Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label derdan. Show all posts
Showing posts with label derdan. Show all posts

2022/03/28

Mîz


 Mîz (bi înglîzî: urine) şilemenîyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.

Di gurçikan de mîz ji plazmaya xwînê bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan. Çêbûna mîzê di nefronên gûrçikan de bi parzûnkirina plazmaya xwînê dest pê dike. Her ko şilemenî di nefronan de derbas dibe, hinek av û molekulên kêrhatî ji nefronan dubare tên mijîn û derbasî nav xwînê dibin, paşmayî û madeyên bêkêr di nefronan de dimîne. Di heman demê de hin paşmayîyên nav palzmaya xwînê yên nehatine parzûnkirin, bi derdanê derbasî nav nefronan dibin. Bi vî awayê mîz peyda dibe. Ango çavkaniya mîzê xwîna mirov e. Mîz ji gurçikan derbasî mîzdankê dibe û li wir tê embarkirin. Dema mîzkirinê, mîz ji mîzdankê ber bi mîzerê diherike, mîz ji mîzerêyê ji laş tê deravêtin.
--Pêkhateya mîzê--
Mîz şilemeniyek avî ye. Av, paşmayîyên nîtrojenî, xwêyên zêdeyî û madeyên bêkêr pêkhateyên serekî yên mîzê ne.
% 96ê mîzê ji avê, % 2.5 ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.
Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora xurekên hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere. Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe.
Qebareya mîza di rojek de tê berhemkirin, guherbar e. Li gor mêjera vexwarina avê û madeyên tîwawe yên nav ava mîzê, qebare û xestiya mîzê jî diguhere.
Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayîyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.
Paşmayiyên ji tekşikestina xirokên sor, bandor li ser rengê mîzê dikin. Xirokên sor proteîna hemoglobînê lixwe digirin. Her hemoglobînek jî çar komeleyên hem lixwe digire. Komeleyên hem di kezebê de tên guhertin û ji bo berhemanîna zeravê tên bikaranîn. Mîza asayî rengê xwe ji zeravê digire, lê hin derman, vîtamîn an jî hin cor xurek jî bandor li ser rengê mîzê dikin.
Heke mirov ji bo demek vexwarina avê kêm bike, qebareya miza mirov jî kêm dibe, mîz xest(tîr) û zer dibe, lê heke mirov di demek kurt de mêjarek zêde av vebixwe, vê gavê qebareya mîza mirov zêde,dibe, mîz ron û bêrenk dibe. Koendama mîzê bo rêkxistina hevsengiya osmozî çevderiya mêjera av û tîwaweyên nav şilemeniya laş dike. Heke di laş de av zêde be, ava zêdeyî bi navbeynkariya gurçikan ji xwînê tê parzûnkirin û di nav mîza ron û bêrenk de ji laş tê avêtin. Herwisa heke di nav xwînê de mêjera tîwaweyên wekî îyonên sodyum, potasyum hvd zêde be, vê gavê evan îyon û xwêyan di nav mîza tîr û zer de tên avêtin.
