Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label koendam. Show all posts
Showing posts with label koendam. Show all posts

2022/05/26

Hormona dijemîztin

 





    Hormona dijemîztin an ji vazopresîn (bi înglîzî: antidiuretic hormone (ADH) - vasopressin) hormonek firepeptîdî (polîpeptîdî) ye. Li hîpotalamusê tê berhemkirin û ji bo hîpofîza paş tê şandin. Derdana hormona dijemîztin ji aliyê hîpofîza paş ve tê kirin.
Di zimanê înglîzî de ji bo tiştên dibin sedema tengbûna lûleyên xwînê û zêdebûna pestoya xwînê peyva “ vasopressor “ tê bikaranîn. Heke xestiya hormona dijemîztin di xwînê de pir zêde bibe, ev rewş dibe sedema qurmiçîna lûleyên xwînê. Lûleyên xwînê teng dibin pestoya xwînê berz dibe, loma hormona dijemîztin wekî vazopresîn (vasopressin) jî tê navkirin.
Hormona dijemîztin ji 9 asîdên amînî pêk tê. Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half-life) ya hormona dijemîztin 18 heta 20 xulek e. Hormona dijemîztin di demarexaneyên nav hîpotalamusê de tê çêkirin, bi tewereyan ber bi hîpofîza paş ve tê guhaztin û li wir tê embarkirin. Bi hankirina hîpotalamusê, hormona dijemîztin a embarkirî ji rijênê hîpofîz tê derdan. Du kartêkir dibin sedema zêdebûna derdana hormona dijemîztin. A yekem zêdebûna xestiya osmozî ya şileya derveyê xaneyan (plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan) e. A duyem jî kêmbûna qebare û pestoya xwînê ye.
Karê serekî yê hormona dijemîztin, kêmkirina deravêtina mîzê û tengkirina mûlûleyên xwînê ye.
--Karê hormona dijemîztin bo rêkxistina hevsengiya ava laş--
Ji bo berdewamiya jiyanê dabînkirina hevsengiya ava laş girîng e. Xestiya ava laşê mirov ji aliyê osmozewergirin li hîpotalamusê ve tê çavderîkirin. Osmozewergir di nav plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan de çavderiya xwê, iyon û madeyên tîwawe dike.Heke ji ber xwêdandanê an jî ji ber kêm vexwarina avê di laş de kêmasiya av peyda bibe, di xwînê de xestiya iyon û madeyên tîwawe zêde dibe. Ev rewş osmozewergiran han dike, demareragihadinên ji osmozewergiran ber bi hîpotlamusê ve tên şandin. Demarexaneyên derdanî yên hîpotalamusê hormona dijemîztin berhem dikin û der didin nav hîpofîza paş. Hormona dijemîztn ji hîpofîza paş tê derdan û tevlê xwînê dibe.
Hormona dijemîztin delînbariya (bi înglîzî: permeability) lûleka badayî ya dûrî û cogên berhevkirinê zêde dike. Bi vî awayê ji şijûyê hê pirtir av dubare tê mijandin.
Xaneyên cogên berhevkirinê wergirên hormona dijemîztin lixwe digirin. Wergir bi kîsikan ve girêdayî ne, kîsik jî cogên avê (bi latînî: aquaporins) lixwe digirin. Cogên avê ji proteînên parzûna xaneyê pêk tên.Di xaneyên cogên berhevkirinê de, cogên avê hertim vekirî nin in. Ji bo vekirîmayina cogên avê, divê di gurçikan de bi têra xwe hormona dijemîztin hebe. Dema xaneyên cogên berhevkirinê ji aliyê hormona dijemîztin ve tên han kirin, cogên avê li beşa parzûna xaneyê ya ko bi mîzê re rûbirû ye ve girê dibe. Bi vî awayê ava nav mîzê ji cogên avê derbasî nav xaneyên coga berhevkirinê dibe. Ava di xaneyên coga berhevkirinê tevlê xwînê dibe û di laş de dimîne. Bi çalakiya cogên avê, qebareya mîzê kêm dibe û xestiya sodyum, klor û madeyên din ên nav mîzê zêde dibe. Ango mîza xest (tîr) peyda dibe.
