Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label duhendebûn. Show all posts
Showing posts with label duhendebûn. Show all posts

2022/12/20

Kromozom

 



    Kromozom (bi înglîzî: chromosome) pêkhateyek bi şeweyê dezî ye, ji kromatîn û proteînan pêk tê, kar dike ji bo embarkirin û guhaztina zanyariyên bomaweyî yên zîndeweran.
Peyva kromozom ji du peyvên grekî, ji “khrōma” û “sōma” hatiye çêkirin. Di zimanê grekî de ji bo rengê çerm, an jî ji bo renk, peyva “ khrōma” tê bikaraîn. Herwisa peyva “sōma” ji bo laş an jî ten tê bikaranîn. Kromozom bi hin corên boyaxan bi hêsanî reng digire loma vê navê lê kirine.
    Gen (bohêl) rêza nûkleotîdan e, li ser kromozoman de cih digire. Dibe ko kromozomek bi deh hezaran gen lixwe bigire. Piraniya genan zanyariyên ji bo diristkirina proteînan lixwe digirin. Hinek ji genan jî kar dikin ji bo diristkirina ARNyan.
Pêkhate û cihê kromozoman dibe sedema cudahiya serekî di navbera navikseretayiyan(bi inglizi: prokaryotes), navikrasteqînan(bi înglîzî: eukaryotes) û vîrusan de. Vîrûs pêkhateyên necandar in, kromozomên vîrûsan ji ADNyê an ji ji ARNyê pêk tê û bi awayekî gellek şidandî di nav vîrusê de cih digire.
--Kromozomê bakteriyan--
    Bakterî zîndewerên navikseratayî ne, kromozomên bakteriyan ji ADNyê pêk tê. Bakterî bi gelemperî tenê yek kromozomek bazineyî lixwe digirin. Kromozoma bakteriyê di nav sîtoplazmayê de cih digire. Li gel kromazoma bazineyî, bakterî plazmîd jî li xwe digirin. Plazmîd perçeyên xelekên piçûk ên ADN yê ne û bi hejmarek hindik gen lixwe digirin. Bakterî bi alikariya plazmîdan, xwe ji guherînên xeter ên hawirdorê diparêzin. Bi gelemperî %50yê bakteriyan yek an jî zêdetir plazmîdên bazineyî lixwe digirin.
--Kromozomê navikresteqîyan--
      Kromozomên zîndewerên navikrasteqîn ji ADN û proteînan pêk tê û di nav navikê de cih digirin. Di xaneya navikresteqîn de her kromozomek ji molekulek ADNya dirêj û proteînan pêk tê. Proteîn şeweyê kromozoman rêk dixe û alîkarî dike ji bo çalakiya genên ser kromozoman. ADN xwe li ser proteînên hîston dipêçîne, bi vî awayî zincîrên ADNyê sift dibe. Ne tenê proteîna hîston, lê proteînên ji bo duhendebûna ADNyê, ji bo çakkirina (tamîr) ADNyê û ji bo çalakiya genan jî bi kromozoman re hevkarî dikin. Tevahiya kromozomê ji molekulek ADNyê pêk tê. Ango di laşexaneyê mirov de 46 kromozom an jî 46 molekul ADN heye.
    Taybetmendiyek diyarker a her kromozomê siftbûyîna(bi înglîzî: compactness) wê ye. wekî mînak,di xaneyek mirov de 46 kromozom heye, heke hemû kromozom lidûhev werin rêzkirin, dirêjiya wan dibe 200 nm. (1mêtre= 1000000000 nanometre ye) Heke kromozomên siftbûyî werin vekirin, vê gavê dirêjiya kromozomên xaneyêk digihîje 2 metreyê. Siftbûyîna kromozoman, di dema dabeşbûna xaneyê de alîkarî dike ji bo rêkxistina hêmanên bomaweyî. Herwisa siftbûyin, di nav navikê de cihbûna kromozoman hêsantir dike.
    Hejmar, qebare û şêweyê kromozoman taybet e ji bo her corek zîndewer. Wekî mînak, mirov zîndewerek 46 kromozomî ye, lê mêşên mêwe (bi înglîzî: fruit flies) zîndewerên 8 kromozomî ne, hesp zînderên 64 kromozomî ne. Dibe ko hejmara kromozomên du cor zîndewer wekhev be, lê qabare, şêwe û genên du cor zîndewer tu car wekhev nabin.
