Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label gehînke. Show all posts
Showing posts with label gehînke. Show all posts

2021/06/17

Gehînkeya Demarûmasûlke

 






Gehînkeya demarûmasûlke (bi înglîzî: neuromuscular junction ) cihê taybet e ko tewerekotahiya demarexaneyê û masûlkerîşal rastê hev tên.
Gehînkeya demarûmasûlke, gehînkeyek kîmyayî ye di navbera demarexane û masûlkexaneyê de. Peykeremasûlke di bin bandora koendama demarê de kar dikin. Demareragihandinên ji demax an jî ji dirkepetikê dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê. Rîşalên demarexaneyê bi masûlkerîşalan ve gehînkeya kîmyayî ava dikin. Di her masûlkerîşalek peykeremasûlkeyê de, ji bo girêdana demarexaneya livînê, gehînkeya demarûmasûlke heye. Ango her peykeremasûlkeyek ji aliyê demarexaneya livinê tê kontrolkirin.
Demarexaneyên livînê ji demax an jî ji dirkepetikê ragîhandinên demarî digihînin masûlkerîşalan. Dawiya beşa tewereyê demarexaneyê wekî tewerekotahî tê navkirin. Beşa sarkolemaya masûlkerîşalê ya ko bi kotahiya tewereyê ve di nav têkiliyêde ye wekî lewheya serê ya livînê ( bi înglîzî: motor end plate) tê navkirin.
Tewere raste rast bi lewheya serê ya livînê re temas nake. Di navbera kotahiya tewereyê û ya sarkolemayê de valahiyek biçûk heye, ji re dibêjin gehînkeqelîş . Sînyalên elektrîkî bi şeweyê erkê kar ji laşê demarexanêyê derbasî tewereyê dibin, heta kotahiya tewereyê tên guhêztin. Erkê kar li tewerekotahiyê de dibin sedema hilweşîna cemsergiriya parzûnê, ango berevajîbûna cemsergirî rû dide.
Bi berevajîbûna cemsergiriyê cogên kalsiyumê yên li ser kotahiya tewereyê ve dibin. Paşê, kalsiyumên li derdorê ber bi nav tewerekotahiyê diherikin. Bi hatina kalsiyumê, ji çikildanên gehînkeyê ya demarexaneya livînê, demareguhêzera (neurotransmitter) asetîlkolîn tê derdan. Astîlkolîn (ACh) belavê nav gehînkeya demarûmasûlkeyê dibe. Li ser rûyê sarkolemayê de wergirên asetîlkolînê hene. Asetîlkolîn bi van wergiran ve girê dibe. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên wergirê asetîlkolînê ve dibin, Îyonên sodyumê diherikin nav masûlkerîşalê. Ev rewş dibe sedema hilweşîna cemsergiriya masûlkerîşalê. Di masûlkerîşalê de erkê kar dest pê dike. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalalan de tora lûlekên berwarkî heye, ev tor wekî lûlekên T (bi îngilîzî: T tubule) tên navkirin. Dema demareguhêzer digihîje ser rûyê sarkolemayê, sînyal bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe. Lûlekên T erkê kar digihînin retîkûlûma sarkoplazmî. Cogên kalsiyumê yên retîkûlûma sarkoplazmiyê ve dibin, kalsiyuma embarkiri ji retîkûlûma sarkoplazmî belavê nav masûlkerîşalokan dibe û rêzeçalakiyin ji bo girjbûna masûlkeyê dest pê dike.
Gava asetîlkolîn li ser wergirên asetîlkolînê dimînin cogên sodyumê jî vekirî dimînin, ango masûlerîşal çalak dimîne. Lê divê piştî ragihandinê,heta demareragihandinek nû, divê çalakiya masûlkeyê jî raweste. Ji bo girtina cogên sodyumê dive asetîlkolîn ji gehînkeqelîşê bêne dûrxistin. Di gehînkeqelîşê de enzîmek heye bi navê asetîlkolînesteraz (bi înglîzî: acetylcholinesterase). Ev enzîm hilweşînerê asetîlkolînê ye. Enzîma asetîlkolînesteraz, asetîlkolînê hildiweşîne bo asetîl û kolînê. Hinek ji asetîlkolînê jî bê ko bên hilweşandin, ji gehînkeqelîşê ber bi kotahiya tewereyê tê mijandin. Bi vî awayê cogên sadyumê yên li ser sarkolemaya masûlkerîşalê tên girtin ko çalakiya masûlkeyan raweste.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.