Bi kurtasî rêkxistina hevsengiya avê di laş de. Wekî gavên li jêr rû dide
Heke ava plazmayê ji asta asayî kêmtir be;
1. Ava laş bi xwêdandanê ji çermê mirov, û bi henasedanê jî wekî hilm ji dev û difin laşê mirov diterikîne. Heke ji dewsa ava çûyî, mirov bi têra xwe av venexwe xestiya osmozî û pestoya osmozî ya plazmaya xwînê zêde dibe. Herwisa gava mirov xurekên şor an jî şirîn dixwe dîsa xestiya osmozî ya xwînê zêde dibe. Mînak, heke mirov penêrê şor biwxe, îyonên xwêya penêr tevlê xwînê dibin û pestoya osmozî ya plazmaya xwînê zêde dikin.
2. Zêdebûna xestiya osmozî osmozewergirên li hîpotalamusê han dike.
3. Du encamên hankirina osmozewrgirên hîpotalamusê heye. A yekem hestê tîbûnê peyda dibe û zorê dide mirov bo vexwarina avê. A duyem jî ji rijêne hîpofîza paş, hormona dijemîztin tê derdan.
4. Hormona dijemîztin ji hîpofîzê tê derdan û tevlê xwînê dibe, bi herrika xwînê digihîje gurçikan. Di gurçikan de bi bandora hormona dijemîztin, delînbariya lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê zêde dibe.
5. Zêdebûna delînbariyê, di lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê de dubaremijîna avê zêde dike. Bi vî awayê xestiya osmozî ya mîzê zêde dibe, qebareya mîzê kêm dibe.
6. Bi zêdebûna dubaremijînê, hê pirtir av ji mîzê cihê dibe û vedigere nav şileya laş. Herwisa ji ber hestê tîbûnê vexwarina avê jî zêde dibe. Dawiya dawî xestiya osmozî ya plazmaya xwînê dadikeve asta xwe ya asayî.
Heke ava plazmayê ji asta asayî zêdetir be;
Heke mirov bi qebareyek zêde av an jî şilemenî vebixwe, îcar bûyerên li jor hatine rêzkirin bi awayekî berevajî rû didin.
1.Ava hatiye vexwarin di tevahiya laş de belavê nav şileya laş dibe. Ji ber ko mêjera madeyên tîwawe yên nav şileya laş naguhere, ava lê hatiye zêdekirin, xestiya osmoziya şileya laş kêm dike.
2. Kêmbûna xestiya osmozî di heman demê de dibe sedema kêmbûna pestoya osmozî. Pestoya nizim rê li ber çalakiya osmozewergirên li hîpotalamusê digire.
3. Du encamên rêgirtina çalakiya ozmozewergiran çêdibe. A yekem hestê tîbûnê kêm dibe û loma mirov dil nake ko av vebixwe. A duyem jî, rê li ber derdana hormona dijemîztin tê girtin.
4. Gava ji hîpofîza paş derdana hormona dijemîztin tê kêmkirin, demek şûnve di nav xwînê û herwisa di nav gurçikan de asta hormona dijemîztin dadikeve. Bi vê awayê delînbariya avê ya lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê tê kêmkirin.
5. Bi kêmbûna delînbariyê, di lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê de dubaremijîna avê kêm dibe. Av di nav mîzê de dimîne. Loma xestiya osmoziya mîzê kêm dibe lê qebareya wê zêde dibe.
6. Ji ber ko kêmtir av dubare tê mijîn, kêmtir av tevlê xwînê dibe. Herwisa di heman demê de hestê tîbûnê jî li mirov peyda nabe, loma mirov av jî venaxwe. Bi vî awayê xestiya osmozî û pestoya osmozî ya şileya laş ber bi xala asayî zêde dibe.