--Corê kromozoman--
    Zîndewerên ko bi pirbûna zayendî zêde dibin, du cor kromozom lixwe digirin; kromozomên zayendê (bi înglîzî: sex chromosomes) û kromozomên laş (bi înglîzî:autosomes).
Di laşexaneyê mirov de 22 cot kromozomên laş û du kromozmên zayendê heye. Di xaneyên mirovê mê de cota kromozozma XX, di haneyên mirovê nêr de kromozomên XY, kromozomên zayendê ne. Kromozomên zayendê, bi çêbûna zayenda zîndewerê ve pêwendîdar in, zanyariyên ji bo zayenda mirov lixwe digirin. Loma sifetên (bi înglîzî: character) derbarê zayendê ji aliyê kromozomên zayendê ve tên kontrolkirin.
Herwisa hin zanyariyên nezayendî jî li ser van kromozoman de cih digirin. Kromozomên laş ji bilî sifetên derbarê zayendê, kontrola hemû sifetên bomaweyî dike.
    Zîndewerên bi pirbûna zayendî zêde dibin, di xaneyên laş (laşexane) de cotkomeleyên kromozom lixwe digirin û wekî “2n” tên navkirin. Cota kromozomên xaneyê, wekî kromozomên homolog tê navkirin. Kromozomên homolog (kromozomên lêkçûn), cotek kromozomên bi heman qebare, dirêjî û şêweyî ne. Cihê sentromerê û rêza genên li ser kromozomên homolog jî heman in. Di xaneyên mirov de, ferek kromozoma homolog ji dayikê, fera din ji bavê tê.Wekî mînak, di xaneyên mirov de 23 cot, an jî 46 kromozom heye, loma hêjmara kromozomên xaneyên laş wekî 2n= 46 tê nîşankirin. Li vir tîpa “n” cora kromozoman diyar dike. Heke di xaneyê de ji her corê cotek kromozom hebin, ango kromomozom bi cot bin, vê gavê peyva “2n” tê bikaranîn û ew xane jî wekî xaneya dîploîdî tê navkirin. Bi kurtasî, divê peyva “xaneyên laşê mirov 2n= 46 kromozom lixwe digirin” wîsa were şîrovekirin; di xaneyên laşê mirov de 46 kromozom heye lê ji ber ko ji her corek du kromozomên homolog heye, bi eslê xwe xaneyên mirov 46 heb lê 23 cor kromozom lixwe digirin.
    Ji xeynî xaneyên laş, di laşê mirovên bi temenê pêgehiştî de xaneyên taybet hene û wekî xaneyên zayendê an jî gamet tên navkirin.Di laşê mêyan de xaneyên gamet wekî hêk, di laşê nêran de xaneyên gamet wekî sperm tên navkirin. Gamet xaneyên haploîdî ne, bi miyozê çêdibin Di xaneyên zayendê, ango di sperm û hêk de komeleya kromozoman ne ji cota kromozoman lê ji tekan pêk tê,gamet ji her corê yek kromozom lixwe digirin. Ango di xaneyên zayendê de 23 kromozom heye û ev xane wekî xaneyên haploîdî tên navkirin.
--Kromatîn--
    Di dema navbera dabeşbûnan de (qonaxa înterfazê) kromozom bi şêweyê nepêçayî ne û wekî kromatîn tên navkirin. Kromotîn jî ji ADN û proteînan pêk tên. Kromatîn di navikê de belavbûyî ne û di bin mîkroskopê de baş xuya nabin. Kromatîn duhendebûna ADNyê hêsan dikin, bi vî awayê qonaxa dabeşbûna xaneyê dest pê dike. Piştî duhendebûnê ADNyê, kromotin xwe li ser xwe dipêçin û, sift dibin, pêkhateyek kurtir û stûrtir a bi şiweyî darik an jî sosîs peyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin kromozom. Ango bi eslê xwe kromozom û kromotîn heman molekûl in û heman genan lixwe digirin, lê ji ber pêçanên kromatînê, kromozom pêkhateyek kurt a darikî ye.
--Kromatîd--