2019/12/31

Gehînke





Gehînkeya demarî, demaregehînke an jî gehînke.

           Gehînke (bi îngilîzî: Synapse) pêkhateya taybet a demarekoendamê ye ji bo guhaztina ragîhandinan, ji demarexaneyek ber bi demarexaneya din, an jî xaneyek din. Ango xala ko du an jî zêdetir demarexane digihêjin hev wekî gehînkeya demarî tê navkirin.

Pêkhate

           Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên xaneya pêşgehînke, xaneya paşgehînke, gelîşa gehînkeyê, çikildana gehînkeyê,demareguhêzeran, cogên iyonan û proteînên wergir pêk tê.
 Hemû tewere li beşa kotahiyê de liqdar in, li cemserê her liqek tewerê de beşek heye bi şêweyê girêkî, ev beş wekî tewerekotahî tê  navkirin. Demarexane bi navbeynkariya gehînkeyên demarî, di nav têkiliyê da ne. Demarekothî li gel dendirîdên demarexaneyan, dibe ko bi xaneyên masûlke an jî bi xaneyên rijên jî gehînke ava bike. Tewerekotahiya xaneya pêşgehînke bi hemû beşên bê bergên maylînî ya demarexaneya paşgehînke ve demaregehînke ava dike. 
Wekî mînak;
 tewerekotahî bi dendrît, laşexane an jî tewereya demarexaneya paşgehînke ve gehînkeya demarî ava dike. Li gehînkeyê ragîhandin(demareragihandin) bi şeweyê kîmyayî an jî elektrîkî pêk tê, lê piraniya ragihandinan bi şeweye kîmyayî rû dide. Xaneya pêşgehînke ragîhandinan diguhazîne ber bi gehînkeyê. Xaneya paşgehînke ji gehînkeyê ragihandin werdigire. 
          Li kotahiya tewereya demarexaneyan de çikildanên gehînkeyê heye. Di nav çikildanên gehînkeyê de demareguhêzer hene. Demareguhêzer madeyên kîmyayî ne. Demareguhêzer di laşêxaneya demerexaneyê de tê berhemkirin. Paşê bi navbeynkariya tewereyê ber bi demarekotahiyê ve tên guhaztin, li wir, di nav çikildanên gehînkeyê de tên embarkirin. 

Ji çavkaniyê heta xaneya armanc, demareragihandin bi navbeynkariya du an jî zêdetit demarexaneyan ve tê guhaztin.             
          Demarexane li paş hev rêz dibin lê herdu xane raste rast nagihînin hev. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de valahîyek piçûk dimîne, ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) bi nav dibe. Gehînkeqelîş bi firehiya 0.02 mîkron e, ango navbera du demarexaneyan de valahiyek bi qasî 0.02mîkron heye. Demarexaneyên ko ragihandinan bi şeweyê elektrîkî li gehînkeyê de diguhazin, raste rast bi hev re girêdayî ne, loma iyon ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînke dibe. Ango pêdivî bi demareguhêzeran nin e.


            
Demareragihandin li gehînkeya demarî de

      Gava erkê kar ji dendrîdan gehîşt demarekotahiyê, çikildanên gehînkê diqelişin û demareguhêzeran ber didin nav gehînkeqelîşê. Demareguhêzer li nav gehînkeqelîşê de belavbûnî dibin û li ser wergirên xaneyên paşgehînkê de tên girêdan. Bi vî awayî erkê kar ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînkeyê dibe. Ango demareragihandin bi şêweyê kîmyayî bi navbeynkariya demareguhêzeran ji xaneyek derbasî xaneya din dibe. 

