Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label mîtoz. Show all posts
Showing posts with label mîtoz. Show all posts

2022/08/09

Şeqbûn

 


    Pîtîn di coga hêkê de rû dide. Piştê pîtînê, zîgota mirov di nav 24 saetan de dabeş dibe û dibe embriyoya du xaneyî.

    Li pey pîtînê, zîgot bi rêzedabeşbûnên li pêy hev, bi lez dabeş dibe. Bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyan wekî 2, 4, 8, 16, 32, 64 ... zêde dibe. Ev qonaxa dabeşbûnê ya zîgotê wekî şeqbûn tê navkirin.
    Şeqbûn di coga hêkê de dest pê dike, heta embriyoya bigihîje malzarokê, didome.
Di gavên şeqbûnê de qebareye zîgotê naguhere qebareya xaneyên nû kêm dibe. Ango di her dabeşbûnek de qebareya xaneyên nû (xaneyên keç) dadikeve nîvê qebareya makexaneyê.
Xaneyên nû yên bi şeqbûnê hatine çêkirin, wekî “blastomer” tên navkirin. Hemû blastomer ji aliyê bomaweyî (genetîkî) ve kopyayên hev in.
    Şeqbûn, piştê pîtînê bi çalakiya hokara handerkirina mîtozê (bi înglîzî: mitosis promoting factor (MPF) dest pê dike. MPF ji du binebeşan pêk tê, Sayklîna B û kînaza pêgira sayklîn. Bi çalakiya hokara handerkirina mîtozê, çerxa xaneyê ya blastomeran tenê bi du gavan didome: Qonaxa S û Qonaxa M. Ango di xaneyên pêşembriyoyî de qonaxên G1 û G2 yên çerxa xaneyê an hîç tune an jî gellek kurt e, loma dabeşbûnên şeqbûnê li gor debeşbûna mîtozî ya asayî gellek bi lez rû dide.
    Berê her dabeşbûnek, bi duhendebûnê, hejmara kromozomên blastomeran dibe du qat. Ji ber ko kromozom ji ADN û proteîna hîston pêk tê, divê ji bo berdewamiya şeqbûnê ADN were dirustkirin. Herwisa hinek proteîn û madeyên sakar jî tên berhemkirin.
    Bi qasî sê roj piştê pîtînê, hejmara xaneyên embriyoyê digihîje 16 xaneyan. Ev koma xaneyên bi awayekî şidayî bi hev re girêdayî, dişibe mêweya(fêkî) tûyê. Loma ji bo vê pêkhateyê navê “morula” tê bikaranîn. Di zimanê latînî de wateya morula “tûya piçûk”e. Morula ji xaneyên erk û qebareya wekhev pêk tê. Gorankariya xaneyan ji qonaxa morulayê şûnde dest pê dike. Li gor pêdiviyê, xane diguherin bo hemû şane û endamên laş.
    Gava hejmara xaneyên bi şeqbûnê çêbûne ji sedî zêdetir dibin, êdî embriyo wekî blastula tê navkirin. Xaneyên blastula jî, wekî blastomer tên navkirin. Xaneyên blastomer bi awayek şidî be hevre girêdayî ne. Embriyoya mirov di qonaxa blastula de wekî blastoçikildan (bi inglîzî: blastocyst) tê navkirin. Her ko blastomerên nû tên peydakirin, blastomer ber bi aliyê derve dilivin û navenda bilastoçikildanê vala dihêlin. Di vê qonaxê de embriyo dişibe gogê. Çîna xaneyên aliyê derve wekî blastoderm tê navkirin. Navenda bi şile tîjî jî blastokelên (bi înglîzî: blastocoel) tê navkirin.
    Şeqbûn bi destpêka qonaxa blastoçikildanê bi dawî dibe. Hemû zîndewerên firexaneyî bi şeqbûnê geşe dibin û diperisin. Lê şêweyî şeqbûnê li zîgota her zîndewer de ne heman e.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.