    Di qonaxa înterfazê de ADN duhende dibe û hejmara ADNyên xaneyê dibe du qat (herwisa hejmara kromatîn jî dibe du qat). Loma piştî duhendebûna ADNyê lê berê dabeşbûna xaneyê, xaneya mirov ji her kromozomek du kopî lixwe digire. Her kopiyek kromozomê wekî kromatîdên xwîşk (bi înglîzî:sister chromatids) tê navkirin.
Kromozom bi mîkroskopê, herî baş di qonaxa metafazê de xuya dibin. Di vê qonaxê de kromozom wekî kromozomên metafazê (bi înglîzî: metaphase chromosome) tên navkirin. Kromozoma metafazê ji du nivên hevcot pêk tê, ji van nîvan re tê gotin kromatîd. Ji qonaxa metafazê heta destpêka qonaxa anafazê, kromotîdên xwîşk bi navbeynkariya sentromerê bi hevre girêdayî ne. Ji qonaxa S-ya înterfazê şûnve heta dawiya qonaxa anafazê, laşexaneyên mirov 46 kromozom lê 92 kromatîd lixwe digirin.
--Sentromer--
    Xala ko herdu kromatîd bi hev re tên girêdan wekî sentromer (navendebeş) tê navkirin. Sentromer beşek ji zincîra ADNyê ye ko dema dabeşbûna xaneyê de ji bo kînetokoran wekî xala girêdanê kar dike. kromozomê asayî yek sentromer lixwe digire. Sentromer di destpêka qonaxa anafaza mîtozê û anafaza duyem a miyozê de ji hev diqetin.Li gor cihê sentromerê, kromozoman dabeşê çar coran dibe.
1. Kromozomên metasentrîk
2. Kromozomên telosentrîk
3. Kromozomên akrosentrîk
4. Kromozomên submetasentrîk
    Beşên kromozomê yên ji herdu aliyên sentromerê dirêj dibin,wekî “mil”(bi înglîzî: arm) tên navkirin. Milên kromozoman, li gor cihê sentromerê wekî milên kurt an jî milên dirêj tên navkirin. Milê piçûk (kurt) bi tîpa “p” tê nîşankirin (bi înglîzî petite = piçûk). Ji ber ko di alfabeyê de li pey tîpa “p”, tîpa “q” tê, milê dirêj jî bi tîpa “q” tê nîşankirin.
--Telomer--
    Li herdu serên kromozoman de, di beşa kotahiyê de molekula ADNyê rêzek taybet a zincîra nukleotîdan lixwe digire, ev beşa ADNyê wekî telomer tê navkirin. Telomer ji dubarebûna zincîrek kurt a nukleotîdan pêk tê. Di beşa telomerê de gen cih nagirin. Her telomerek mirov bi dubarebûna zincîra şeş nukleotîdan, ji TTAGGG pêk tê. Dibe ko di telomerê de zincîra TTAGGG 100 heta 1000 caran li pêy hev dubare bibe.Telomer (ADNya telomerî) genên zîndewerê ji windabûnê diparêze.
--Karyotîp--
    Wêneyên bi mikroskopa ronakî hatiyê girtin ko tê de cotên kromozoman li gor qebare, dirêjî, şêwe û cihê sentromerên xwe, ji cota dirêj ber bi cota kurt ve rêzbûyî hatiye nîşankirin, wekî karyotîp (bi înglîzî: karyotype) tê navkirin. Karyotîp ji kromozomên metafazê tê çêkirin. Karyotîpa mirov de, 22 cotê kromozomên laş (bi înglîzî:autosomes) li gor qebareyên xwe, ji qebareya gir ber bi qebareya piçûk ve tên rêzkirin. Li gor vê rêzkirinê, cota kromozomên herî gir (dirêj) wekî kromozomên yekem, cota kromozomên herî piçûk (kurt) jî wekî kromozomên 22yem tên navkirin. Bi rêbaza karyotîpê, mirov dikare ji şêweyê neasayî an jî hejmara neasayî (kêmasî an jî zêdehî) ya kromozoman agahdar bibe. Hin nexweşiyên bomaweyî bi karyotîpê tên teşxîskirin. Wekî mînak, kesên bi nexweşiya sendroma Down in, ji kromozoma 21em ne cotek lê sê kromozom lixwe digirin.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.