--Çalakiya koendama demarê bo derdana hormona dijemîztin--
Di hîpotalamus û gurçikan de de demarexaneyên taybet ên bi navê osmozewergir (bi înglîzî: osmoreceptors) heye. Guherînên xestiya osmozî (bi înglîzî: osmotic concentration-osmolality) ya plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan, ji bo osomozewergiran kartêkir (bi înglîzî: stimulant) e. Osmozewergir bersîva guherîna xestiya plazmaya xwînê dide û kar dike ji bo rekxistina rêjeya ava nav xwînê. Osmozewergir bi demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin vê di nav têkilîyêde ne. Hestê tîbûnê ji ber çalakiya osmozewergiran peyda dibe. Di hîpotalamusê û di gurçikan de bi hejmarek zêde osmozewergir heye.
Osmozowergirên li hîpotalamusê, zêdebûna pestoya osmozî ya plazmayê hest dikin û derdana hormona dijemîztin han didin. Zêdebûna pestoya osmozî (ji ber xestiya osmozî) di demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin de erkê kar dide destpêkirin. Li beşa tewerekotahiyê de, li ser parzûna xaneya demarexaneyê de cogên kalsiyumê (Ca2+) yên jêrdestê voltajê(bi înglîzî: voltage-gated Ca2+ channels) heye. Erkê kar di kotahiya tewereya demarexaneyê de cogên kalsiyumê dide vekirin. Her ko kalsiyum ji şileya navbera xaneyan, ber bi nav demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin ve diherike, ji demarexaneyan, hormona dijemîztin tê derdan. Hormona dijemîztin bi verişînê (bi latînî: exocytosis) ji demarexaneyên çêker tê derdan Derdana hormona dijemîztin bi çerxa paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback loop) tê çavderîkirin. Her ko xestiya osmozî ya xwînê kêm dibe osmozewergirên hîpotalamusê guherînê hest dikin û bi qasê kêmbûna xestiya ozmozî, derdana hormona dijemîztinê didin kêmkirin.
--Bandora hormona dijemîztin li ser qurmiçîn û tengkirina lûleyên xwînê--
Ji nişka ve kêmbûna qebareya xwînê jî hormona dijemîztin dide derdan. Wekî mînak, dibe ko dema birîndarbûne de xwînberbûnek xeter rû bide û gellek xwîn ji laş derkeve. Di rewşek wisa de qebareya xwîna laş kêm dibe. Kêmbûna qebaraya xwînê dibe sedema kêmbûna pestoya xwînê. Guherînên pestoya xwînê ji aliyê pestanewergiran (bi înglîzî: baroreceptors) ve tê hestkirin. Pestanewergir li şahxwînberên stûyê mirov û li guhikeya çepê ya dil de cih digirin. Pestanewergir agahiya kêmbûna pestoya xwînê bi demareragihandinan dişînin hipotalamusê, li hîpotalamusê demarexaneyên derdanî ango demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin, dest bi berhemkirin û derdana hormona dijemîztin dikin. Hormona dijemîztin rê li ber deravêtina avê digire ko qebareya xwînê hê pirtir kêm nebe. Bi vê awayê qebare û pestoya xwînê ber bi xala asayî tê guhertin. Gava pestoya xwînê zêde dibe, îcar demarexaneyên derdanî rê li ber derdana hormona dijemîztin digirin, di cogên berhevkirinê de dubaremijîna ava nav mîzê rû nade. Ango deravêtina avê zêde dibe ko pestoya xwînê kêm bibe bo asta asayî.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/05/18