Çêbûna mîzê ji bo paqijkirana xwînê ye. Mîz şilemenîyek asîdî ya bi pH ya 4.5 heta 8 e. Ji ber zîndeçalakiyên laş gellek asîd peyda dibe. Lê pH ya asayî ya xwîna mirov 7.4 e û divê di xwînê de pH neguhere. Bi gelemperî îyonên hîdrojenê (H +) dibin sedema zêdebûna asîdîya hawirdorê. Gurçik bi du rêkan rê li ber guherîna pH ya xwînê digire. Gurçik ji bo kêmkirina pHa xwînê, iyonên bîkarbonatê (HCO 3– ) ji şilemeniya mîzê dubare dimijîne nav xwînê. An jî Îyonên hîdrojenê yên nav xwînê der dide nav şileya mîzê û ji laş dûr dixe.
--Testa mîzê--
Mîza asayî ya mirovek tendurist xwediyê hin taybetmendiyan e, guherîna van taybetmendiyan dibe ko nîşana hin nexweşiyan be. Loma gava pirsgirekên tendrustiyê li mirov peyda dibe, doktor bi testa mîzê hewl didin ko ji laşê nexweşê hê pirtir agahî bistînin.
% 95ê qebareya mîza asayî ji avê pêk tê. Mîza asayî bi rengê zerê vekirî an jî bêreng e, bêbêhn e. pH ya mîza asayî di navbera 4.5 û 8 de ye. Di mîza asayî de xirokên sor cih nagire, hejmara xirokên sipî pir hindik e. Mîza asayî proteîn û glukoz lixwe nagire, an jî bi mêjerek hindik lixwe digire. Di pêkhateya mîza asayî de keton û nîtrît cih nagirin. Herwisa mîza asayî madeyên wekî ure, klor, sodyum, potasyum, kreatîn û hin madeyên din lixwe digire û asta rêjeya heryekê van madeyan jî ji bo mirovê tendirust dîyar e.
Divê di mîza mirovê tendurist da xaneyên xwînê hema qet tune bin. Di mîzê de hebûna xirokên sor nîşana kulbûna nefronan e. Herwisa divê di mîzê de hejmara xirokên spî jî gellek kêm be, di nav mîzê de hejmara zêde ya xirokên spî nîşana hebûna birîn û kûlbûniyên coga mîzê, stûyê malzarokê an jî zêyê ye.
Di nav mîzê de hebûna belûrên(krîstal) kalsiyumê, magnezyumê û yên amonyumê tiştek asayî ye. Lê heke belûrên sîstîn( cystine) û tîrozînê ( tyrosine) di mîzê de were dîtin, dibe ko ev nîşana nexweşiyên kezebê be.
Gava asta glukoza xwînê ji 180 mg/dL bilindtir dibe, di mîzê de glukoz jî tê dîtin. Di nav mîzê de hebûna glukozê dibe ko nîşana nexweşiya şekir (diyabet) be.
Di nav mîzê de bi mêjerek zêde hebûna proteînan, bi taybetî hebûna albumîn nexweşiya gurçikan destnîşan dike(--3a).
Keton paşmayî yê çewriyan e. Heke di nav mîzê de bi mêjerek zêde keton were dîtin, ev rewş dide nîşankirin ko xane ji bo destxistina enerjiya ATP yê, li dewsa glukozê asîdên çewriyê bikar tîne. Her wisa heke di laş de kêmasiya karbohîdrat û proteînan hebe, asta rêjeya ketona mîzê jî bilind dibe.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.