2022/12/10

Telomer

 


Telomer (bi înglîzî: telomere).Di xaneyên navikrasteqînan de beşa kotahî ya herdu serên kromozoman e ko ji rêza koma nûkleotîdên dubarebûyî pêk tê û gen lixwe nagire.
ADN bi navbeynkariya ADN polîmeraz, zincîrên nû çêdike û duhende dibe. ADN polîmeraz tenê dikare nukleotîdek nû li aliyê serê 3′ yê nukleotîda pêş ve girê bide. Ango ADN polîmeraz tenê dikare bi aresteya 5′ ber 3′ ve zîncîrek nû çêbike. Herwisa ji bo girêdana nukleotidan jî ARN destpêk bi kar tîne.
ARN destpêk (bi înglîzî:RNA primer) ji bo girêdana nûkleotîdê, serê 3′ ava dike. Gava duhendebûn bi dawî dibe,ARN destpêk ji serê zîncîrê diqete. Cihê ARN destpêk a serê herdu zincîrên nû vala dimîne, lê li şûna ARN destpêk nûkleotîtd nayê girêdan. Ango serê 5′ a herdu zincîrên nû piçek kurt dimîne. Her cara ko ADN duhende dibe û xane dabeş dibe, ADNya xaneyê ji kurttir dibe.
Ji ber ko ADNya bakteriyan bi şêweyê bazinî ye û kotahiya ADNyê tune kurtbûna ADNyê jî rû nade. Loma pirsgirêka duhendebûna kotahîya zincîra ADN, ji bo zîndewerên navikrasteqînan(bi înglîzî:eukaryotic) taybet e.

Li herdu serên kromozoman de, di beşa kotahiyê de molekula ADNyê rêzek taybet a zincîra nukleotîdan lixwe digire, ev beşa ADNyê wekî telomer tê navkirin. Telomer ji dubarebûna zincîrek kurt a nukleotîdan pêk tê. Di beşa telomerê de gen cih nagirin. Her telomerek mirov bi dubarebûna zincîra şeş nukleotîdan, ji TTAGGG pêk tê. Dibe ko di telomerê de zincîra TTAGGG 100 heta 1000 caran li pêy hev dubare bibe.Telomer (ADNya telomerî) genên zîndewerê ji windabûnê diparêze.
Di rewşa asayî de, di nav xaneyê de sîstemek çavderiyê heye, heke ziyan bigihîje xaneyê, sistema çakbûna xaneyê tê çalakkirin. Heke çakbûn bi ser nekeve, dabeşbûna xaneyê tê rawestandin an jî xane tê kujtin.

Piştî duhendebûna ADNyê, ADNya nû piçek kurt e, ev rewş ji bo sistema çevderiyê alarm e. Bi ADNya telomerî ve girêdayî proteînên taybet heye, ev proteînan rê li ber sîstema çakbûna xaneyê digirin, bi awayê dabeşbûna xaneneyê nayê sekinandin an jî xaneya bi ADNya ziyangirtî nayê kuştin. Herwiha telomer kotahiya kromozoman diparêze û rê nade ko serê kromozomê bi serê kromozomek din ve were girêdan.

