Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label mîzdank. Show all posts
Showing posts with label mîzdank. Show all posts

2022/05/18

Mîzerê




Mîzerê (bi înglîzî: urethra) cogek masûlkî ye ji bo deravêtina mîza mîzadankê ber bi derveyî laş
Bi mîzkirinê, mîz ji mîzdankê tê berdan û di mîzerêyê de ber bi derveyî laş diherrike.
Ji xeynî mîzerê erk û pêkhateya hemû endamên koendama mîzê di laşê mirovan de heman e. Ango di erk û pekhateya gurçik, nefron, borrîmîz û mîzdank a nêr û mêyan tu cudahî tune. Lê erk û pêkhateya mîzerêya mê û nêran ne yek e.
Taybetmendiyek hevbeş a mîzerêyên mê û nêran, hebûna guşeran e. Du guşerên masûlkî mîzerê dorpêç dikin. Guşera jorîn ji lûsemasûlkeyan pêk tê û wekî guşera navî ya mîzerê (bi înglîzî: internal urinary sphincter) tê navkirin. Guşere jêrîn ji peykeremasûlkeyan pêk tê û wekî guşere derve ya mîzerê (bi înglîzî: external urinary sphincter) tê navkirin. Bi çalakiya van herdu guşeran, mîzkirin tê rêkxistin.
--Mîzerêya mêyan--
Dirêjiya mîzerêya mêyan kurt e, bi qasî 4 cm û tîreya wê 6 mm ye. Mîzerê ji stûyê mîzdankê dest pê dike, li jorê devê zêyê, li bin gilikê (bi latînî: clitoris) de li devê mîzerê de bi dawî dibe. Devê mîzerê, di bin kontrola guşera derve ya mîzerê de ye. Ji ber kurtiya mîzerê, egera tûşbûna nexweşiyên mîzdankê û coga mîzê di nav mêyan de zêdetir e.
Dîwarê mîzerêya mêyan ji du çînan pêk tê: aliyê derve çîna masûlkî, aliyê navî lînceperde.
Çîna masûlkî du qatî ye. Qata navî ji lûsemasûlkeyan, qata derve jî ji peykeremasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzerê ji aliyê demarekoendama xweyî ve tên kontrolkirin. Guşera derve ya mîzerê ji peykeremasûlkeyan pêk tê û bi awayekî xwewîst (bi inglîzî: voluntary) tên kontrolkirin. Navpoşê beşa nezikî (bi înglîzî: proximal part) ya mîzerê ji rûkeşeşanaya guherbar, navpoşê beşa dûrî (bi înglîzî: distal part) jî ji rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî: stratified epithelium) pêk tê.
--Mîzerêya nêran--
Di laşê nêran de du erkên mîzerê heyê, avêtina mîzê û avêtina tovavê.Ango mîzerê bi eslê xwe cogek hevpar e ji bo herrika mîz û tovavê. Lê tu car mîz û tovav di heman demê de di nav mîzerêyê de derbas nabin. Di nêran de mîzerê hê dirêjtir e û di nav çûk de dirêjê derveyî laş dibe. Dirêjiya mîzerêya nêran bi qasî 20 cm e. Mîzerê ji mîzdankê dirêjê nav rijênê prostat dibe, paşê di nav çûk de ber bi derve dirêj dibe.
Sê beşên serkî yê mîzerêya nêran heye; mîzerêya prostatî(bi înglîzî: prostatic urethra), mîzerêya perdeyî (bi înglîzî: membranous urethra) û mîzerêya îsfencî (bi înglîzî: spongy urethra)
mîzerêya prostatî 3 heta 4 cm dirêj e û firehbar e. Ji mîzdankê der dikeve û di nav prostatê de dirêj dibe. Navpoşê mîzerêya prostatî lînceperdeye û ji rûkeşeşaneya guherbar pêk. Du gurzên lûsesmasûlke lînceperdeyê dipêçe. Gurza navî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, gurza derve ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Herwisa guşere navî ya mîzerê ya devê mîzdankê jî ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Hin caran xaneyên rijênê prostat bi dabeşbûnê zêde dibin, prostat gir dibe û diwerime, prostata girbûyî mîzerêya prostatî dişidîne, loma herrika mîzê di nav mîzerê de hêdî dibe.
Mîzerêya perdeyî, beşa herî kurt a mîzerê ye û firehbariya wê pir hindik e. Mîzerêya perdeyî ji aliyê jêrê prostatê ber bi navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî:urogenital diaphragm) dirêj dibe. Rîşalên peykeremasûlke mîzerêya perdeyî dorpeç dike, bi vî awayê guşera derve ya mîzerê peyda dibe. Navpoşê mîzerêya perdeyî bi gelemperî ji rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî (stratified columnar epithelium) an jî rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî (pseudostratified columnar epithelium) pêk tê.
Mîzerêya îsfencî beşa herî dirêj a mîzerê ye. Dirêjiya wê bi qasî 15 cm e. Ev beşa mîzerê ji aliyê şaneya repker a bi navê tenê îsfencî ve pêçayî ye. Navpoşê beşa nêzikî ya mîzerêya îsfencî bi rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî hatiye dapoşkirin. Navpoşê beşa dûrî jî bi rûkşeşeşaneya pehn a fireçînî (stratified squamous epithelium) dapoşî ye.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin







2022/05/11

Borrîmîz




Borrîmîz, an jî borriya mîzê (bi latînî: ureter) cotek pêkhateyên lûleyî ne, mîzê ji hewza gurçikan, diguhazînên bo mîzdankê.
Ji her gurçikek mirov, borrîmîzek ber bi mîzdankê ve dirêj dibe. Dirêjiya asayî ya borrîmîzên mîrovê temenê pêgihîştî bi qasî 25 heta 30 santîmetre ne.

Borrîmîz ji hewza gurçikan derdikevin, li aliyê paşê zikekelênê de ber bi jêr heta mîzdankê dirêj dibin. Li nêzîkê binê mîzdankê,li aliyê paş de, di beşa trîgonê ya mîzdankê de di nav masûlkeyên detrusorê derbas dibin û digihîjin mîzdankê.
Kotahiya borrîmîzê di nav masûlkeyan de piçek xwar dirêj dibe.Borrîmîz di dîwarê mîzdankê de wisa derbas dibe ko dema mîzdank bi mîzê tijî dibe û pestoya nav mîzdankê zêde dibe, masûlkeyên detrusor ên li diwarê mîzdankê, serê borrîmîzê diguvêşên. Guvaştina masûlkeyan, rê li ber mîza nav mîzdankê digire ko paşve neherrike nav borrîmîzan.