2021/12/05

Testosteron

 

Testosteron hormonek zaûzê ya nêran e, herî zêde di gunan de tê berhemkirin.

Hormona testosteron madeyek steroîd e. Steroîd corek çewerî ye. Zincîra karbonên steroîdan ji çar xelekên bi hev re girêdayî pêk tê, sê xelek şeşgoşeyî, xelekek jî pênc goşeyî ye.
Testosteron di xaneyên Leydig de tê berhemkirin. Xaneyên Leydig, xaneyên navber in di navbera spermeborrîkan de. Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de %20ê giraniya gunan ji xaneyên Leydig pêk tê. Di laşê dergûşên nûbûyî de bi qasî çend mehan hejmara xaneyên Leydig zêdeye, di heman demê de di laşê dergûşê de derdana testosteron jî zêde ye. Di temenê zaroktiyê de di gunan de hema bêje qet ji xaneyên leydig namîne û ji gunan derdana testosteron jî radiweste.
Di destpêka temenê pêgihîştinê de hejmara xaneyên leydig û derdana hormona testosteronê zêde dibe, ev rewş dibe sedema peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem û destpêkirina çêkirina sperman. Di dema perisîna korpeleyê de di laşê korpeleya nêr de berhemkirina testosteron girîng e bo çêbûna endamên zaûzê yê nêrê.
--Bandora testosteron di temenê korpeleyî de--
Di laşê korpeleyê 9-10 hefteyî de xaneyên leydig dest bi berhemkirin û derdana hormona testosteronê dikin. Di laşê korpeleyê (bi înglîzî: fetus) de du erkên serekî yê hormona testosteronê heye;
1. Cudahiya zayendî, çêbûn û perisîna endamên zaûzê di korpeleyê de.
Bi derdana testosteron, hin şaneyên korpeleyê diguherin bo çêbûna çûk û tûrikê gun. Heke testosteron neyê derdan şaneyên korpeleyê diguherin bo endamên zaûzê yên mêyê. Herwisa ji bo perisîna rijênê prostat, çikildanên tovavê jî pêdivî bi hormona testosteronê heye.
2. Ji zikekelênê ber bi tûrikê gun ve daketina gunan.
Gunên korpeleyê di zikekelênê de diperisin, du meh berê zayinê herdu gun ber bi jêr ve dilivin û dikevin nav tûrikê gun. Tûrikê gun, ji kîsekek bi çerm dapoşî pêk tê û ji berranê ber bi derve daliqandî ye. Erkê serekê yê tûrikê gun hênikkirina sperman e.
--Bandora testosteron di temenê pêgihîştî de--
Di laşê mirovê bi temenê pêgihîştî de du erkên testosteronê heye;
1.Bandora li ser endamên zaûzê
Testosteron qebareya çûk, gun û tûrikê gunan zêde dike. Ji destpêka temenê pêgihîştinê (10-14 salî) heta temenê 20 saliyê, çûk û gûn gir dibin. Herwisa ji bo berhemanîna sperman jî pêdivî bi testosteronê heye.
2. Bandora li ser peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem (bi înglîzî: secondary sexual characters)
Di laşê nêran de çûk û gun, di laşê mêyan de zê û hêkdank taybetiyên zayendî yên yekem in.
Taybetiyên reftarî (bi înglîzî: behavioral) û fîzîkî yên ko nêran ji mêyan cuda dikin jî wekî taybetiyên zayendî yên duyem tên navkirin. Taybetiyên zayendî yên duyem ên nêran bi bandora hormona testosteronê, di dema temenê pêgihîştinê (bi înglîzî: puberty) peyda dibin. Testosteron xaneyên armanc de çêbûna proteînan hander dike, bi çêbûna proteînan jî di laşê nêran de guherîn rû dide. Ev rewş dibe sedema peydabûna taybetiyên zayendî yên duyem.
Ji ber bandora testosteronê ya li ser çêbûna proteînan, giraniya masûlkeyên nêran %50 zêdetir dibe. Testosteron leza guhêztina asîdên amînê bo xaneyên masûlkeyan bilintir dike. Di nav masûlkexaneyan de proteîn tê çêkirin û embarkirin, bi vî awayê qebareya masûlkeyan zêde dibe. Herwisa testosteron hilweşîna proteînan jî kêmtir dike.
Testosteron bandor li ser hestiyan jî dike. Bi bandora testosteronê, di hestî de hê pirtir proteîn tê berhemkirin û hê pirtir kalsiyum tê embarkirin bi vî awayê di laşê nêran de stûriya hestiyan zêdetir dibe.
Hormona testosteronê stûriya çerm zêde dike. Ji ber ko hê pirtir proteîn di çermê wan de hatiye embarkirin, çermê nerê mirovan ji yê mêyê mirovan stûrtir e. Herwisa testosteron derdana rijênên çewrî yên çerm zêde dike.