Telomer rê li ber kurtbûna ADNyê nagirin, lê windabûna genên nêzikê kotahiya ADNyê dereng dixin. Di her debaşbûnê de beşa ADNyê ya kurt dibe, ne gen e lê beşek ji telomerê ye. Li gor wê esasê, ji ber ko xaneyên temendirêj gellek caran dabeş dibin, telomerên xaneyên temendirêj ji xaneyên nû kurttir e. Kurtbûna telomer bi pîrbûna xaneyê an jî bi pîrûkalbûna mirov re tekîldar e.Telomerên xaneyê, piştî 50-80 car dabeşbûna xaneyê bi tevahî winda dibe.
Di sala 1984ê de ji amerîkayê du zanyarên zîndezaniya gerdî (bi înglîzî:molecular biology) Carol Greider û Elizabeth Blackburn enzîmek kîşf kirin û navê telomeraz li enzîmê kirin. Ev herdu zanyar dan nîşankirin ko enzîma telomeraz, nukleotîdên nû li ser telomerê zêde dike û rê li ber kurtbûna kromozoman digire.

Telomeraz ji protein û zincirek kurt a ARN pêk tê. Beşa ARN ji bo çakkirina ADNya telomerê wekî bineretî (bi înglîzî:template) kar dike. Bi gelemperî piştî jidayikbûnê diristkirina telomeraz di xaneyên laş de tê rawestin,loma telomeraz di paraniya laşexaneyên mirov de ne çalak e. Telomeraz di xaneyên gametçêker (bi înglîzî: germ cells) de çalak e û beşa telomerê ya windabûyî, disa çêdike. Ji ber vê yekê di xaneyên gametçêker de pirsgirêka kurtbûna ADNyê rû nade. Sperm û hêk her carê ji xaneyên gametçêker, bêkêmasî peyda dibin û beyî ko winda bibin, hemû genên bavan derbasî weçeyê dibe.
Li gel xaneyên gametçêker, di xaneyên bi şêrpenceyê de jî telomeraz çalak e, loma kurtbûna telomer rû nade û xane bi lezek neasayî dabeş dibin, bo demek dirêj dijîn. Piraniya şêrpenceyê mirov, wekî mînak şêrpenceya memikan, şêrpenceya pişikan, şêrpenceya prostatê, şêrpenceya kolon (rûviya stûr), şêrpenceya pankreasê de, telomeraza xaneyên şêrpenceyî çalak e.

*Ev xwebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/Telomer










2022/07/09

Înterfaz

 


    Qonaxa nevber an jî qonaxa înterfazê (bi înglîzî: interphase) dema jiyana asayî ya xaneyê ye.