Dîwarê borrîmîzê ji sê çînan pêk tê.
Çîna navî, ango navpoşê borrîmîzê ji lînceperdeyê pêk tê. Lînceperde rûkeşeşanaya guherbar û xaneyên goblet lixwe digire. Xaneyên goblet lîncemade der didin û navpoşê borrîmîzê ji madeyên ziyanbexş diparêzin.
Çîna naverastê ya borrîmîzê ji lûsemasûlkeyên dirêjkî û bazinî pêk tê û wekî çîna masûlkî tê navkirin. Çîna masûlkeyên dirêjkî li aliyê derve, masûlkeyên bazinî ji li aliyê navî de cih digire. Lûsemasûlke bi perîstalsîyê mîzê di nav borrîmîzê de ber bi mîzdankê tehn didin.

Çîna derve ya borrîmîzê ji ji rîşalên bestreşane û çewrî pêk tê. Çîna derve, borrîmîzê bi pêkhateyên derdorê ve girê didin û cihê borrîmîzan sabit dikin.
Ji gurçikê ber bi mîzdankê, girjbûn û xavbûna masûlkeyên borrîmîzan, beş bi beş rû dide. Ango hemû masûlke bi carek ve girj nabin. Dor bi dor û bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyan borrîmîzan wekî perîstalsî tê navkirin. Bi pêlên perîstalsiyê, mîz di nav borrîmîzan de ji gurçikan ber bi mîzdankê ve tê tehnkirin. Ji ber paldana masûlkeyan, pestoya mîza nav borriyan bi têra xwe zêde dibe. Loma tevî guvaştina masûlkeyên detrusor, dîsa jî mîz ji borrîmîzan diherrike nav mîzdankê.
Çalakiya masûlkeyên borrîmîzê ji aliyê herdu sisteman; sîstema sîmpasawî û ya parasîmpasawî ve tên kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî ya demarekoendama xweyî çalakiyên masûlkeyên borrîmîzan zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya masûlkeyan kêm dike.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Borr%C3%AEm%C3%AEz





 

2022/05/08

Mîzdank

 

Mîzdank an jî kîsikê mîzê (bi înglîzî: urinary bladder) yek ji endamê koendama mîzê ye ko ji borrîmîzan, mîz werdigre û ji bo demek kin embar dike.
Karê serekî yê mîzdankê embarkirina mîzê ye. Mizdank endamek firehbar û masûlkî ya bi şêweyî tûrik e. Gava vala ye, mîzdank dişibe pîramîdek serberjêr, lê dema bi mîzê tijî dibe, aliyê jorê diwerime û mîzdank bi şeweyê hêlkeyî xuya dibe. Mîzdank di hewzekelênê de cih digire. Qebareya mîzdanka vala bi qasî gûzek e, lê mîzdank dikare fireh bibe û bi qasî 800 mL mîz embar bike. Mîzdanka mêyan ji ya nêran kêmtir mîz embar dike.
--Anatomiya mîzdankê--
Mîzdank ji du beşên serekî pêk tê: laş û stû.
Laş beşa tûrikî ya herî mezin a mîzdankê ye, mîz li wir tê embarkirin.
Stû bi şeweyî kovikî (bi înglîzî: funnel-shaped) ye li aliyê jêrê mîzdankê, ji pêşiya mîzdankê dirêj dibe, mîzdankê bi mîzerê ve girê dide. Stûyê mîzadankê 2-3 cm dirêj e. Di stûyê mîzdankê de lûsemasûlkeyên taybet, guşera navî ya mîzerê(bi înglîzî: internal urethral sphincter ) pêk tînin. Di rewşa asayî de masûlkeyên guşera navî, rê nadin mîz biherrike nav stûyê mîzdankê û mîzerê, ta ko pestoya mîza nav mîzdankê bi têra xwe zêde bibe û bigihîje asta derazînkê.
Ji stûyê mîzdankê wêde, mîzerê di nav navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî: urogenital diaphragm) de derbas dibe. Navpençik guşera derve ya mîzdankê lixwe digire. Guşera derve ji çînek peykeremasûlkeyên bazinî pêk tê. Çalakiya masûlkeyên guşera derve di bin kontrola koendama demarê de bi awayek xwewîst (bi înglîzî: voluntary) rû dide. Ji ber vê taybetmendiya guşera derve, gava mîza mirov tê, mirov dîsa jî dikare mîzkirinê ji bo demek bi paş bixe û neçe destavê.