2022/06/30

Mîtoz

 


Mîtoz an jî dabeşbûna mîtozî (bi înglîzî: mitosis) pêvajoya dabeşbûna xaneyê ye ko kromozom duhende dibin û bi awayekî yeksan di navbera du xaneyên keç de tên parvekirin.
Di zimanê yewnanî de ji bo dezî peyva “mitos” tê bikaranîn, loma dabeşbûna mîtozî wekî “dezîyedabeşbûn” jî tê navkirin
Mîtoz beşek ji çerxa xaneyê (bi înglîzî: cell cycle) ye. Çerxa jiyana xaneyê ji du qonaxên serekî pêk tê, qonaxa înterfaz û qonaxa mîtozî (bi înglîzî: M phase). Herwisa qonaxa mîtozî jî ji du beşan pêk tê, mîtoz û sîtokînez. Di pêvajoya mîtozê de, kromozom û sentrozomên makexaneyê parve dibin. Parvebûna kromozoman wekî karyokînez tê navkirin. Di dawiya karyokînezê, sîtokînez dest pê dike. Di pêvajoya sîtokînezê de sîtoplazma û endamokên makexaneyê di navbera herdu xaneyên keç de tên parve kirin.
Bi dabeşbûna mîtozî her ko hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe, zîndewer jî geşe dibe. Herwisa xaneyên ziyangirtî jî bi mîtozê tên nûkirin. Li gor cora xaneyê û cora zîndewerê, dibe ko maweya dabeşbûna mîtozî çend xulek an jî çend saet be.
Hemû zîndewerên firexaneyî, di despêka jiyana xwe de tekxaneyî ne. Ev yek xane bi dabeşbûna mîtozî dibe 2,4,8,16,32,64.....
Wekî mînak, jiyana mirov bi yek xaneyek, xaneya zîgot dest pê dike. Zîgot bi dabeşbûna mîtozî hejmara xaneyan zêde dike. Di laşê mirovê temenê pêgihîştî de 10 trîliyon heta 50 trîliyon xane heye. Evan hemû xaneyan bi dabeşbûna yek xaneyek peyda dibin. Her çiqas erk û pêkhateya şane û endamên laş ne yek bin jî, hemû xaneyên laş ji aliyê zanyariyên bomaweyî de heman in. Ji xeynî sperm û hêkexaneyê, hemû xaneyên mirov 46 kromozom lixwe digirin. Di kromozomên hemû xaneyên laş de hejmar û cihên genan heman in. Ango hemû xane kopyayê hev in.
Dabeşbûna mîtozî ne karekî hêsan e. Dema xane dabeş bibe, divê hemû endamok, sîtoplazma û kromozomên xaneyê, bi herdu xaneyên keç ve bi yeksan were parvekirin. Bi dabeşbûna mîtozî ji makexaneyê du xaneyên keç çêdibe. Xaneyên keç di derbarê zanyariyên bomaweyî (genetîkî) de wekhev in û kopyayên makêxaneyê ne.
Di pêvajoya dabeşbûna mîtozî de evan gavên sereke yên li jêr li du hev rû didin
1. Hilweşîna parzûna navikê ya makexaneyê
2. Rêzbûna kromozoman li ser xêza ekvatori ya makexaneyê
3. Ji hev cihêbûn û parvebûna kromozoman
4. Ji nûve çêbûna parzûna navikê li dora herdu komên kromozoman
5. Parvebûna sîtoplazma û endamokên makexaneyê.
Mîtoz ji 5 qonaxan pêk tê: Profaz, Prometafaz, Metafaz, Anafaz, Telofaz .
Di zîmanê yewnanî de φάσις(fasîs) ji bo peyva qonaxê tê bi kar anîn.
Ji bilî vê,
wateya πρό (pro) pêşî
a μετά(meta) li navber, paşê
a ἀνά (ana) ji her yekê
a τέλος (telos) dawî ye.
Di rastiyê de navbera van qonaxan da rawestîn tune ye, ji serî hetanê dawî, dabeşbûn bê navber didome. Evan qonaxan ji bo gav bi gav çavderîkirina tevgera kromozom û endamokên xaneyê tên bikaranîn.
Profaz: (Qonaxa amadeyî)
