Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label kloroplast. Show all posts
Showing posts with label kloroplast. Show all posts

2024/09/08

Klorofîl

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê

Lemon balm leaves
Rengê kesk ê riwek û kevzan ji ber hebûna pîgmenta klorofîlê ye.
A microscope image of plant cells, with chloroplasts visible as small green balls
Di bin mîkroskobê de, di nav xaneyên riwekê de kloroplast xuya dibin. Klorofîl di nav kloroplastan de ye.
A leaf absorbing blue and red light, but reflecting green light
Tîrojên ronahiya kesk ji ser rûyê pelê dipeke. Bi pekîna fotonan tîrojên kesk areste diguherîne ev rewş wekî şewqdan tê navkirin. Ji ber ko klorofîla nav pelê riwekê ji bilî tîrojên kesk hema hemû tîrojên ronahiyê dimijîne û tîrojên ronahiya kesk jî dipeke û tê çavê me, em pelê bi rengê kesk dibînin.

Klorofîl (bi înglîzî: chlorophyll) di xaneyên riwek, kevz û hin bakteriyan de pîgmentên bi rengê kesk in ko tîrojên ronahiyê dimijînin bo dabînkirina enerjî ji bo karlêkên fotosentezê.

Peyva klorofîl ji du peyvên grekî, “khlōros“ û ”phyllon” peyda bûye. Di grekî de ji bo keskê zerokî, peyva khlōros“, ji bo pelê riwekan jî ”phyllon” tê bikaranîn."[1]Riwek û kevz rengên xwe yên kesk ji klorofîlan werdigirin.

Taybetmendiya pîgmentan

Gava ronahî rastê madeyek tê, dibe ko tîrojên ronahiyê di nav wê madeyde derbas bibin an jî fotonên tîrojê ji rûyê madeyê bipekin û şewq bidin. Hin caran jî hin tîroj ji aliyê madeyê ve tên mijandin. Pîgment molekulên taybet in ko ronahiya bînraw dimijînin û bi rengek taybet xuya dibin. Her corek pîgmentê ronahiyên bi dirêjiya pêlê diyarkirî dimijîne. Gava ronahiya spî (ji tîrojên ronahiyên bi rengê sor, poteqalî, zer, kesk, nîlî, şîn û binefşî pêk tê) were ser pîgmentek, pîgment hinek tîrojan dimijîne lê hinekî tîroj jî ji pîgmentê şewq didin. Tîrojên kîjan ronahiyê neyê mijandin, em pîgmentê bi wê rengê dibînin. Ji ber ko pîgmenta klorofîlê ya pelên daran tîrojên ronahiya kesk namijînin, tîrojên kesk di klorofîlê de derbas dibin an jî ji klorofîlê şewq didin û tên çavên me, em pelên darê bi rengê kesk dibînin.[2]

Pêkhateya klorofîlê

Klorofîl di riwek, kevz û siyanobakteriyan de pîgmenta bingehîn e ji bo mijîna tîrojên ronahiya bînraw. Klorofîl di parzûna tîlakoîdê ya kloroplastên riwek û kevzan de cih digire. Di bakteriyên fotosentezî de klorofîl li ser rûyê navî yê parzûna xaneyê de cih digirin. Klorofîl herî zêde ronahiya sor, binevşî û şîn dimijînin.[3]

Pîgmenta klorofîlê ji xeleka porfîrîn (bi înglîzî: porphyrin) û zincîrek fîtol (bi înglîzî: phytol) pêk tê.[4] Di navenda xelaka porfîrînê de atoma magnezyumê cih digire. Porfîrîn bi yekbûna xelekên piçûktir ên ji atomên karbon û nîtrojenê pêkhati peyda dibe. Mijîna ronahiyê di beşa porfîrînê de rû dide.

Di nav kloroplastê de klorofîl bi proteînên binyadî yên parzûna tîlakoîdê ve girêdayî ne.[5] Zîncîra fîtol a klorofîlê zincîrek hîdrokarbonî ya dijav e. Karê serekî yê zincîrê, bi proteînên dijav ên li ser rûyê parzûna tîlakoîd a kloroplastê ve girêdana pîgmentê ye.[4]

Xeleka porfîrîn a klorofîlê gellek dişibe beşa hemê ya pîgmenta sor a hemoglobîna xirokên sor. Lê navenda xeleka hemoglobînê de li dewsa atoma magnezyumê, ataoma hesin cih digire.[5]

Di xaneyên riwek û kevzan de klorofîla a û klorofîla b herî zêde ye.[3] Klorofîla a herî zêde ronahiyên bi dirêjiya pêlê ya 420 nanometre û yên 670 nanometre dimijîne. Di şebenga ronahiya bînraw de beşa navbera 420 heta 670 nanometre ji aliyê klorofîla a ve baş nayê mijandin.[6]