Di temenê zaroktiyê de mûyên laşê kur û keçan bê reng e, mîna hirî nerm e, zirav û kin e. Bi destpêka temenê pêgihîştinê, ji ber hormona testosteronê, mûyê laşê xortan diguhere, mû dirêj dibe, melanîn û stûriya mû zêde dibe, mû dibin mûyên mayînde. Bi taybetî rî, simbêl, mûyên li sing, mûyên binçeng û rûv, mûyên zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Di laşê keçan de mêjera testosteronê pir hindik e, loma ji xeynî mûyên binçeng û rêv bi gelemperî, mûyê laşê wan lawaz dimîne.
Bi bandora testosteronê; masûlkeyên qirrikê gir dibin, firehî û dirêjiya qirrikê zêde dibe, dengejê stûr dibin bi vî awayê dengê zirav ê zaroktiyê diguhere bo dengê stûr.
Di salên destpêka temenê pêgihîştinê de rêjeya metabolî ya bingehîn (bi înglîzî: basal metabolic rate), bi bandora testosteronê bi qasî %5 heta %10 zêde dibe. Ev zêdebûn ji ber çêbûna proteînan rû dide.
Testosteron bandor li ser xwîn û xaneyên xwînê jî dike. Ji ber handera testosteronê hejmara xirokên sor di temenê pêgihîştinê de gellek zêde dibine, di heman demê de plazmaya xwînê jî zêde dibe bi vî awayê qebareya xwîna nêran ji ya mêyan zêdetir dibe.
Di laşê nêran de rêjeya testosteronê, di temenê 20an de di asta herî bilind de ye. Piştê temenê 30yan, her sal rêjeya testosteronê qasî %1kêm dibe.
Li gel nêran, di laşê mêyan de jî hinek ji hormona testosteron tê berhemkirin. Rijenê adrenal û hêkdankên mêyan hinek testosteron berhem dikin. Testosterona di laşê mêyan de, dibe sedema xurtbûna mûyên rêv û binçeng. Herwisa testosterona mêyan dibe sedema peydabûna hestê zaûzêkirinê (lîbîdo) .
--Rekxistina hormona testosteron di laş de--
Ji destpêka temenê pêgihîştênê heta dawiya jiyanê, di laşê nêran de ji hîpotalamusê hormonên derpirandin tê derdan. Yek ji van hormonên derpirandinê,wekî hormona derpirandin a rijênên zaûzê (bi înglîzî: gonadotropin- releasing hormone,(GnRH)) tê navkirin. GnRH bi navbeynkariya xwînê digihîjê hîpofîzê. Ji ber bandora GnRH, ji pila pêş a hîpofîzê, hormona handerê çikildanê (FSH) û hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. LH di gunan de xaneyên Leydig hander dike bo berhemkirin û derdana androjenan. Andorojen navê gelemperî ye bo koma hormonên zaûzê yên nêran. Ango androjen li ser girbûn û perisîna koendama zaûzê ya nêran banor dikin. Testosteron androjena herî zêde û ya çalak e di laşê nêran de. Xaneyên leydig rojê bi qasî 6 heta 7 mg testosteron berhem dikin, bi vî awayê koendama zaûzê ya nêrê erkê xwe birêkûpêk cih tîne. Piraniya androjenan di gunan de tên berhemkirin, lê hinek ji di tûkila rijênê adrenal de tên berhemkirin. Bi bandora LHê di laş de asta rêjeya testosteron bilind dibe.
Testosteron girbûn xurtbûna koendama zaûzê ya nêrê dabîn dike, herwîsa çêbûna taybetiyên zayendî yên duyem jî hander dike.
FSH bi hevkariya testosteronê, di spermeborrîkan de xaneyên Sertolî hander dike ji bo çêbûna sperman. Bi bandora FSH, ji xaneyên Sertolî, hormonek tê derdan, ev hormon wekî hormona inhîbîn tê navkirin. Înhîbîn bandor li ser hîpofîzê dike û derdana FSH ê dide rawestandin. Bi vî awayê derdana testosteron jî tê kêmkirin.
Di laşê mirov de berhemkirina sperm û rêjeya testosteron bi rêka paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback) tê rêkxistin.
Dema di xwînê de asta xestiya testosteronê nizim be, ev rewş hîpotalamuse hander dike bo derdana hormona derpirandinê. Lê heke di xwînê de xestiya testosteron ji asta asayî bilintir bibe, testosteron derdana GnRHê dide sekinandin. Bi rawestîna derdana GnRH, îcar ji hîpofîzê derdana LH û FSH tê sekinandin. Testosteron dikare derdana hîpofîzê bi tena serê xwe jî rawestîne. Hormona inhibin jî derdana FSHê kêm dike. Bi rêka paşargihandina neyînî, di xwînê de xestiya asayî ya FSH û LH tê rêkxistin, bi vî awayê hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) tê dabînkirin.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.