Dema xane ne li ser karê dabeşbûnê da be, kromozomên xaneyê wekî kromatîn bi nav dibin. Kromatîn mîna rîşalkên dirêj û zirav in, bi duhendebûna ADNyê kopiyekî ya her kromatînê tê çêkirin. Di dema dabeşbûnê de, divê her kopiyekî kromotîn biçê xaneyek. Lê kromatîn pir dirêj in, rîşalkên kromatînan mîna rîsên gilokên vekirî li nav hev dikevin, di vî rewşê de ji hev cihêbûna kromatînan gelek zor e. Di qonaxa profazê de rîşalên kromatînê xwe li dor xwe dipêçînin, gilok dibin û hê pirtir kin û qalind dibin. Sentromerên her du kromatîdên xwîşk xwe bi hev girê didin. Kromatîdên xwîşk bi alikariya proteînek, bi navê proteîna kohesîn (cohesin) xwe li hev digirin. Di vê qonaxê de navikoka makexaneyê winda dibe. Sentrozom ji hev cihê dibin û her yek ber bi cemserek xaneyê ve diçin. Li navbera sentrozoman de çêkirina rîşalên teşiyê dest pê dike. Rîşalên teşiyê ji mîkrotubulan pêk tê. Rîşalên teşiyê sê cor mikrotubul lixwe digire.Mîktotubulên kînetokorî, mîkrotubulên cemserî û mîkrotubulên stêrî. Mîkrotubulên kînetokorî ji herdu cemseran dirêj dibin û xwe bi kînetokorên kromozoman ve girê didin, kromatîdên xwîşk ber bi cemserên makedikişînin. Mikrotubulên cemserî, di qonaxa anafazê de ji bo dirêjbûna xaneyê kar dikin.
Mîkrotubulên stêrî mikrotubulên kurt in,di her cemserek de ji bo girêdana rîşalên teşiyê kar dikin. Herwisa aresteya rîşalên teşiyê ji aliyê mîkrotubulên sterî ve tê dîyarkirin.
Xaneyên riwekan sentrozom lixwe nagirin, lê dîsa jî rîşalên teşiyê ava dikin.
Prometafaz (Qonaxa pêşkemberî)
Parzûna navikê dest bi parçebûnê dike. Mîkrotubul ji her du cemseran dirêj dibin û hinekê ji wan dikevin nav navikê. Kromozom hê pirtir gilokî dibe. Herdu kromatîdên kromozomê di sentromerên xwe de kînetokor cih dikin. Hinek ji mîkrotubulên kînetokorî xwe bi kînetekoran ve girê didin.
Metafaz (Qonaxa kemberî)
Sentrozom li her du cemseran cih dibin. Kromozom hê pirtir xwe li dor xwe dipêçînin. Bi vî awayî kromozom kintir û qalindtir dibin, di bin mîkroskoba ronakî de baş xuya dibin. Kromozom li ser xêza ekvatorî ya xaneyê de rêz dibin. Ev xêza ekvatorî wekî ‘sêniya metafazê’ tê navkirin. Her yeka kromatîdên xwîşk bi mîkrotubulên kînetokorî yên dijber ve tê girêdan. Metafaz qonaxa herî dirêj a mîtozê ye.
Anafaz (Qonaxa cihêbûnê)
Mîkrotubulên cemserî ji her du cemseran ve xwe dirêj dikin. Gava li hev diqelibin(rastê hev tên), hevdu tehn didin, bi vi awayî xane dirêj dibeû şiklê teşiyê digire. Bi qelişîna proteîna Kohesîn a navbera kromatîdên xwîşk, ji hev cihêbûna kromatîdan jî dest pê dike. Mîkrotubulên kînetokorî di serê bi kînetokor ve girêdayî de xwe hildiweşînin û kin dibin, kromatîd li ser mîkrotubulan ber bi cemserê tevdigerin. Her yeka kromatîdên xwîşk ên ji hev qetiyanê, êdî wekî kromozom tên navkirin. Anafaz qonaxa herî kin a mîtozê ye.
Telofaz (Qonaxa kotahî)
Bi vî qonaxê ve êdî di nav xaneyê de du navik çêdibin. Li derdora navikan parzûna navikê peyda dibe. Parzûna navikê kromozoman ji sîtoplazmayi cihê dike.
Hemû mîkrotubulên rîşalê teşiyê hildiweşin bo tubulîn. Tubulîn ji bo dirustkirina peykerexaneyên xaneyên keç tên bikaranîn.
Di nav navikan da navikok cardin çêdibin. Kromatînên badayî yên kromozoman, xwe ve dikin, zirav û dirêj dibin. Ber bi dawiya telofazê, dabeşbûna navikê (karyokînez) diqede û du navikên wekhev peyda dibe.Telofaz qonaxa dawî ya mîtozê ye.