    Piştê guhaztina erkê kar, demareguhêzerên nav gihinkeqelîşê ji aliyê enzîman ve tê hilweşandin. Hinek ji demareguhêzeran jî ji aliyê parzûna xaneya peşgehînke ve tên mijandin. 
            Li beşa koendama demara navendî de ji 50yê zêdetir cor demareguhêzer heye. Adrenalîn (epînefrîn), noradrenalî (norepînefrîn), dopamîn, hîstamîn, seretonîn hin ji wan coran e.





2019/12/29

Dendrît




Dendrît, liq û pop an jî zêdehiya çeqdar. 

          Ji laşê xaneyên demar, pêkhateyên wekî liqên kurt ên çeqdar, ber bi derveyî xaneyê dirêj dibe, ev zêdehiyên çeqdar wekî dendrît an jî liq û pop bi nav dibin. Dendrît ji peyva dendronê çê bûye. Di zimanê yewnanî de peyva dendron ji bo dar an jî tiştê mîna daran tê bi kar anîn.


           Dendrît, kartêkiran ji demarexaneyên din an jî ji xaneyên din werdigirin û ber bi laşexaneyê ve dibin. Dendrît kartêkiran raste rast ji xaneyan wernagire, di navbera dendrît û xaneya pêşgehînke de valahiyek heye ev valahî wekî qelîşa gehînkeyê (gehînkeqelîş) tê navkirin (bi îngilîz: synaptic cleft). Kartêkir an jî demareragihandin bi şêweyê kîmyayî di gehînkegelîşê de ji xaneya pêşgehînke derbasî dendrîtê dibe. Kartêkir bi şeweyê demareragihadin ji dendrîtê ber bi tewereyê ve tê guhaztin. 

           Dendrît, bi parzûna xaneyê dorpêçî ne û kartêkiran ji dewrûberên xwe digirin û arasteyê laşê xaneyê dikin. Berevajî tewereyê, ne yek lê gellek dendirît ji parzûna demarexaneyê ve dirêjî derve dibin. Dendrît ji teweryê kurttir e. Dendrît ji laşê xaneyê mîna antenan dirêj dibe, bi vî awayê ji bo wergirtina kartêkiran, rûyek fireh peyda dibe. Hejmara dendrîdên demarexaneyek çiqas pir be, xane hê zêdetir kartêkir ji hawirdore digre û dişîne laşexaneyê . Li ser rûyê dendrîdan pêkhateyên tûj ên mîna strî hene, ev beşên tûj wekî striyê dendrîdî (bi îngilîzî: dendritic spine) tê  navkirin. Striyên dendrîdî li beşa demaregehînke ya demarexaneyan de cih digire. 



            Ji bilî demarexaneyên hestê, serê dendrîdan bi navbeynkariya gehînkeya demariyê, bi xaneyek din ve di têkiliyê de ye. Lê li hin demarexaneyên hestê, dendirît wekî wergirên hestê dirêjê nav xane û şaneyan dibe. 
            Dendirît bi bergê maylînî peçî nîn in, ango bê maylînî ne . Bi gelemperî, dendrît ji demarakotahiya xaneya pêşgehînke demareragîhandin werdigire û dişîne laşê xanayê, tewere jî demareragîhandinan diguhazîne bo xaneya paşgehînke. Lê hin caran dibe ko di navbera dendrîdên du demarexaneyan de (dendrît-dendrît) an jî di navbera dendrît û xaneyek laş de gehînke ava bibe û ji dendrîtan ragîhandin bêne guhaztin bo van xaneyan. Herwisa hin demarexane tewere lixwe nagirin, di van xaneyan de, demareragihandin ji aliyê dendrîtan ve tê guhaztin