Dendrît,
liq û pop an jî zêdehiya çeqdar.
Ji laşê xaneyên demar,
pêkhateyên wekî liqên kurt ên çeqdar, ber bi derveyî xaneyê
dirêj dibe, ev zêdehiyên çeqdar wekî dendrît an jî liq û pop
bi nav dibin. Dendrît ji peyva dendronê çê bûye. Di zimanê
yewnanî de peyva dendron ji bo dar an jî tiştê mîna daran tê
bi kar anîn.
Dendrît,
kartêkiran ji demarexaneyên din an jî ji xaneyên din werdigirin û
ber bi laşexaneyê ve dibin. Dendrît kartêkiran raste rast ji
xaneyan wernagire, di navbera dendrît û xaneya pêşgehînke de
valahiyek heye ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş)
tê navkirin (bi îngilîz: synaptic cleft). Kartêkir an jî
demareragihandin bi şêweyê kîmyayî di gehînkegelîşê de ji
xaneya pêşgehînke derbasî dendrîtê dibe. Kartêkir bi şeweyê
demareragihadin ji dendrîtê ber bi tewereyê ve tê guhaztin.
Dendrît, bi parzûna xaneyê dorpêçî ne û kartêkiran ji
dewrûberên xwe digirin û arasteyê laşê xaneyê dikin. Berevajî
tewereyê, ne yek lê gellek dendirît ji parzûna demarexaneyê ve
dirêjî derve dibin. Dendrît ji teweryê kurttir e. Dendrît ji
laşê xaneyê mîna antenan dirêj dibe, bi vî awayê ji bo wergirtina kartêkiran, rûyek fireh peyda dibe. Hejmara dendrîdên
demarexaneyek çiqas pir be, xane hê zêdetir kartêkir ji hawirdore
digre û dişîne laşexaneyê . Li ser rûyê dendrîdan pêkhateyên
tûj ên mîna strî hene, ev beşên tûj wekî striyê dendrîdî
(bi îngilîzî: dendritic spine) tê navkirin. Striyên dendrîdî
li beşa demaregehînke ya demarexaneyan de cih digire.
Ji bilî
demarexaneyên hestê, serê dendrîdan bi navbeynkariya gehînkeya
demariyê, bi xaneyek din ve di têkiliyê de ye. Lê li hin
demarexaneyên hestê, dendirît wekî wergirên hestê dirêjê nav
xane û şaneyan dibe.
Dendirît bi bergê maylînî peçî nîn in,
ango bê maylînî ne . Bi gelemperî, dendrît ji demarakotahiya
xaneya pêşgehînke demareragîhandin werdigire û dişîne laşê
xanayê, tewere jî demareragîhandinan diguhazîne bo xaneya
paşgehînke. Lê hin caran dibe ko di navbera dendrîdên du
demarexaneyan de (dendrît-dendrît) an jî di navbera dendrît û
xaneyek laş de gehînke ava bibe û ji dendrîtan ragîhandin bêne
guhaztin bo van xaneyan. Herwisa hin demarexane tewere lixwe nagirin,
di van xaneyan de, demareragihandin ji aliyê dendrîtan ve tê
guhaztin