Sîtokînez
Ji xeynî çend coran, hema bigre tevahiya xaneyên navikrasteqîneyan (eukaryotan) piştê dabeşbûna navikê, hewl dide ko sîtoplazma û endamokên xaneyê jî parve bike. Sîtokînez bi qonaxa anafazê dest pê dike, di qonaxa telofazê de didome û berê înterfaza nû jî diqede
Gavên dabeşbûna sîtoplazmayê (sîtokînez) di xaneya ajal û a rîwekan da ne mîna hev e.
Sîtokîneza xaneya ajalan
Xaneyên ajalan bi parzûnek gelek tenik û qayîşokî dorpêçî ne. Sîtokînez bi qelîştoka dabeşbûnê dest pê dike. Xane ji qada xêza ekvatorî ya metafazê girj dibe û gelîştoka dabeşbûne çêdibe. Girjbûna deziyên(rîşalkên) aktîn û miyozînê, parzûna xaneyê ber bi hundirê sîtoplazmayê ve dikişîne. Her ko girjbûna rîşalkên bin parzûnê zêde dibe, xelaka girjdar teng dibe dawiya dawî makexane dibe du parçe. Ev herdu xaneyên keç, ji ber hêla genetîkî ve wekhev in, loma ev her du xane wekî xaneyên xwîşk jî tên navkirin. Lê mêjera sîtoplazma û endamokên xaneyan dibe ko ne yeksan be.
Sîtokîneza xaneyên riwekan
Xaneyên riwakan jî mîna yên ajalan bi parzûnek tenik û qayîşokî dorpêçî ne. Lê parzûna xaneyên riwekan bi diwarê xaneyê dorpêçî ye. Dîwarê xaneyê mîna parzûna xaneyê qayîşokî nîn e, loma qelîştoka dabeşbûnê çênabe. Xaneyên riwek bi lewheya dabeşbûnê sîtoplazmayê parve dikin.
Dema hê qonaxa telofazê didome, ji heybera Golgîyê kîsikok çêdibin, mikrotubul van kîsikokana diguhezînin xêza ekvatorî ya xaneyê. Di nav kîsikokan de ji bo dîwarên xaneyê materyel hene. Bi van kîsikokan levheya dabeşbûnê ji navenda xaneyê, ber bi parzûna xaneyê durist dibe û xwe bi parzûne ve dizeliqîne. Êdî lewhe wekî dîwar tê navkirin. Bi vî awayî ji makêxaneyê du xaneyên keçik çêdibin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/01/18