Mîzerê




Mîzerê (bi înglîzî: urethra) cogek masûlkî ye ji bo deravêtina mîza mîzadankê ber bi derveyî laş
Bi mîzkirinê, mîz ji mîzdankê tê berdan û di mîzerêyê de ber bi derveyî laş diherrike.
Ji xeynî mîzerê erk û pêkhateya hemû endamên koendama mîzê di laşê mirovan de heman e. Ango di erk û pekhateya gurçik, nefron, borrîmîz û mîzdank a nêr û mêyan tu cudahî tune. Lê erk û pêkhateya mîzerêya mê û nêran ne yek e.
Taybetmendiyek hevbeş a mîzerêyên mê û nêran, hebûna guşeran e. Du guşerên masûlkî mîzerê dorpêç dikin. Guşera jorîn ji lûsemasûlkeyan pêk tê û wekî guşera navî ya mîzerê (bi înglîzî: internal urinary sphincter) tê navkirin. Guşere jêrîn ji peykeremasûlkeyan pêk tê û wekî guşere derve ya mîzerê (bi înglîzî: external urinary sphincter) tê navkirin. Bi çalakiya van herdu guşeran, mîzkirin tê rêkxistin.
--Mîzerêya mêyan--
Dirêjiya mîzerêya mêyan kurt e, bi qasî 4 cm û tîreya wê 6 mm ye. Mîzerê ji stûyê mîzdankê dest pê dike, li jorê devê zêyê, li bin gilikê (bi latînî: clitoris) de li devê mîzerê de bi dawî dibe. Devê mîzerê, di bin kontrola guşera derve ya mîzerê de ye. Ji ber kurtiya mîzerê, egera tûşbûna nexweşiyên mîzdankê û coga mîzê di nav mêyan de zêdetir e.
Dîwarê mîzerêya mêyan ji du çînan pêk tê: aliyê derve çîna masûlkî, aliyê navî lînceperde.
Çîna masûlkî du qatî ye. Qata navî ji lûsemasûlkeyan, qata derve jî ji peykeremasûlkeyan pêk tê. Lûsemasûlkeyên mîzerê ji aliyê demarekoendama xweyî ve tên kontrolkirin. Guşera derve ya mîzerê ji peykeremasûlkeyan pêk tê û bi awayekî xwewîst (bi inglîzî: voluntary) tên kontrolkirin. Navpoşê beşa nezikî (bi înglîzî: proximal part) ya mîzerê ji rûkeşeşanaya guherbar, navpoşê beşa dûrî (bi înglîzî: distal part) jî ji rûkeşeşaneya fireçînî (bi înglîzî: stratified epithelium) pêk tê.
--Mîzerêya nêran--
Di laşê nêran de du erkên mîzerê heyê, avêtina mîzê û avêtina tovavê.Ango mîzerê bi eslê xwe cogek hevpar e ji bo herrika mîz û tovavê. Lê tu car mîz û tovav di heman demê de di nav mîzerêyê de derbas nabin. Di nêran de mîzerê hê dirêjtir e û di nav çûk de dirêjê derveyî laş dibe. Dirêjiya mîzerêya nêran bi qasî 20 cm e. Mîzerê ji mîzdankê dirêjê nav rijênê prostat dibe, paşê di nav çûk de ber bi derve dirêj dibe.
Sê beşên serkî yê mîzerêya nêran heye; mîzerêya prostatî(bi înglîzî: prostatic urethra), mîzerêya perdeyî (bi înglîzî: membranous urethra) û mîzerêya îsfencî (bi înglîzî: spongy urethra)
mîzerêya prostatî 3 heta 4 cm dirêj e û firehbar e. Ji mîzdankê der dikeve û di nav prostatê de dirêj dibe. Navpoşê mîzerêya prostatî lînceperdeye û ji rûkeşeşaneya guherbar pêk. Du gurzên lûsesmasûlke lînceperdeyê dipêçe. Gurza navî ji lûsemasûlkeyên dirêjkî, gurza derve ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Herwisa guşere navî ya mîzerê ya devê mîzdankê jî ji lûsemasûlkeyên bazinî pêk tê. Hin caran xaneyên rijênê prostat bi dabeşbûnê zêde dibin, prostat gir dibe û diwerime, prostata girbûyî mîzerêya prostatî dişidîne, loma herrika mîzê di nav mîzerê de hêdî dibe.
Mîzerêya perdeyî, beşa herî kurt a mîzerê ye û firehbariya wê pir hindik e. Mîzerêya perdeyî ji aliyê jêrê prostatê ber bi navpençika mîzûzaûzê (bi înglîzî:urogenital diaphragm) dirêj dibe. Rîşalên peykeremasûlke mîzerêya perdeyî dorpeç dike, bi vî awayê guşera derve ya mîzerê peyda dibe. Navpoşê mîzerêya perdeyî bi gelemperî ji rûkeşeşaneya stûnî ya fireçînî (stratified columnar epithelium) an jî rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî (pseudostratified columnar epithelium) pêk tê.
Mîzerêya îsfencî beşa herî dirêj a mîzerê ye. Dirêjiya wê bi qasî 15 cm e. Ev beşa mîzerê ji aliyê şaneya repker a bi navê tenê îsfencî ve pêçayî ye. Navpoşê beşa nêzikî ya mîzerêya îsfencî bi rûkeşeşaneya stûnî ya zirfireçînî hatiye dapoşkirin. Navpoşê beşa dûrî jî bi rûkşeşeşaneya pehn a fireçînî (stratified squamous epithelium) dapoşî ye.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin







2022/03/13

Hevsengiya navekî

 


Hevsengiya navekî (bi latînî: homeostasis) li dij guherînên hawirdorê, çalakiyên xane û şaneyan ji bo dabînkirina rewşa asayî ya zîndewerê.