Qebareya mîzdanka mirovek piştî temenê pêgihîştinê bi qasî 500 heta 600 mL (mîlîlître) ye.
Li rûyê paş ê mîzdankê, li beşa jorê stûyê mîzdankê de sêgoşeyek piçûk heye û wekî trîgon (bi frensî: trigone) tê navkirin. Di serê jêrîn a trîgonê de stûyê mîzdankê bi mîzerê ve girêdayî ye. Herdu borrîmîz di goşeyên jorîn a trîgonê de bi mîzdankê ve girêdayî ne. Ango her goşeyek trîgonê kunek lixwe digire. Rûyê navpoşê mîzdankê di beşa trîgonê de lûs e.
--Pêkhateya mîzdankê--
Dîwarê mîzdankê ji çar çînan pêk tê: 1.Linceperde, 2.Jêrelînceperde, 3.Çîna masûlkî û 4.Betan.
Navpoşê mîzdankê ji perdeya lîncê (bi înglîzî:mucus membrane- mucosa) pêk tê û rûkeşeşaneya guherbar (bi înglîzî: transitional epithelium) lixwe digire. Dema mîzdank vala ye, rûkeşexaneyên rûkeşeşaneyê bi şêweyê stûnî (bi înglîzî: columnar epithelium) ne, lê gava mîzdank bi mîzê tijî dibe û diwerime şeweya rûkeşexaneyên stûnî diguhere bo rûkeşexaneyên pehn (bi înglîzî: squamous epithelium).
Xaneyên rûkeşeşaneya guherbar, firehbûna mîzdankê hêsantir dikin. Di mîzdanka vala de rûyê lînceperde qurmiçî ye.
Li ser lînceperdeyê, çîna jêrelînceperde (bi înglîzî:submucosa) cih digire. Jêrelînceperde ji bestereşaneya tund a bêrêz (bi înglîzî: dense irregular connective tissue) pêk tê û destek dide dîwarê mîzdankê.
Çîna masûlkî ji sê çînên lûsemasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzdankê wekî masûlkeyên detrusor (detrusor muscles) tên navkirin. Di zimanê latînê de ji bo thenkirina ber bi jêr, peyva “detrus” tê bikaranîn. Ango masûlkeyên detrusor mîzê ber bi jêr ve tehn didin û mîzdankê vala dikin.
Betan, çîna derve ya mîzdankê ye. Ne hemû lê tenê rûyê jorîn a mîzdankê bi çîna betan dapoşî ye. Betan ji bestreşaneya sist pêk tê, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar lixwe digire.
--Mîzkirin--
Plazmaya xwînê hertim tê parzûnkirin û wekî mîz bi navbeynkariya borrîmîzan, ber bi mîzdankê ve tê guhaztin. Mîz di mîzdankê de berhev dibe.Valakirina mîzdanka tijî, wekî mîzkirin (bi înglîzî: micturition-urination) tê navkirin.
Mîzkirin bi du gavên serekî rû dide. Gava yekem hêdî bi hêdî tijîbûna mîzdankê ye. Her ko mîzdank bi mîzê tijî dibe, diwerime û qebaraya wê zêde dibe. Werimiya mîzdankê dibe sedema vekêşina masûlkeyên li dîwarê mîzdankê. Heke hêza vekêşinê ji asta derazinkê (bi înglîzî: threshold level) ya masûlkeyan bilindtir bibe, gava duyem a mîzkirinê dest pê dike.
Gava duyem refleksa demarî ye û wekî refleksa mîzkirinê (bi înglîzî: micturition reflex) tê navkirin. Bi gelemperî di laşê mirov de refleks bertekên bêhemdê mirov in û ji aliyê dirkepetik an jî ji aliyê lakêşemox (bi latînî: medulla oblongata) ve tên kontrolkirin. Herwisa navendên li tûkilê mejî an jî li qedê demax bi rêgirtin an jî hêsankirina mîzkirinê, bandor li ser refleksa mîzkirinê dikin. Ango hinek kontrola mirov li ser refleksa mîzkirinê heye.
Gava qebareya mîza nav mîzdankê li derdora 150 mL ye, hestê mîzkirinê li mirov peyda dibe, lê mirov dikare ji bo demek vê hestê paşguh bike û nehêle guşera derve ya mîzerê sist bibe, ango mîza xwe bigire. Her ko mîz di mîzdankê de berhev dibe û qebareya mîzdankê nêzîkî 300 heta 400 mL ye dibe, êdî kontrola mirov a li ser paşxistina mîzkirinê kêm dibe.
Heke mîzdanka tijî neyê valakirin, mîzdank pir diwerime, ji ber firehbûna mîzdankê li masûlkeyên dîwarê mîzdankê de vekêşin zêde dibe. Hêza vekêşinê ya li ser dîwarê mîzdankê, dibe ko bibe sedema qelîşbûna diwarê mîzdankê û xwînberbûn rû bide. Herwisa dibe ko bibe sedema çêbûna bîrînan (bi înglîzî:ulcerations) li ser dîwarê mîzdankê.
--Kontrola demarî ya mîzkirinê--
1. Gava mîzdank bi mîzê tijî dibe,wergirên vekêşinê (bi înglîzî: stretch receptors) yên li ser dîwarê mîzdankê sinyalên demarî dişînin dirkepetikê û refleksa mîzkirinê didin destpêkirin
2. Ji beşa parasîmpasawî ya demarekoendama xweyî, demareragihandin tên şandin bo masûlkeyên detrusor û guşera navî ya mîzerê.
3. Lûsemasûlkeyên guşera navî ya mîzerê xav (sist) dibin û masûlkeyên detrusor jî girj dibin.
4. Xwestina mîzkirinê ya mirov rê li ber demarên livînê digire ko sînyal neşînîn guşera derve ya mîzerê û guşera derve jî xav bibe.
5. Bi girjbûna masûlkeyên mîzdankê, qebareya mîzdankê kêm dibe, pestoya mîza nav mîzdankê zêde dibe û mîz ber bi mîzerê ve diherrike. Li gel masûlkeyên mîzdankê, masûlkeyên diwarê zik û masûlkeyên henaseyê jî bandor li ser valakirina mîzê dikin.
6. Ber bi dawiya valabûna mîzdankê, vekêşina li diwarê mîzdankê kêm dibe. Masûlkeyên detrusor xav dibin û demareragihandinên ji refleksa mîzkirinê tên sekinandin, herwisa masûlkeyên guşera navî jî girj dibin.
Refleksa mîzkirinê hê dema ji dayikbûnê de di laşê dergûşan de çalak e, lê her ko dergûş mezin dibe hînê kontrolkirina guşera derve ya mîzerê dibin. Zarok bi temenê 2-3 salî de êdî dikarin bi awayekî çalak kontrola mîzkirinê bikin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaay kurdî jî hat zêdekirin.




2022/04/07

Gurçik

     Gurçik (bi înglîzî: kidney) endamên serekî yên koendama deravêtinê ya mirov û ajalên birrbirredar e.