Oogenesîs



    Di laşê mêyan de pêvajoya çêbûna xaneya hêkê wekî oogenesîs an jî ovogenesîs tê navkirin.
Oogenesîs bi xaneyên bineratî yên hêkdankê dest pê dike. Xaneyên bineratî yên hêkdankê wekî xaneyên çêkera hêkê tên navkirin.
Pêvajoya çêkirina hêkan berê zayînê dest pê dike. Çawa ko di laşê korpeleyê de endamên wekî dil, gede, mejî hwd çêdibin herwisa cotek hêkdank jî çêdibe. Di nav hêkdankê de xaneyên çêkera hêkê bi dabeşbûna mîtozî, hejmara xwe zêde dikin. Di ducaniya 4-5 mehî de di hêkdankên korpeleyê de hejmara xaneyên çêkera hêkê digihîje 1-2 milyonan. Paşê xaneyên çêkera hêkê dest bi dabeşbûna miyozê dikin.
Miyoza xaneyên çêkera hêkê, li dawiya qonaxa profaza yekem de radiweste. Di wê qonaxê de xaneyên çêkerê hêkê êdî wekî oosîta yekem tên navkirin. Oosîta yekem bi xaneyên granuloza dorpêçî ye û ev pêkhate wekî çikildan tê navkirin.
Çikildan heta destpêka temenê pêgihîştinê neçalak e. Dema ji dayikbûnê de di hêkdankên zaroka mê de, her çikildanek, oosîda yekem lixwe digire.
Di dirêjiya temenê zaroktiyê de di hêkdankan de hinek çikildan hildiweşin û oosîtên yekem dimirin, lê bi qasî 400 hezar ji oosîtên yekem heta 12-14 sal bi awayek neçalak di hêkdankan de dimînin.
Bi destpêka temenê pêgihîştinê, ji hîpofîzê hormona handerê çikildanê(FSH) tê berhemkirin û derdan. Di xwînê de bilindbûna rêjeya asta FSHê hêkdankê han dike û her meh ji hêkdankek, hinek çikildanên neçalak dest bi perisînê dike û miyoza yekemê didomînin.
Di despêkê de bi qasî 20 çikildan dest bi perisînê dikin lê ji vana tenê yek çikildan dimîne û hêkek gihîştî peyda dike. Bi geşbûna çikildanê, miyoza yekem a oosîta yekem jî bi dawî dibe.
Li dawiya miyoza yekem de du xane peyda dibe. Qebareyê herdu xaneyan ne yek e. Sîtoplazmaya xaneyekî zêde ye loma qebareya wê jî gir e. Ev xaneya gir wekî oosîta duyem(bi înglîzî: secondary oocyte) tê navkirin. Sîtoplazmaya xaneya din hindik e loma, ew xaneyek biçûk e û wekî xaneya cemsereten a yekem tê navkirin.
Oosîda duyem û cemseretena yekem dest bi miyoza duyem dikin. Oosîda duyem ji qonaxên profaz û metafaza miyoza duyem derbas dibe û radiweste. Bi bandora hormona handerê tenê zer (LH), çikildana oosîta duyem diqelişe û oosîta duyem ji hêkdankê ber bi coga hêkê tê berdan.
Heke pîtîn rû bide, oosîda duyem dest bi dabeşbûnê dike û piştî qonaxên anafaz û telofaza miyoza duyem, xaneya hêkê (ovum) û cemseretena duyem peyda dibe. Cemseretena duyem jî wekî mîna a yekem sîtoplazmaya wê hindik e loma cemseretena duyem jî biçûk e û nayê pîtandin. Dibe ko cemseretena yekem jî bi miyoza duyem dabeşê du xaneyan dibe , ev herdu xane jî wekî cemseretenên duyem tên navkirin.
Li dawiya oogenesîsê de ji xaneyek çêkera hêkê, piştî miyozê, xaneyek hêkê û sê xaneyên cemsereten peyda dibe. Hemû xaneyên cemsereten tên hilweşandin. Bi gelemperî, piştî temenê pêgîhîştinê her meh çikildanek tenê bi tewahî diperîse û hêkexaneyek gehiştî çêdibe.
Cudahiyên çêbûna xaneya hêkê û xaneya spermê
Oogenesîs û spermatogenesîs corên çêbûna xaneyên gametê ne. Ango li dawiya herdu pêvajoyan jî ji xaneyên dîploîdî, xaneyên haploîdî çêdibin. Lê di navbera oogenesîs û spermatogenesîs de gellek cudahî heye.
-Oogenesîs di hêkdankên mêya de spermatgenesîs di gunên nêrê de rû dide.
-Mîrovê nêr ê bi temenê pêgihîştî dikare heta dawiya jiyana xwe her roj spermên nû çêbike. Mîrova mê tenê di temenê korpeleyê de dikare oosîtên yekem çêdike.
-Bi kiryara spermatogenesîsê ji xaneyek çêkerê sperm ve bi dabeşbûna miyozê, çar xaneyên sperm çêdibe. Li dawiya oogensîsê ji xaneya çêkerê hêkê tenê yek hêka çalak peyda dibe.
-Pêkhate û qebareyên xaneyên sperm û hêkê jî ji hev cuda ye. Sperm li gor xaneya hêkê gellek biçûk in û bi navbeynkariya kilikê dikarin cih biguherin. Hêk gellek sîtoplazma û xurek lixwe digire loma gellek gir e û bi gelemperî bi awayekî çalak nalive.
-Piştê dawîbûna spermatogenesîsê sperm ji gunan tê derkirin. Lê oogenesîs di hêkdankê de dest pê dike di coga hêkê de heke sperm hebe bi dawî dibe.
* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.