Ji bo berdewamiya jiyanê divê zîndewer pêkhateya şileya derdora xaneyên xwe rêk bixe. Divê astek asayî ya sabît ji bo pH û germahiya laşê xwe dabîn bike û nehêle guherînên zêde çêbibe. Herwisa divê di laşê zîndewerê de xestiya xurek, oksîcen û gazên din her tim bi têra xwe be.
Di nav laş de çalakiyên bo dabînkirina hawirdorek ne guherbar, wekî “hevsengiya navekî” tê navkirin. Hevsengiya navekî yek ji taybetmendiyên bingehîn ên zîndeweran e. Xane, şane, endam û koendamên zîndeweran, li dij guherînên navî û derveyî, bi çalakiyên xwe rê li ber guherinan digirin, rewşa xwe li dij guherînan sabît dihêlin.
Xane û şaneyên zîndeweran di bin şert û mercen hawirdorek sabit (neguherbar) de çalakiyên xwe hê baştir pêk tînin. Lê hawirdora zîndeweran guherbar e. Wekî mînak; di laşê mirovek tendurist de germahiya laş bi qasî 37 pile santîgrat e, pH a xwînê 7.4 e, rêjeya asayî ya glukoza xwînê 90 mg/100ml ye û hvd. Dibe ko ji ber cor û rêjeya xurekan, ji ber zîndeçalakiyên xaneyan an jî ji ber germahî û sermahiya hawirdorê hin guherîn di laşê mirov de rû bidin. Heke guherînên hawirdorê di navberek teng de bimîne, guherîn biçûk be, zîndewer dikare li ber xwe bide. Lê heke guherînên hawirdorê zêde bin, dibe ko ev guherîn bibe sedema sistbûn an jî têkçûna xane, şane û endamên zîndewerê. Loma divê zîndewer di hawirdorek guherbar de, bi çalakiyên xane û şaneyên xwe, hawirdora xwe rêk bixe bo asta asayî. Asta asayî ya hawirdorê ji bo hemû zîndeweran ne heman e. Wekî mînak; hemû zîndeçalakiyên xane û şaneyan di germahiyek taybet dê rû didin, ev germahî ji bo laşê mirov 37 pile santîgrat e. Ango ji bo germahiya laşê mirov xala asayî (bi înglîzî: set point) 37 pile santîgrat e. Dibe ko germahiya hawirdorê zêde bibe an jî kêm bibe, ango germahiya laş ji xala asayî dûr bikeve, lê laşê mirov dîsa jî hewl dide ko asta germahiya laşê xwe ber bi xala asayî bizivirîne. Bi vê awayê di germahiya havînê de û di sermahiya zivastanê de germahiya asayî ya laşê mirov li der dora 37 pile santîgratê de dimîne. Hewldana rêkxistina pileya germahiya laş, mînake ji bo hevsengiya navekî.
Hemû zîndewer bi rêkxistina hevsengiya navekî, ji bona xwe hawirdorek guncav ava dikin. Xane, şane an jî endamên mirov li dij guherînên hawirdorê bertek nîşan didin, bi vî awayê di laşê mirov de hewlên bo asayîkrina rewşa nû dest pê dike. Ji bo berdewamiya hevsengiya navekî, divê rêje û mêjera madeyên nav laş, çalakiya endam û koendamên laş, hertim ji aliyê laş ve werin rêkxistin..
Di laş de hawirdora navî ji şileya derveyê xaneyê (bi înglîzî: extracellular fluid) pêk tê. Xane di nav vê şileyê de dijîn.Qebareya şileya derveyê ya mirov bi qasî 15 litre ye. Şileya derveyê xaneyê ji plazmaya xwînê û ji şileya navbera xaneyan (bi înglîzî: interstitial fluid) pêk tê. Şileya derveyê xaneyan, xurek, iyon, hormon av û madeyên pêwist ên bo berdewamiya jiyana xaneyan lixwe digire. Şileya nav xaneyê (bi înglîzî:intracellular fluid) piraniya sîtoplazmayê pêk tîne. Ji bo berdewamiya jiyanê, divê di pêkhateya şileya nav xaneyan an jî şilaya navbera xaneyan de guherînên mezin çênebe û hawirdor hema neguherbar bimîne. Hemû guherînên nav xaneyê an jî guherînên hawirdora navî, çalakiyên bo rêkxistina hevsengiya navekî dide destpêkirin.