Li gel erkê deravêtinê, gurçik hormon berhem dike, hevsengiya ava laş, hevsengiya ozmosa laş, hevsengiya iyonên xwînê û rêkxistina asta pH ya laş dabîn dike. Cotek gurçik li aliyê paşî yê zikekelênê de li jêrê navpencikê de li herdu aliyên birrbirreya piştê de cih digirin. Di laşê mirov de gurçika aliyê rastê ji ber şeweya kezebê, ji gurçika aliyê çepê bi qasî 2 cm nizimtir e.Gurçik ji asta birrbirreya 12mîn a sîngê heta birrbirreya 3yemîn a kêlekê dirêj dibin.
--Şêwe û pêkhateya gurçikan--
Gurçik bi şêweyê fasûlî û bi rengê sor a qehweyî ne. Qebareya gurçikek mirov bi qasî kulma mirov e. Giraniya gurçikek mirov bi qasî 100 gram e. Dirêjiya gurçikê biqasî 12 cm, panî (firehî) ya wê bi qasî 6.5 cm û stûriya wê jî 2.5 cm e.
Beşên jor û jêr ên gurçikê wekî cemser tên navkirin. Li ser cemsera jorê ya her gurçikek de rijênek adrenal cih digire. Rijênê adrenal endamên koendama mîzê nîn in, lê bi berhemkirin û derdana hormona aldosteronê, gurçikan han dikin bo dubare mijîna sodyumê.
Beşa gurçikê ya li aliyê birrbirreyê rûçal (bi înglîzî: concave) e û wekî hîlum (bi latînî: hilum) tê navkirin. Beşa rûçal a herdu gurçikan rûbirûyê hev de cih digirin. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfe, demar û borriya mîzê bi rêya hîlumê derbasê gurçikê dibin an jî ji gurçikê der dikevin.
Gurçik bi qaşilê gurçikê dapoşrav e. Qaşilê gurçikê qaşilek zexm e û ji bestereşaneya rîşalî pêk tê.Qaşilê gurçikê bi çînek çewrî dapoşrav e. Çewrî mîna balîfek gurçikan dipêçin û wan ji darbeyên hawirdorê diparêzin.
Birgeha dirêjkî ya gurçika mirov li aliyê derve ji tûkila gurçikê (bi înglîzî: renal cortex), li aliyê navî ji kiroka gurçikê (bi înglîzî: renal medulla) pêk tê. Gurzên lûlek û mûlûeyên gurçikê di herdu beşên gurçikêde cih digirin. Tûkila gurçikê ji ber mûlûleyên xwînê, danikî ye û bi rengê sorê qehweyî xuya dibe. Kiroka gurçikê ji ber hebûna lûlek û mûlleyan, xêzikî xuya dibe.
Nefron yekeya parzûnkirinê ya gurçikan e û pêkhateyek lûlekî (bi înglîzî:tubule)ye. Nefron ji tûkilê dadikêşin nav kiroka gurçikê û ji kirokê jî dîsa hildikêşin nav tûkila gurçikê. Di her gurçikek mirov de bi qasî mîlyonek nefron û gellek cogên berhevkirinê hene. Dirêjiya lûlek û cogên nav gurçikê bi qasî 80 km ye.
Ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê, stûnên gurçikê (bi înglîzî: renal columns ) dirêj dibin. Stûnên gurçikê ji bestereşaneyê pêk tê, di navbera qoçekên gurçikan de dirêj dibin û qoçekên gurçikê ji hev cihê dikin.Kirok ji 8 heta 15 qoçekên gurçikê(bi înglîzî: renal pyramid) pêk tê. Stûnên gurçikê, cihê girêdan û destekê ye ji bo lûleyên xwînê yên ji tûkilê derbas dibin. Gurçik ji aliyê stûnên gurçikan ve dabeşê 6 heta 8 pilan dibe.
Li serê qoçekên gurçikê de goçkeyên gurçikê (bi latînî: renal papilla) hene, mîza di nav gurçik de çedibe, bi navbeynkariya cogên berhevkirinê, ji goçkeyên gurçikê derbasê hewza gurçikê (bi înglîzî: renal pelvis) dibe. Hewza gurçikê pêkhateyek bi şeweyê kovik e û bi borriya mîzê ve girêdayî ye.
--Gîhandina xwînê di gurçikan de--
Di her dillêdanekê de %25ê xwîna ji dil hatiye pompekirin, bo gurçikan tê şandin. Xwîn di nav gurçikan de di nav tora lûleyên xwînê de diherrike.
1. Xwîna nav xwînbera sereke (şaxwînber) bi nabeynkariya xwînbera gurçikê derbasî nav gurçikê dibe.
2. Xwînbera gurçikê şax dide bo xwînberên pila (lobe) gurçikê, bi vî awayê xwîn digihîje qoçekên gurçikê. Ji xwînberên pila gurçikê, xwînberên hê ziravtir ber bi navbera qoçekan dirêj dibin, ji vana re tê gotin xwînberên navbera pilan.
3. Xwînberên navbera pilan xwînê digihîjinin tûkilê gurçikê. Li tûkil, xwînber he pirtir şax didin û dibin xwînberoka hatî, xwînberoka derketî û mûlûleyên xwînê. Xwînberoka hatî xwînê digihîjinê gloka mûllûleyan (glomerulus), xwînberoka derketî jî xwînê ji gloka mûlûleyan dûr dixe.
4.Xwîna parzûnbûyî bi navbeynkariya xwînberokên derketî ji giloka mûlûleyan ber bi xwînhênerên navbera pilan. ji wir jî derbas dibe nav xwînhênerên pila. Xwînhênerên pilan jî digihîjin hev û wekî xwînhênera gurçikê ji gurçikê derdikevin, bi vî awayê xwîna parzûnbûyê tevlê xwînhênera sereke ya jêrîn dibe.
--Erkên Gurçikan--
Karê serekî yên gurçikan rêkxistina şileya derveyê xaneyan (plazma û şileya navber) e. Hevsengiya şileya hawirdora navî bi çêkirina mîzê tê dabînkirin.
Gûrçik gava mîzê ji xwînê parzûn dike;
1. Qebareya plazmayê û pestoya xwînê,
2. Xestiya paşmayiyên nav plazmayê,
3. Xestiya iyonên wekî sodyum, potasyum û bîkarbonata nav plazmayê,
4. Asta pH ya plazmayê
jî rêk dixe
1. Erkên bo hevsengiya navekî
Dabînkirina hevsengiya navekî karê serekî yê gurçikan e. Hevsengiya navekî bi çêbûna mîzê rû dide. Bi çêbûna mîzê gurçik hin çalakiyan laş rêk dixe, bi vî awayê hevsengiya nevekî dabîn dike.
A. Deravêtina madeyên paşmayî
Ji ber zîndeçalakiyan di laş de madeyên paşmayî an jî madeyên bêkêr peyda dibe evan madeyan ji aliyê gurçikan ve ji laş tê deravêtin.
Hin paşmayîyên tên deravêtinê;
a. ure (paşmayiya metabolîzmaya asîdên amînî)
b. Asîda ureyî (paşmayîya metabolîzmaya asîdên nukleyî)
c. Kreatîn (paşmayîya metabolîzmaya masûlkeyan)
d. Bilîrûbîn (paşmayîya hilweşîna hemoglobînê)
e. Paşmayîyên ji metabolîzmaya madeyên din.
Gurçik li gel van madeyan madeyên kîmyayî yên zîyanbexş ên wekî jehr, derman, metalên giran û hvd jî derdavêje.
B. Dabînkirina hevsengiya avê.
Gava av di laş de zêde be, gurçik avê di nav mîzê de an jî bi xwêdanê ji laş dûr dixe. Lê heke di laş de av kêm bibe, rê li ber deravêtina avê digire, avê di laş de dihêle. Bi vî awayê hevsengiya navekî ya avê dabîn dike. Hevsengiya avê bi navbeynkariya hormona dijemîztîn tê dabînkirin. Gava di laş de asta avê kêm be, ji hîpofîzê derdana hormona dijemîztin (bi înglîzî: antidiuretic hormone) (ADH) ) zêdetir dibe. ADH bi navbeynkariya xwînê digihîje gurçikan. ADH di gurçikan de dubare mijina avê dide zêdekirin. Ji lûlekên nefronan û ji cogên berhevkirinê, av ji mîzê cihê dibe, tevlê xwînê dibê. Bi vî awayê rê li ber kêmbûna ava laş tê girtin. Mîza kêmav a bi xestiyek bilind û bi rengê zerê tarî ji laş tê deravêtin. Lê heke di laş de asta avê bilind be, derdana ADH tê kêmkirin. Dubare mijîna avê tê kêmkirin, ava zêde di nav mîza rohn a bi rengê zerê vekirî ji laş tê deravêtin.