2021/11/07

Sperm

     Sperm an jî tov (bi înglîzî: sperm)xaneya zayendî ya nêran e bo pîtina hêkê. Sperm li gunan, di dîwarê spermeborîkan de, ji xaneyên çêkerên sperm (bi înglîzî:germ cells /spermatogonia) bi dabeşbûna miyozî peyda dibin.

Dîwarê borîkên sperm ji du cor xaneyên sereke; ji xaneyên çêkerê sperm û xaneyên sertolî pêk tê. Xaneyên sertolî xaneyên palpişt in. Xurek û madeyên pewîst dabîn dikin bo xaneyên çêkerê sperm. Xaneyên sertolî molekulên sînyalê der didin, bi sînyalan berhemanîna sperman hander dikin. Herwisa bandor li ser xaneyên çêkerê sperm dike ko xaneyên çêker bimire an bijî.
Xaneyên çêkerê sperm, xaneyên bineratî yên sperm in û dîploîd in, bi dabeşbûna miyozê spermên haploîd çêdikin.
Xaneya çêkera sperm berê dest bi dabeşbûna miyozê bike, bi dabeşbûna mîtozê dibe du xane, yek ji van xaneyan bi dabeşbûna miyozê gamet çêdike, xaneya din jî wekî xaneya çêkerê sperm dimîne. Bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm di laşê nêran de kêm nabe. Mirovek nêr dikare rojê bi qasê 100 heta 300 milyon sperm berhem bike û berhemkirina spermê heta dawiya jiyana xwe bidomîne.
Sperm di gunan de li ser dîwarê borîkeyên sperm de tê berhemkirin, lê embarkirin û pêgihîştina sperman di alozeyê de rû dide.
Germahiya sirûştî ya laş 37 pile ye, lê di vê pileya germahiyê de sperm nikarin bilivin. Ji bo sperman germahiya guncav ji germahiya laş 2-3 pile kêmtir e, ji bo kêmkirina germahiyê gun û çûk li derveyê laş de cih digirin.
Cîhana ajalan de bi gelemperî ji bo pîtandinê, hêk pir cîh naguhere lê sperm ber bi hêkê dilive û hêkê dipîtine. Loma qebareya hêkê ji spermê gellek mezintir e. Wekî mînak, hêka mirov ji spermê mirov 85000 car mezintir e.
--Spermatogenez--
Ji xaneyên dîploîdî bi dabeşbûna miyozî, diristkirina sperman wekî spermatogenez (bi yewnanî: spermatogenesis) tê navkirin. Di zimanê yewnanî de peyva
sperma bi wateya “tov”, peyva genesis jî bi watya “çêbûn, peydabûn.” tê bikaranîn.
Di laşê mirovên nêr de ji xaneyên çêkerê spermê çêbûna sperman, di 10 heftan de rû dide. Xaneyên çêkerê sperm hertim xwe bi mîtozê nû dikin, bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm kêm nabe. Loma mirov dikare heta dawiya jiyana xwe sperm çêbike.
Xaneyên bineratî yên çêkerê sperm di laşê korpeleyê (embriyo) de çêdibin lê heta temenê pêgihîştinê bêdeng dimînin. Di laşê nêran de dema mirov digihîje temenê pêgihîştinê, ango di temenê 12-14 salî de, ji hîpofîzê du hormon tên derdan, yek ji van hormonan FSH e û wekî hormona handerê çikildanê te navkirin, hormona din jî LH e û wekî hormona handerê tenê zer tê navkirin. Bi bandora herdu hormonên hîpofîzê çêkirin û derdana sperm û balixbûn dest pê dike, çêkirin û derdana sperm heta dawiya jiyanê didome. Di laşê mirovê de rojê bi qasî 300 mîlyon sperm tê berhemkirin.
Spermatogenez bi dabeşbûna mîtozî ya xaneyên çêkerê sperm dest pê dike. Xaneyên çêkerê sperm dîploîd in. Bi dabeşbûnê, hê pirtir xaneyên çêker peyda dibe, hin ji van xaneyan diperisin û wekî spermatosîtên yekem tên navkirin. Spermatosîtên yekem bi miyoza yekem dabeşê du xaneyên haploîdî dibin. Ev herdu xane, wekî spermatosîtên duyem tên navkirin. Bi miyoza duyem ji her spermatosîtek duyem du xane, bi tevahî çar xane peyda dibe. Ev herçar xane êdî wekî spermatîd tên navkirin. Spermatîd diguherin û dibin sperm. Bo piraniya ajalan, çêkirina sperm di demsalên bihar an jî payizê de rû dide. Lê di laşê mirov de spermatogenez di temenê pêgihîştinê dest pê dike heta dawiya jiyanê di her demsalê de didome. Piştê spermatogenezê, seperm ji spermeborîkan derbasî alozeyê dibin. Li alozeyê sperm diperisin û dibin spermên pêgihîştî.
--Pekhateya sperm--
Spermê pêgihîştî ji sê beşan pêk tê; ser,navendeparçe û kilik
Ser