--Kontrola hevsengiya navekî--
Dema di hawirdora zîndewerek de guherîn çêbibe, divê ev guherîn demildest were sererastkirin û hawirdor vegere rewşa xwe ya asayî. Guherînên di hawirdora navî an jî hawirdora derveyî, wekî kartêkir (bi latînî: stimulus) tên navkirin. Kartêkir ji aliyê wergiran ve tên tespîtkirin. Wekî bersîvek ji bo wergiran, endam û koendamên mirov, guherînan ber bi xala asayî sererast dike.
Ji bo rêkxistina hevsengiya navekî, zîndewer ji her beşênlaş ve agahdarî tov dike û diguhezîne. Hevsengiya navekî bi du rêyan tê rêkxistin; bi koendama demarê û bi koendama rijênan.
Di koendama demarê de agahiyên hawirdorê bi şêweyê kartêkirên elektrîkî, bi navbeynkariya demarexaneyan ber bi demarekoendama navendî tê guhêztin. Di koendama rijênan de agahî bi navbeynkariya peyamberên kîmyayî (hormon) yên nav xwînê tê guhêztin.
Bi gelemperî, çalakiya hevsengiya navekî bi kontrolkirina pêkhateya xwînê rû dide, bi vî awayê şileya navbera xaneyan û şaneyan jî tê kontrolkirin.
Heke di laş de asta asayî ya madeyek an jî hawirdorek biguhere, wekî mînak; xala asayî ya pH a xwînê biguhere ev rewş wekî mîna kartêkir bandor li ser laş dike û hîpotalamusê ji rewşa nû agahtar dike. Hîpotalamus bi ragihandina demarî bandor li ser koendaman dike û pH a xwînê ber bi xala asayî sererast dike. Çalakiyên hevsengiya navekî li ser bingeha paşragihandina neyînî hatine sazkirin. Di laşê zîndeweran de gelemperiya hevsengiya navekî bi rêbaza paşragihandina neyînî rû dide.Paşragihandina neyînî kar dike bo kêmkirin an jî ji hole rakirina guherînên ji aliyê wergiran ve hatiyê tespîtkirin. Ango zîndewer bi rêbaza paşragihandina neyînî, guherînan dizivirîne xala asayî.
--Mînakên sereke yê hevsengiya navekî di laşê mirov de--
• Di laş de rêkxistina mêjera av û mîneralan. Ev kar wekî rêkxistina hevsengiya osmozî tê navkirin û bi gelemperî di gurçikan de rû dide.
• Dûrxistina madeyên paşmayî. Ev çalakî wekî deravêtin (bi înglîzî: excretion) tê navkirin. Çerm, pişik û gurçik endamên deravêtinê ne ko hevsengiya navekî rêk dixin.
• Rêkxistina germahiya laş. Piraniya xebat ji aliyê çerm ve tê kirin.
• Rêkxistina asta glukoza xwînê. Kezeb û pankreas ji vê karê berpirsiyar in. Însulîn û glukagon ji aliyê pankreasê ve tê berhemkirin û derdan bo rêkxistana glukoza nav xwînê.
• Rêkxistina pH a xwînê. Pişik bi alûgorkirina oksîcen û karbona dîoksîdê piliya asayî ya pH a laş dabîn dike.
• Rêkxistina asta mîneralên wekî hesin, sodyum, kalsiyum, potasyum û hvd .
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.