Du qonaxên sereke yên çerxa xaneyê heye, a yekem Înterfaz , a duyem jî Qonaxa M-ye. Bi mîkroskoba ronakî, dabeşbûna kromozom û sîtoplazmayê di qonaxa M-yê da bi hesanî tên dîtin. Dema xane di bin mîkroskobê de tê lekolînkirin, eger ev dem tu nîşanên dabeşbûna xaneyê xuya nebe, xane di qonaxa înterfazê da ye.
Wateya ‘inter’ navber e. Ango navbera du Qonaxên M-yê. Di qonaxa interfazê de xane xwe amade dike ji bo dabeşbûna mîtozî an jî ya miyozî .
Li dawiya qonaxa mîtozî, du xaneyên keç çêdibin. Xaneyên keç dikevin qonaxa înterfazê. %90ê jiyana xanêyê di qonaxa înterfazê de derbas dibe. Xane di qonaxa înterfazê de geşe dibe û digihîje qebareya xwe ya asayî. Xane ji bo geşebûnê, ARN, endamok û proteînan çêdike.
Di înterfazê de xane karê xwe yê asayî dike. Wekî mînak xaneyek gedeyê dibe ko di dema întefazê de ji bo herisa proteînan enzîm der bide, an jî dibe ko xaneyek pankreasê insulîn berhem bike.
Înterfaz sê jêrqonax lixwe digire, Qonaxa G1, S, G2 . Tîpa G ji terma Gap’e tê. Ji bo navberdana reaksiyon an jî bûyerek domdar di înglîzîde li gel peyva “interval” peyva “gap” jî tê bi kar anîn . Ango wateya G1 , navbera1 e.
Qonaxên G1 û G2, bi navberê ji bo geşebûna xaneyê dem dabîn dikin. Herwisa qonaxên G1 û G2 derfet didin xaneyê ko xane çavderiya hawirdora navxweyî û derveyî bike. Bi vî awayî xane piştrast dike ko ji bo dabeşbûnê rewş guncav e.
Qonaxa G1
Di jiyana xaneyê de dema ji kotahiya mîtozê heta destpêka qonaxa S-yê, wekî qonaxa G1 tê navkirin. Ev qonax wekî qonaxa yekem a girbûnê jî tê navkirin. Bi peyva “qonaxa G1” tê diyarkirin ko bi vî qonaxê, navbera sîtokînez û duhendebûna ADNyê tê tijîkirin.
Di dawiya qonaxa sîtokînezê de du xaneyên nû çêdibe, ev herdu xaneyên piçûk, di qonaxa G1ê de tên hesibandin. Bi dirêjiya Qonaxa G1ê, endamokên nû tên çêkirin, hejmara endamokan zêde dibe, mêjera madeyên endami(organîk) û neendamî (înorganîk) yên di nav sîtoplazmayê zêde dibe. Bi vî awayî xane gir dibe. Xaneyên lixwe sentrozom digirin, sentrozoma xwe duhende dikin.
Qonaxa G1 bi du awayên gengaz dawî dibe. An xane derbasî qonaxa S-yê dibe û çerxa xaneyê didome, an jî xane ji çerxa xaneyê der dikeve û dikeve qonaxa G0ê.
Qonaxa G0
Piraniya xaneyên laşê mirov di qonaxa G0ê de ne. Evan xaneyan bi eslê xwe zindî ne û hemû reaksiyonên metabolî yê pêwist pêk tînin.Xaneyên di qonaxa G0ê wekî xaneyan bêdeng û rawestî tên pejîrandin, loma ji bo qonaxa van xaneyan bêjeya ‘qonaxa G0 (G sifir) tê bikaranîn. Masûlkexane û demarexane dabeş nabin, loma hertim di qonaxa G0ê de dimînin. Lê hin caran jî hin xaneyên laş piştî çendin rojan, hefteyan an jî salan ji qonaxa G0ê derdikevin û amadekariyên dabeşbûnê dikin. Wekî mînak, xaneyên kezebê di hin şert û mercan de Qonaxa G0ê diterikînin û derbasî qonaxa S-yê dibin.
Qonaxa S
Her xaneyek laşê mirov 46 heb kromatîn lixwe digire. Kromatîn ji ADN û proteînên hîston pêk tê. Ji bo duhendebûnê, ADNya li ser hîston pêçayî, xwe vedike û ji hîston cihê dibe. Duhendebûna ADN û çêkirina hîston di vî qonaxê de rû dide. Ji ber ko hemû ADN yên kromatîdan xwe duhende dikin, mêjera ADN Zêde dibe, û hejmara kromatîdan dibe du qat. Di xaneyên mirov de, di dawiya qonaxa S-yê, 46 kromozomên ko her yekê wan ji du kromatîdên xwîşk pêk tê, çêdibin. Duhendebûna sentrozomê jî di vê qonaxê de rû dide.
Qonaxa G2
Xaneya bi têra xwe gir bûye û ADN yên xwe duhende kiriyê, wê dabeş bibe. Divê pêşî ji bo dabeşbûnê hin amadehiyên din jî bên kirin. Di vî jêrqonaxê de xane çavderiya ADN yê dike, eger ADN bi awayek rast duhende nebû be, divê çewtiyên ADN yê bêne sererastkirin. Di qonaxa G2 de xanê hê bi leztir gir dibe û hin proteîn, endamok û enzîman çêdike. Wekî mînak berhemkirina proteîna tubulîn zêde dibe ko di qonaxa mîtozî de çêkirina mîkrotubulan rû bide.
*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.