C. Dabînkirina hevsengiya elektrolîdan
Heke xestiya osmozî ya ava laş kêm bibe, gurçik sodyumê di laş de digire, lê heke xestiya osmozî ya ava laş zêde bibe vê gavê gurçik sodyumê ji laş davêje.
D. Dabînkirina hevsengiya pH yê
pH ya xwînê dive li derdora 7.4 be û pir neguhere. Di laş de ji ber zîndeçalakiyan, asîdî ya hawirdora navî zêde dibe. Gurçik û pişik rê li ber zêdebûna asîdiya laş digirin.
Îyonên bîkarbonat (HCO 3 −) û îyonên hîdrojenê(H +) kar dikin bo dabînkirina hevsengiya pH ya xwînê. Heke asîdiya xwînê bilind bibe, ango pH ya xwînê ji 7.4ê nizimtir bibe, ji lûlekên nefronan dubare mijîna îonên bîkarbonatê zêde dibe, îyonên hîdrojenê bi derdanê ji xwînê ber bi lûlekên nefronan tê avêtin û di nav mîzê de ji laş tê dûrxistin bi vî awayê asîdiya xwînê kêm dibe, pH ya xwînê ber 7.4ê bilind dibe. Na heke pH ya xwînê ji 7.4ê bilintir bibe, vê gavê dubare mijîna iyonên bîkarbonatê tê kêmkirin, iyonên bîkarbonatê tevlê mîzê ji laş tê deravêtin. Herwisa derdana iyonên hîdrojenê jî tê kêmkirin. Ev rewş dibe sedema kêmbûna alkalîbûna xwînê û pH ya xwînê ber bi 7.4 ê dadikeve.
2. Erkê çêkirina xwînê
Gurçik hormona eritropoietîn (bi latînî: erythropoietin) der dide, ev hormon çêbûna xirokên sor han dide. Herwisa gurçik hormona trombopoietîn (bi latînî: thrombopoietin) jî der dide bo berhemkirina perikên xwînê.
3. Erkê derdanê
Gurçik gellek hormon der dide. Hormonên gurçikê;
Eritropoietîn (erythropoietin): Bo berhemkirina xirokên sor
Trombopoietîn(thrombopoietin): Bo berhemkirina perikên xwînê
Renîn (renin): Hormona renîn hin caran wekî enzîm jî tê navkirin. Renîn bo bilindkirina pestoya xwînê kar dike.
Kalsîtrîol (calcitriol): Bo zêdekirina rêjeya kalsiyuma xwînê.
Prostaglandîn (prostaglandins): bo zêdekirina deravêtina xwêyê. Bandor li çalakiya renîn û erîtropoîetînê dike.
--Gavên çêbûna mîzê di gurçikan de--
Mîz ji pêkhateyên nav xwînê, di nefronên gurçikan de çêdibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubare mijîn û derdan.
1. Parzûnkirin (bi înglîzî: filtration):
Xwîn di nefronên gurçikan de tê parzûnkirin. Ji bilî xaneyên xwînê û proteînên plazmayê, pirraniya pêkhateyên plazmaya xwînê, ji mûlûleyên xwînê derbasî nav lûlekên nefronan dibe.
2. Dubare mijîn (bi înglîzî: reabsorption)
Dubare mijîn, tevgera bijartî ya madeyên bikêr ên nav lûlekên nefronan e. Glukoz, asîdên amînî, hin cor iyon û av bi dubare mijînê ji lûlekên nefronan derbasî nav şileya derveyî, ji wir jî dikeve nav mûlûleyên xwînê yên derdora lûlekên nefronan. Madeyên bêkêr an jî ziyanbexş di lûlekên nefronan de dimînin û ber bi cogên berhevkirinê diherrikin. Dubare mijîn bi guhaztina çalak an jî bi guhaztina neçalak rû dide.
3. Derdan(bi înglîzî: secretion):
Derdan, tevgera madeyan a ji xwînê ber bi şileya derveyî (bi înglîzî: extracellular fluid)ye. Madeyên hatine derdan ji şileya derveyî derbasî lûlekên nefronan dibin. Bi gelemperî madeyên jehrî bi derdanê ji xwînê tên dûrxistin.
--Nexweşiyên gurçikê--
Nexweşiya şekir, xwîna bi pestoya bilind, girêkên li gurçikê, hin derman, kulbûna nefronan an jî xwîna bi pestoya nizm û zanyariya bomaweyî ya mirov hin sedemên serekî ne bo nexweşiya gurçikan. Dibe ko hin caran gurçikek mirov ji kar bikeve, mirov dikare bi gurçikek sax jî bijî.
Kevirê gurçikan
Ji ber hin cor xurek, kêm av vexwarin, qelewî û zanyariyên bomaweyî, li mirov de egera tûşbûna nexweşiya kevirên gurçikê rû dide. Îyonên nav mîzê yekdigirin, pêkhateyak bi şeweyê krîstalî peyda dibe, ji vê pakhateyê re tê gotin kevirê gurçikê(bi înglîzî: kidney stone). Bi gelemperî di hewza gurçikan de ji ber zêdebûna xestiyê, hin xwêyên nav mîzê telp dibin û wekî kevirên hurik di hewzê gurçikê de an jî di borriya mîzê de berhev dibin. Kevirên gurçikê bi gelemperî ji kalsiyum okzalat an jî asîda ureyî pêk tên.Qebareya kevirên gurçikê guharbar e.
Diyalîza gurçikan
Hin caran li mirov de sistîya gurçikan an jî têkçûna gurçikan rû dide. Di rewşek wisa da gurçik têra xwe karê paqijkirina xwînê û dabînkirina hevsengiya navekî nake. Ji bo mîrovên bi vê nexweşiyê, li dewsa gurçikên mirov, gurçikek destkar tê bikaranîn. Ev rewş wekî diyalîz, hemodiyalîz an jî diyalîza gurçkê tê navkirin. Xwîna mirovê nexweş li derveyê laş di makîneya diyalîzê de tê parzûnkirin û paqijkirin.
Makîneya diyalîza gurçikê bi eslê xwe gurçikek destkarî e. Madeyên paşmayî û yên bêkêr di makîneya diyalîzê de ji xwînê tên cihê kirin. Herwisa heke di xwînê de kêmasiya hin madeyan hebe, madeyên pêwîst jî dîsa di makîneya dîyalîzê de tevlê xwînê dibin. Bi vî awayê xwîna paqij a bi pH ya guncav ji makîneya diyalîzê vedigere nav laşê nexweşê.
Mirovên nexweş bi gelemperî hefteyek de sê car bi diyalîza gurçikan xwîna xwe dide paqijkirin. Lê ji bo hin nexweşan, pêdiviya diyalîzê rojê carek e.
Çandiniya gurçik ji bexşerê tendurist
Hin caran li herdu gurçikên mirov jî têkşikestin rû dide. Di rewşek wisa da çareseriya herî baş çandiniya gurçik e. Ji mirovek tendurist û guncav gurçikek tê girtin û wekî gurçika sêyem di laşê nexweşê gurçikê de tê çandin. Ji bo çandinek serkeftî, divê zanyariyên bomaweyî (genetîk) yê bexşînerê gurçik û yê gurçikwergir li hev werin, an na lihevnehatina şaneyan rû dide. Bi gelemperî gurçikên endamên heman malbatê li aliyê bomaweyî de hê pirtir dişîbin hev, loma şaneyên gurçika bexşîner û şaneyên gurçikwergir ên heman malbatê jî hê pirtir lihevhati ne.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin




