Ziman
endamek masûlkî ye, li her aliyê dev de bi hêsanî dilive. Rûyê
ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Li gel lîncê, rijênên lîkê,
lîk der didin ser ziman, loma ziman hertim şil e. Ziman erkên wekî
çêjtin(tamgirtin), peyvîn û daqurtin bi cih tîne.
Ziman
û heris
Ziman
erka heriskirina kîmyayî û makanîkî pêk tîne. Enzîma
lîpaz ji boy heriskirina çewrî, di pankreasê de tê berhemkirin û
derdan, lê zimanê mirov jî hinek lîpaz der dide, ev lîpaz wekî
lîpaza zimanî(lingual lipase) bi
nav dibe.
Ev lîpaza zimanî ne di devê mirov
de, lê di gedeyê de çalak dibe û hinek
çewrî heris dike.
Li ser rûyê ziman de hin rijênên lîkê hene, bi
derdana lîkê xurek nerm dibe, hê
zûtir perçe dibe. Lîk enzîma amîlazê lixwe digire, amîlaz
xurekên karbohîdradî diherisîne. Ango
ziman ji boy herisa kîmyayî enzîm der dide.
Her wisa ziman
erka herisa makanîk jî pêk tîne. Xurek
bi alîkariya ziman di nav dev de serûbin dibe, bi vî awayê lîk
tevahiya xurekê şil dike û nerm dike. Dema
cûtinê, ziman bi
navbeynkariya masûlkeyên xwe, loqên
xurekê aresteya nav diranan
dike, bi vî awayê diran bi hêsanî xurek dicûn.
Piştê cûtinê, ziman loqa xurekê
ber bi gewriyê pal dide.
Ziman
û tamgirtin
Li
ser rûyê ziman de gopik(bi
îngilîzî,
yekjimar papilla,
pirrjimar papillae)
hene,
di nav van gopikan de komên gopika tamê(çêjegopik) heye. Çêje
gopikek ji koma xaneyên çêjewergir, xaneyên piştgiriyê, û
demarên hestê pêk tê. Li ser parzûna xaneya xaneyên çêjewergir
de wergirên kîmyayî( kîmîwergir )heye. Ji xaneyên wergir
pêkhateyên mûyî ji kunika çêjegopikê dirêjê derve dibe, ev
pêkhateyan wekî kûlkên çêjê bi nav dibin.
Ji
boy mirov tama xwarin û vexwarinê bigire, divê xurek di nav lîkê
de şil bibe û bihele. Ji xurekên helandî molekulên kîmyayî
derdikeve, molekulên kîmyayî bi navbeynkariya kûlkên çêjê tên
girtin. Molekulên kîmyayî, kîmîwergirên xaneyên çêjewergirê
çalak dikin. Bi vî awayê sînyal ji xaneyên çêjewergir derbasî
demarên hestê dibin. Demarên hestê sînyalan radigihînin mejî,
di mejî de cureya çêjê an
jî hestên din tê şîrovekirin.
Li ser rûyê ziman de ne yek , lê
çar cure gopik
heye. Şewe û erka her gopikek ne
yek e. Li gor cureyên xaneyên
çêjewergirên nav gopikan mirov tamên
xurekan wekî tirş, şîrîn, şor, tal, tûj hest dike.
Li
ser rûyê ziman hin hestewergirên din jî hene. Wekî mînak hestên
wekî hişkbûn an jî nermbûna xurekan, germî an jî sariya
xurekan ji aliyê wergirên li ser ziman ve tên girtin.
No comments:
Post a Comment