serê sperm bi şeweyê hêlkeyî ye, dirêjiya ser 3 heta 5 mîkron, firehiya wî jî biqasê 3 mîkron e. Ser bi parzûna xaneyê dapoşî ye. Navika spermê li serê spermê de cih digire. Kîsikek pan li ser beşa peşî ya ser de cih digire, ev pêkhate wekî akromozom tê navkirin. Akrozom ji heybera Golgî çêdibe. Akrozom ji bo hêsankirina pîtîna hêkê enzîmên taybet lixwe digire.
Navendeparçe

Navendeperçe beşa qoçekî ya bi dirêjiya 5 heta 9 mîkron û bi stûriya 1 mîkron e. Navendeparçê gellek mîtokondrî lixwe digire. Mîtokondrî wizeya ATP dabîn dike bo rêvîtiya spermê ya ber bi coga hêkê
Kilik
Kilik an jî doçik pêkhateya bi şeweyê qamçî ye, dirêjiya kilikê 40 heta 50 mîkron e. Beşa kilik ne mîna qamçiya çep û rast badayî, lê mîna perwane diçerixe. Bi çerixîna kilikê sperm dilive û di nav tovavê( bi înglîzî: semen) de ber bi hêkê, bi leza 1-3 mm/xulek avjenî dike.
--Ji bo pîtîna hêkê şert û mercên pêwîst bo sperm û tovavê--
Ji laş derdana sperm wekî avêtin (bi înglîzî: ejaculation) tê navkirin. ji bo pîtandin rû bide, pêdivî bi van şertên li jêr heye;
1. Ji bo her avêtinek, divê qebareya sperm û toveavê (semen) herî kêm 2mL (mîlîlître) be.
2. Divê di mîlîlîtreyek semenê de herî kêm 20 milyon sperm hebe.
3. Divê di her avêtinek de herî kêm 40 milyon sperm hebe.
4. Divê %75 ê spermên avêtinê zindî be.
5. Divê %50yê sperman livok bin.
6. Divê %30yê spermên avêtinê bi pekhate û şêweyê asayî bin.
7. Divê spermên serê wan bi xesar in, ji %35ê kêmtir be.
8. Divê spermên navendeperçeyê wan bi xesar in, ji %20ê kêmtir be.
9. Divê spermên kilikê wan bi xesar in, ji %20ê kêmtir be.
Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.