2021/11/25

Tovav

 

Tovav, avik an jî tuxmav (bi înglîzî: seminal fluid / semen) têkilek lînceyî û herikbar e ji sperm û şileye pêk tê.

Beşa şileya tovavê ya bêsperm, wekî plazmaya tovavê (bi înglîzî: seminal plazma) tê navkirin. Tovav şileyek tîr a bi rengê spî an jî gewr e, spermên nav tovavê ji gunan tê, çavkaniyên plazmaya tovavê jî çikildana tovavê, rijênê prostat û rijênê Cowper in. Rengê tovavê ji ber derdana rijênê prostatê ye. Di nav mîzerê de bi girjbûna masûlkeyan, tovav ber bi serê çûk ve diherike û ji çûk dipijiqe, ev kar wekî avêtin (bi înglîzî: ejaculation) tê navkirin. Di dema avêtinê de girjbûna masûlkeyan dibe sedama peydabûna hestê kêfxweşiyê.
--Erkên serekî yê tovavê--
1. Tovav xurek (xwarin) dabîn dike bo sperman.
2. Tovav bi rêkxistina pHa hawirdorê, di nav mîzerê û endamê zaûzêya mêyan de sperman ji bandora neyînî ya hawirdora asîdî diparêze.
3. Sperm di nav plazmaya tovavê de hê bi hêsantir dilivin û ber bi coga hêkê diherikin.
4. Prostaglandîna nav tovavê girjbûna masûlkeyên malzarokê rêk dixe ko sperman ber bi coga hêkê pal bidin. .
--Pêkhateya tovavê--
Di her avêtinek de bi qasî 3 heta 5 mL (mîlîlître) tovav ji laşê mirov tê derdan. Di nav tovavê de her carê bi qasî 200 heta 500 mîlyon sperm tên derdan.
Bi eslê xwe dema avêtinê de tovav şileyek piçek ron û herîkbar e, lê di demek kurt de dimeyîne. Guhertina fîbrojenê bo fîbrîn dibe sedema rûdana meyînê. Fîbrojen ji çikildanên tovavê tê derdan enzîmên meyînê jî ji prostatê tê derdan. Di nav 30 xulekê de enzîmek din a rijênê prostatê ya bi navê fîbrînolîzîn (Fibrinolysin), tovava meyînî ya tîr hildiweşîne, bi vî awayê tovav dîsa piçek rohn dibe. Sperm di tovava meyînî de nikarin bilivin, lê di nav tovava ron de bi hêsanî dilive.
Sperm di aloze û coga guhêzer de dikare bi qasî çend hefte zindî bimîne, lê gava sperm tevlê şileya tovavê dibe, di germahiya asayî ya laş de, herî zêde dikare 24 heta 48 saet bijî. Di bin sermahiya -100oC de spermên di nav tovava cemidî de dikarin bi salan zindî bimînin.
Tovav şileyek alkalî ya bi pH a 7.5 e. %5-10ê tovavê ji xaneyên sperm pêk tê. %60 şileya tovavê ji çikildana tovavê, %30yê şileya tovavê ji rijenê prostatad, rêjeyek pir hindik a şileya tovavê jî ji rijênê Cowper tê derdan. Ev hersê rijên wekî rijênên alîkar (bi înglîzî: accessory glands) ên nerekoendama zaûzê tên navkirin.
-Çikildanên tovavê-
Çikildanê tovavê (bi înglîzî: seminal vesicle) cotek rijênên cogedar in di laşê nêran de. Li paş mîzdankê li herdu aliyên rijênê prostat de cih digirin. Her çikildanek ji aliyê serê jêr ve bi cogek kurt ve girêdayî ye, ev cog wekî coga avêtinê (bi înglîzî: ejaculatory duct) tê navkirin. Coga avêtinê bi lûleya guhêzer ve girêdayî ye. Şileya çikildana tovavê şileyek alkalî, tîr û lîncî ye, gellek fruktoz, asîda sîtrîk, prostaglandîn û hin xurekemadeyên din lixwe digire. Fruktoza tovavê ji aliyê mîtokondriyên sperman ve ji bo bidestxistina ATP tên bikaranîn. Prostaglandîn madeyek mîna hormon e, bi sînyalan masûlkeyên malzarokê hander dike, masûlke girj dibin bi vî awayê sperm ber bi coga hêkê tên paldan. Piştê avêtinê, fîbrînojena nav tovavê diguhere bo fîbrîn. Fîbrîn tovavê piçek dimeyîne, tovav hê pirtir tîr dibe.
-Prostat-
Rijênê prostat di hewzekelênê de, li bin mîzdankê li pêşiya tortorîkê de cih digire, beşa jorê mîzerêyê dipêçe, ango mîzerê di nav prostatê de derbas dibe. Rijênê prostat derdanên xwe bi navbeynkariya cogikan rasterast der dide nav mîzerêyê. Derdana prostatê şileyek mîna şîr e. Di nav şileya prostatê de hin enzîmên meyînê, dijepeydaker û madeyen alkalî heye. Di dema avêtinê de masûlkeyên guşer (bi înglîzî: sphincter muscle)ên prostat û mîzdankê, coga mîzerêyê heta mîzdankê digirin,bi girtina coga mîzerêyê rê li ber sperm û tovavê tê girtin ko ber bi nav mîzdankê neherikin. Dema mîzkirinê, masûlkeyên prostatê,cogên tovavê digirin nahêlin mîz tevlê tovavê bibe. Ango di laşê mirov de avêtin û mîzkirin di heman demê de rû nade.
-Rijênê Cowper-
Rijenên Cowper (bi înglîzî: Cowper’s glands / bulbourethral glands) cotek rijênên biçûk in, di bin prostatê li herdu aliyên mîzerê de cih digirin.
Derdana rijenê Cowper şileyek bêreng, tîr û şor e. Şileya rijenê Cowper, şileyek alkalî ye. Şileya Rijenê Cowper madeyek lîncî ye, di nav zêyê(vajîna) de xilîskîna çûk hêsantir dike.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin





2021/11/23

Rijênê Cowper



    



    Rijenên Cowper (bi înglîzî: Cowper’s glands / bulbourethral glands) cotek rijênên biçûk in, di bin prostatê li herdu aliyên mîzerê de cih digirin. Mezinahiya her yekê rijênê Cowper bi qasî nokek e.

    Derdana rijenê Cowper şileyek bêreng, tîr û şor e. Şileya rijenê Cowper, şileyek alkalî ye. Şileya Rijenê Cowper madeyek lîncî ye, di nav zêyê(vajîna) de xilîskîna çûk hêsantir dike. Rijênê Cowper derdana xwe, berê avêtina tovavê ber dide nav mîzerê,loma hin caran derdana wî wekî pêşavêtin jî tê navkirin. Heke di nav mîzerê de paşmayiyên asîdî yên mîzê mabe, bi derdana rijenê Cowper tê paqijkirin. Hin caran, dema têkilîya seksî de beyî ko di nav zêyê de avêtin rû bide çûk paşve tê kişandin ko rê li ber ducaniyê were girtin. Lê dibe ko di nav şileya rijenê Cowper de hinek xaneyên sperm jî hebin. Di rewşek wîsa de her çiqas mirov xwe paşve bikişîne jî, egera rûdana ducanîmayî heye.