Gelo lêkosît(xirokên spî) hokarên nexweşiyê çawa dinasin?
Heke xaneyek tuşî vîrus bibe, vîrus raste rast dikeve nav xaneyê û li wê derî de zêde dibe. Lê hokarên nexweşiyê bakterî an jî zindiyên din be, dibe ku di nav xaneyê de an jî li dewrûbera xaneyê de zêde bibin. Ji boy nasîna hokarên nexweşiyê, divê xirokên spî û hokarên nexweşiyê an jî xaneyên mêwandar(xaneyên bi hokarê nexweşiyê tuşbûyî) rastê hev werin. Li ser rûyê hokarên nexweşiyê de nexşên molekulên têkildarên hokarên nexweşiyê (Pathogen-associated molecular patterns (PAMPs) ) heye. PAMPs molekulên taybet in, dibe ku ji proteîn, lîpopolîsakkarîd an jî ji asîdên nukleî(dendikî) çêbûyî bin. Taybetîya van molekulan eve ku, li ser xaneyên sax ên laş de tune ne. Lêkosît heke rastê PAMPs’ an were, wê gavê dizane ku ev xane ne ji xaneyên asayî yê laş e.
Xaneyên hellûşênera gewre û xaneyen dendrîdî cureyên xaneyên xirokê spî(lêkosît) ne. Li ser rûyê parzûna xaneyên hellûşênera gewre û xaneyên dendrîtî de ji boy naskirina PAMPs’an molekulên tewawker heye. Ev molekulan wekî wergirên nasîna nexşê
(Pattern recognition receptors (PRRs)) bi nav dibin. Ango PAMPs û PRRs temamkerên hevdu ne. Hellûşênera gewre( Makrofaj) Bi alikariya PRRs ên li ser rûyê derva yê parzûnê, hokarên nexweşiyê ji PAMPs an nas dike û hewl dide ku hokarên nexweşiyê qûtbide( diqurtine) û têkbişkîne. Ji boy naskirina hokarên nexweşiyê, divê lêkosît û hokarên nexweşiyê di nav têkiliyê de bin.

No comments:
Post a Comment