîzî: palatine)
Hestiyê vomer
Hestiyên kaniya çav (bi înglîzî: lacrimal bones)
Konkaya jêrê difinê (bi îngilîzî:inferior nasal conchae)
Çena jêrîn (bi îngilîzî: mandible)
Hestiyê vomer û çena jêrîn tek, hemû hestiyên din ê rûyê cot in.
Hestîkên bihîstinê
Hestîkên bihîstinê di guhê naverast de , di nav hestiyê beleguhê de cih digirin. Karê sereke yê van hestîkan guhêztina pêlên dengan e. Gava pêlên deng li ser perdeya guh dikevin, perdeya guhê dilerizînin, hestikên bihîstinê hêza lerizên ji perdeya guhê 22 car bilintir dikin û diguhêzinin ser kuna hêlkeyî ya lûlpêçê.
Li her guhek de sê hestikên bi navê çekûç, dezgeh û zengû heye. Hestîkên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laş de.
Hestiyê zimanê
Bi eslê xwe hestiyê zimanê (bi îngilîzî: hyoid bone) di kiloxê de cih nagire, lê ev hestî jî beşek ji hestiyên tewerepeykerê ye û nêzê kiloxê ye. Hestiyê zimanê bi şeweyê nalên hespan e. Hestiyê ziman li bin çena jêrîn, li aliyê pêşiyê stû de cih digire. Ji bo ziman wekî bingehek livok kar dike. Hestiyê zimanêbi tu hestî ve girêdayînîn e. Hestiyê zimanê bi masûlkeyên çeneyê, qirrikû ziman ve girêdayî ye.
*Ev xebat li ser wikipediyaya kurdî jî hat zêdekirin.










2019/12/29

Dendrît




Dendrît, liq û pop an jî zêdehiya çeqdar. 

          Ji laşê xaneyên demar, pêkhateyên wekî liqên kurt ên çeqdar, ber bi derveyî xaneyê dirêj dibe, ev zêdehiyên çeqdar wekî dendrît an jî liq û pop bi nav dibin. Dendrît ji peyva dendronê çê bûye. Di zimanê yewnanî de peyva dendron ji bo dar an jî tiştê mîna daran tê bi kar anîn.


           Dendrît, kartêkiran ji demarexaneyên din an jî ji xaneyên din werdigirin û ber bi laşexaneyê ve dibin. Dendrît kartêkiran raste rast ji xaneyan wernagire, di navbera dendrît û xaneya pêşgehînke de valahiyek heye ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) tê navkirin (bi îngilîz: synaptic cleft). Kartêkir an jî demareragihandin bi şêweyê kîmyayî di gehînkegelîşê de ji xaneya pêşgehînke derbasî dendrîtê dibe. Kartêkir bi şeweyê demareragihadin ji dendrîtê ber bi tewereyê ve tê guhaztin. 

           Dendrît, bi parzûna xaneyê dorpêçî ne û kartêkiran ji dewrûberên xwe digirin û arasteyê laşê xaneyê dikin. Berevajî tewereyê, ne yek lê gellek dendirît ji parzûna demarexaneyê ve dirêjî derve dibin. Dendrît ji teweryê kurttir e. Dendrît ji laşê xaneyê mîna antenan dirêj dibe, bi vî awayê ji bo wergirtina kartêkiran, rûyek fireh peyda dibe. Hejmara dendrîdên demarexaneyek çiqas pir be, xane hê zêdetir kartêkir ji hawirdore digre û dişîne laşexaneyê . Li ser rûyê dendrîdan pêkhateyên tûj ên mîna strî hene, ev beşên tûj wekî striyê dendrîdî (bi îngilîzî: dendritic spine) tê  navkirin. Striyên dendrîdî li beşa demaregehînke ya demarexaneyan de cih digire. 



            Ji bilî demarexaneyên hestê, serê dendrîdan bi navbeynkariya gehînkeya demariyê, bi xaneyek din ve di têkiliyê de ye. Lê li hin demarexaneyên hestê, dendirît wekî wergirên hestê dirêjê nav xane û şaneyan dibe. 
            Dendirît bi bergê maylînî peçî nîn in, ango bê maylînî ne . Bi gelemperî, dendrît ji demarakotahiya xaneya pêşgehînke demareragîhandin werdigire û dişîne laşê xanayê, tewere jî demareragîhandinan diguhazîne bo xaneya paşgehînke. Lê hin caran dibe ko di navbera dendrîdên du demarexaneyan de (dendrît-dendrît) an jî di navbera dendrît û xaneyek laş de gehînke ava bibe û ji dendrîtan ragîhandin bêne guhaztin bo van xaneyan. Herwisa hin demarexane tewere lixwe nagirin, di van xaneyan de, demareragihandin ji aliyê dendrîtan ve tê guhaztin