2021/12/18

Lûleya guhêzer

 

Lûleya guhêzer an jî coga guhêzer (bi latînî: vas deferens an jî ductus deferens) navê borriyên masûlkî ye di navbera alozeyan û mîzerê de.

Di zimanê latînî de ‘vas’ bi wateya lûle, ‘deferens’ bi wateya guhêztin, kişandin,birin tê bikaranîn. Ango ‘wateya vas deferens’ lûleya guhêzer e. Hin caran li dewsa vas deferens, peyva ductus deferens, ango coga guhêzer jî tê bikaranîn. Du erkên lûleya guhêzer heye; embarkirina sperman û guhêztina sperman.
--Anatomiya lûleya guhêzer--
Ji her gunek lûleyek guhêzer dirêj dibe, ango di laşê mirovê nêr de du lûleyên guhêzer heye. Spermên ji alozeyê derdikevin, dikevin nav lûleya guhêzer.
Lûleya guhêzer borriyek bi dirêjiya 50 cm ê, ji alozeyê di nav bendikê gunê (bi înglîzî: spermatic
cord) de ber bi jor dirêj dibe, di nav zikekelênê de ji bendikê gunê cihê dibe, li ser mîzdankê derbas dibe û li paş mîzdankê ber bi jêr dirêj dibe, digihîje coga avêtinê. Dirêjiya lûleya guhêzerê ji bo embarkirina sperman tê bikaranîn. Li nêzikê rijênê prostat, kotahiya lûleyên guhêzer piçek fireh dibe ev beşa firehbûyî dişibe kûpê. Di zimanê latînî de ji bo kûpên biçembil ên ji axê hatine çêkirin re peyva ‘amphora’ tê bikaranîn. Di zimanê înglîzî de amphora guheriye û bûye ampulla. Loma kotahiya firehbûyî ya lûleya guhêzer wekî ampulla tê navkirin. Kûp (ampulla) ji bo sperman wekî embar kar dikin. Cogên avêtinê bi mîzerê yê ve girêdayî ne. Heke ji bo demek dirêj sperm ji lûleya gûhêzer neyên avêtin, ji aliyê xaneyên li ser borrîka alozeyê ve tên hilweşandin û mijandin.
Ampulla bi çikildanê tovavê ve girê dibe û coga avêtinê peyda dibe. Herdu cogên avêtinê di nav rijênê prostat de bi mîzerêyê ve girêdayî ne.
--Pêkhateya lûleya guhêzer--
Lûleya guhêzer dîwarek stûr lixwe digire. Dîwarê lûleya guhêzer ji sê çînan pêk tê. çîna navî lînceperde ye, ji rûkeşeşaneyê pêk tê. Kûlkexaneyên rûkeş (bi înglîzî: ciliated epithelium), kulkên xwe dirêjê nav cogê dikin. Rûyê çîna navî qatqatî û qurmiçî ye û bi sperman ve di nav têkilîyê de ye. Çîna naverast a lûleya guhêzer, çînek masûlkî ye. Çîna naverast ji sê çînên lûsemasûlke pêk tê. Çîna navî ya masûlkî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, çîna naverast ji lûsemasûlkeyên bazinî û çîna derve jî disa ji lûsemasûlkeyên dirêjkî pêk tê. Masûlkeyên lûleya guhêzer dor bi dor, bi ahengî girj dibin û xav dibin çalakiya van masûlkeyan wekî perîstalsî tê navkirin. Arasteya perîstalsiya masûlkeyên lûleya guhêzer, ji alozeyê ber bi mîzerê ye. Ango sperm ji ber çalakiya lûsemasûlkeyên lûleya guhêzer, ber bi mîzerê tên paldan.
Çîna derve ya lûleleya guhêzer ji bestereşaneyê pêk tê. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar di nav çîna bestereşaneyê de cih digirin.
--Vazektomî, stewkirina nêran--
Vazektomî (bi înglîzî: vasectomy) corek niştergerî ye bo rêgirtina ducaniyê. Di nêran de lûleyên guhêzer tên birrîn û girêdan bi vî awayê avêtina sperman tê rawstandin.
Bi gelemperî vazektomî ji bo rêgirtina rûdana ducaniyê tê bikaranîn. Lê hin caran dibe ko di aloze an jî gunan de kulbûn (înfeksiyon) peyda bibe, vê gavê ji bo pêşî li kulbûnê were girtin û ziyan negihîje gunan, bi vazektomiyê pêwendiya gun û mîzerê tê qutkirin.
Piştê vazektomiyê di gunan de berhemanîna sperm û hormonan nasekine, didome, lê ji ber ko lûleyên guhêzer bi alozeyan ve girdayî nîn in, sperm di alozeyê de dimîne. Hormon bi navbeynkariya xwînê belavî laş dibin, loma vazektomî bandor li ser rêjaya hormonên nêrîneyê nake. Kesên vazektomî bûye dikare bi awayekî asayî bikeve têkiliya zayendî. Çûkê van kesan bi awayekî asayî rep dibe û avêtin disa rû dide. Di tovava avêtinê de tenê derdanên rijenê Cowper, prostat û çikildanên tovavê heye. Ango ji bo pîtîna hêkê sperm tune, loma her çiqas avêtin di nav zêyê de bêne berdan jî pîtîn û ducanî rû nade.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirn





2021/11/25

Tovav

 

Tovav, avik an jî tuxmav (bi înglîzî: seminal fluid / semen) têkilek lînceyî û herikbar e ji sperm û şileye pêk tê.

Beşa şileya tovavê ya bêsperm, wekî plazmaya tovavê (bi înglîzî: seminal plazma) tê navkirin. Tovav şileyek tîr a bi rengê spî an jî gewr e, spermên nav tovavê ji gunan tê, çavkaniyên plazmaya tovavê jî çikildana tovavê, rijênê prostat û rijênê Cowper in. Rengê tovavê ji ber derdana rijênê prostatê ye. Di nav mîzerê de bi girjbûna masûlkeyan, tovav ber bi serê çûk ve diherike û ji çûk dipijiqe, ev kar wekî avêtin (bi înglîzî: ejaculation) tê navkirin. Di dema avêtinê de girjbûna masûlkeyan dibe sedama peydabûna hestê kêfxweşiyê.
--Erkên serekî yê tovavê--
1. Tovav xurek (xwarin) dabîn dike bo sperman.
2. Tovav bi rêkxistina pHa hawirdorê, di nav mîzerê û endamê zaûzêya mêyan de sperman ji bandora neyînî ya hawirdora asîdî diparêze.
3. Sperm di nav plazmaya tovavê de hê bi hêsantir dilivin û ber bi coga hêkê diherikin.
4. Prostaglandîna nav tovavê girjbûna masûlkeyên malzarokê rêk dixe ko sperman ber bi coga hêkê pal bidin. .
--Pêkhateya tovavê--
Di her avêtinek de bi qasî 3 heta 5 mL (mîlîlître) tovav ji laşê mirov tê derdan. Di nav tovavê de her carê bi qasî 200 heta 500 mîlyon sperm tên derdan.
Bi eslê xwe dema avêtinê de tovav şileyek piçek ron û herîkbar e, lê di demek kurt de dimeyîne. Guhertina fîbrojenê bo fîbrîn dibe sedema rûdana meyînê. Fîbrojen ji çikildanên tovavê tê derdan enzîmên meyînê jî ji prostatê tê derdan. Di nav 30 xulekê de enzîmek din a rijênê prostatê ya bi navê fîbrînolîzîn (Fibrinolysin), tovava meyînî ya tîr hildiweşîne, bi vî awayê tovav dîsa piçek rohn dibe. Sperm di tovava meyînî de nikarin bilivin, lê di nav tovava ron de bi hêsanî dilive.
Sperm di aloze û coga guhêzer de dikare bi qasî çend hefte zindî bimîne, lê gava sperm tevlê şileya tovavê dibe, di germahiya asayî ya laş de, herî zêde dikare 24 heta 48 saet bijî. Di bin sermahiya -100oC de spermên di nav tovava cemidî de dikarin bi salan zindî bimînin.
Tovav şileyek alkalî ya bi pH a 7.5 e. %5-10ê tovavê ji xaneyên sperm pêk tê. %60 şileya tovavê ji çikildana tovavê, %30yê şileya tovavê ji rijenê prostatad, rêjeyek pir hindik a şileya tovavê jî ji rijênê Cowper tê derdan. Ev hersê rijên wekî rijênên alîkar (bi înglîzî: accessory glands) ên nerekoendama zaûzê tên navkirin.
-Çikildanên tovavê-
Çikildanê tovavê (bi înglîzî: seminal vesicle) cotek rijênên cogedar in di laşê nêran de. Li paş mîzdankê li herdu aliyên rijênê prostat de cih digirin. Her çikildanek ji aliyê serê jêr ve bi cogek kurt ve girêdayî ye, ev cog wekî coga avêtinê (bi înglîzî: ejaculatory duct) tê navkirin. Coga avêtinê bi lûleya guhêzer ve girêdayî ye. Şileya çikildana tovavê şileyek alkalî, tîr û lîncî ye, gellek fruktoz, asîda sîtrîk, prostaglandîn û hin xurekemadeyên din lixwe digire. Fruktoza tovavê ji aliyê mîtokondriyên sperman ve ji bo bidestxistina ATP tên bikaranîn. Prostaglandîn madeyek mîna hormon e, bi sînyalan masûlkeyên malzarokê hander dike, masûlke girj dibin bi vî awayê sperm ber bi coga hêkê tên paldan. Piştê avêtinê, fîbrînojena nav tovavê diguhere bo fîbrîn. Fîbrîn tovavê piçek dimeyîne, tovav hê pirtir tîr dibe.
-Prostat-
Rijênê prostat di hewzekelênê de, li bin mîzdankê li pêşiya tortorîkê de cih digire, beşa jorê mîzerêyê dipêçe, ango mîzerê di nav prostatê de derbas dibe. Rijênê prostat derdanên xwe bi navbeynkariya cogikan rasterast der dide nav mîzerêyê. Derdana prostatê şileyek mîna şîr e. Di nav şileya prostatê de hin enzîmên meyînê, dijepeydaker û madeyen alkalî heye. Di dema avêtinê de masûlkeyên guşer (bi înglîzî: sphincter muscle)ên prostat û mîzdankê, coga mîzerêyê heta mîzdankê digirin,bi girtina coga mîzerêyê rê li ber sperm û tovavê tê girtin ko ber bi nav mîzdankê neherikin. Dema mîzkirinê, masûlkeyên prostatê,cogên tovavê digirin nahêlin mîz tevlê tovavê bibe. Ango di laşê mirov de avêtin û mîzkirin di heman demê de rû nade.
-Rijênê Cowper-
Rijenên Cowper (bi înglîzî: Cowper’s glands / bulbourethral glands) cotek rijênên biçûk in, di bin prostatê li herdu aliyên mîzerê de cih digirin.
Derdana rijenê Cowper şileyek bêreng, tîr û şor e. Şileya rijenê Cowper, şileyek alkalî ye. Şileya Rijenê Cowper madeyek lîncî ye, di nav zêyê(vajîna) de xilîskîna çûk hêsantir dike.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin





2021/11/22

Prostat




Prostat
an jî rijenê prostat (bi înglîzî prostate gland) rijênê nêrekoendama zaûzê ye. Ango prostat rijênek taybete bo mêran.

Prostat di hewzekelênê de, li bin mîzdankê li pêşiya tortorîkê de cih digire, beşa jorê mîzerêyê dipêçe, ango mîzerê di nav prostatê de derbas dibe. Rijênê prostat derdanên xwe bi navbeynkariya cogikan rasterast der dide nav mîzerêyê.
--Erk û pêkhateya prostatê--
Di laşê mirov de qebareya asayî ya rijenê prostat bi qasê qebareya goga golfê ye. Prostat bi pêkhateya îsfencî ye. Giraniya prostata asayî bi qasî 40 gram e.
Rijênê prostat ji lûsemasûlke û şaneya derdanê pêk tê. Ji bo avêtinê (bi înglîzî: ejaculation), hêza serekî ya bo paldana sperm û tovavê, ji lûsemasûlkeyên prostatê tê bidestxistin. Şaneya derdanê, şileyek mîna şîr berhem dike. Di nav şileya şîrî de ji bo bidestxistina ATP, asîda sîtrad heye. Herwisa şileya prostatê hin enzîm û dijepeydakerên (bi înglîzî: antigen) taybet jî lixwe digire. Di nav şileya prostatê de enzîma meyînê heye. Ev enzîm fîbrînojena ji çikildanên tovavê diguherîne bo fîbrînê, bi vî awayê meyîna tovavê rû dide. Bi meyîna tovavê sperm hê hêsantir li dîwarê coga zaûzê ya mê dizeliqin û ber bi coga hêkê dilivin.
Li prostatê dijepeydakerek taybet a bi navê PSA (bi înglîzî: prostate specific antigen) tê derdan. PSA enzîmek hilweşînerê proteînan e. Di dema avêtinê de meyîna tovavê rû dide , lê çend xulek şûnve PSA xestiya tovava meyînî ya tîr piçek ron dike, di nav şileya ronkirî de sperm bi hêsanî ber bi coga hêkê dilivin.
Sperm nikarin di hawîrdorek asîdî de bijîn. Di coga zaûzê ya mêyê de pH 3.5- 4 e, ango hawirdor asîdî ye.
Şileya prostatê alkalî ye, ango pH a wê ji 7ê zêdetir. pH a bilind a şileya prostatê, asîdiya mîzerê ya nêrê û asîdiya zêyê(vajîna) kêm dike, bi vî awayê ji bo sperman hawirdora guncav peyda dibe.
Di dema avêtinê de masûlkeyên guşer (bi înglîzî: sphincter muscle)ên prostat û mîzdankê, coga mîzerêyê heta mîzdankê digirin, bi girtina coga mîzerêyê rê li ber sperm û tovavê tê girtin ko ber bi nav mîzdankê neherikin. Dema mîzkirinê, îcar masûlkeyên prostatê, cogên tovavê digirin nahêlin mîz tevlê tovavê bibe. Ango di laşê mirov de avêtin û mîzkirin di heman demê de rû nade.
--Nexweşiyên protstatê--
Di temenê kaltiyê de, bi taybetî piştê temenê 60 saliyê prostatê hin mirovan gir dibe û diwerime. Prostatê werimî mîzerêyê dişidîne, mîz di nav mîzerêyê de bi dijwarî derbas dibe. Mîrovên bi prostatê werimî li gor mirovên din hê pirtir derdikevin destavê. Herika mîza mîrovên bi nexweşiya prostatê hêdî ye. Ji ber ko prostatê girbûyî rê nade mîzdankê ko bi têra xwe mîz embar bike, hestê mîzkirinê li ba van mîrovan zû peyda dibe, lê her carê bi qebareyek hindik mîz dikin.
Şêrpençeya prostatê yek ji şerpenceyên herî belavî ye di nav zilaman de. Di navbera girbûna prostatê û şêrpenceya prostatê de tu pêwendî nin e. Ango dibe ko prostat gir bibe lê bi şêrpenceyê nekeve. Di xwînê de bilindbûna asta rêjeya xestiya PSA yek ji nîşaneyên giring e bo egera nexweşiya şerpenceya prostatê.
Hin caran şêrpenceya prostatê gir dibe, paşê bêyî ko gir bibe an jî biguhere bi salan li heman cihê xwe de dimîne. Lê hin caran jî xaneyên şêrpenceyî roj bi roj zêde dibin û bi navbeynkariya lûleyên xwînê û lûleyên lîmfê, belavî laş dibin. Xaneyên şêrpencegirî di endamên wekî mejî û pişik de cih dibin û dest bi dabeşbûna mîtozê dikin, ango ewan endaman jî tûşê şêrpenceyê dikin.
Şêrpenceya prostatê bi neştergeriyê, bi hormonan an jî bi rêka radyoterapî tê saxkirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Prostat