Klorofîla b, di warê pêkhateyê de dişibe klorofîla a-yê, lê ji ber cudahiyek piçûk, şebenga mijînê ya klorofîla b-yê jî ji ya klorofîla a-yê cuda ye. Klorofîla b herî zêde ronahiyên şîn û porteqalî dimijîne. klorofîla b rasterast tevlê karlêkên fotosentezê nabe, enerjiya ko ji mijîna fotonan hatiye bidestxistin, digihîne klorofîla a-yê.[2]

Molekulên klorofîlê di parzûna tîlakoîdê de wekî fotosîstem hatine ba hev. Her fotosîstemek guşiyek ji çend hezaran pîgment lixwe digire. Koma pîgmentan, wekî antenek wergira ronahiyê kar dike û piranîya wê ji klorofîlê pêk tê.[7]

Gava foton li ser molekula pîgmentê dixe, enerjiya ji fotonê ji molekulek ber bi molekula din ve tê şandin heta ko bigihîje navenda fotosîstemê, navenda fotosîstemê ji molekulên klorofîla a-yê pêk tê. Molekulên klorofîla a li cem molekulên wergira elektronê ya yekemîn (bi înglîzî:primary electron acceptor) cih digirin. Wergira elektronê ya yekemîn elektrona klorofîla a ya ko ji aliyê enerjiya ronahiyê ve hatiye hankrin diqefêlîne. Molekulên di nav parzûna tîlakoîdê, ev enerjiya ronahiyê ji bo çêkirina ATP û NAPH-yê bi kar tînin.[7]

Corên klorofîlên fotosenteza oksîjenî

Hemû riwek, kevz û hin bakteriyên fotosentezî di pêkhateya xwe de klorofîla a lixwe digirin û ji bo fotosentezê wekî pîgmenta serekî bi kar tînin.

Di sirûştê de du cor fotosentez rû dide; fotosenteza oksîjenî (bi înglîzî: oxygenic photosynthesis) û fotosenteza neoksîjenî (bi înglîzî: anoxygenic photosynthesis).

Di fotosenteza oksîjenî de av wekî bexşînerê elektronan kar dike, klorofîl ronahiyê dimijîne û di karlêka fotosentezê de li gel xurek, oksîjen jî tê berhemanîn. Li gel hin navikseretayiyan (prokaryot), hemû riwek û kevz fotosenteza oksîjenî pêk tînin, ango di xaneyên van zîndeweran de pîgmentên klorofîlê heye.[8] Di hinek corên bakteriyan de çavkaniya elektronan ne av lê molekulên wekî hîdrojen sulfîd (bi înglîzî: hydrogen sulfide) e. Di fotosenteza van bakteriyan de oksîjen peyda nabe, klorofîlên wan jî ji klorofîlên riwek, kevz û siyanonbakteriyan piçek cuda ye û wekî bakteriyoklorofîl (bi înglîzî: bacteriochlorophyll) tên navkirin.

Ne yek lê çend corên klorofîlan heye lê di rîwek û kevzan de klorofîla a û klorofîla b, klorofîlên bingehîn in.[5] Klorofîla c û klorofîla d bi gelemperî li gel klorofîla a-yê di pêkhateya hin kevzên avî de cih digirin.[9]

Klorofîla A

Klorofîla herî berbelav e. Hemû riwek, kevz û hin bakteriyên fotosentezî di pêkhateya xwe de klorofîla a lixwe digirin û ji bo fotosentezê wekî pîgmenta serekî bi kar tînin. Klorofîla a herî zêde, ronahiyên bi rengê binefşî, şîn porteqalî û sor dimijîne.

Klorofîla B

klorofîla b pîgmenta alîkar e û rasterast tevlê karlêkên fotosentezê nabe. Ji ber cudahiyek di koma fermanî (bi înglîzî: functional group) de taybetmendiyên wê ji klorofîla a cudatir in. Klorofîla a di xeleka porfîrînê de koma metîl (—CH3) lixwe digire, di klorofîla b de li dewsa metîl, koma karbonîl (—CHO) cih digire.[10]

Klorofîla b herî zêde ronahiyên porteqalî û sor dimijîne.

Klorofîla C

Di pêkhateya kevzên deryayî yên wekî kevzên qehweyî û dîatoman detevî klorofîla a, klorofîla c jî heye. Li gor pêkhateya kîmyayî û rêjeya mijîna ronahiyê, sê corên klorofîla c hene; klorofîla C1,C2 û C3.

Klorofîla D

Di pêkhateya kevzên sor û siyanobakteriyan de cih digire. Di kûrahiya deryayê de ji bo van zîndeweran ronahiya sor dimijîne ko di karlêkên fotosentezê de were bikaranîn.

Klorofîla E

Klorofîla e klorofîlek kêmpeyda (nadîr) ye û di pêkhateya hin kevzên avê yên bi rengê zêrîn (bi înglîzî: golden algae) de tên dîtin.

Klorofîla F

Ev pîgment dikare tîrojên jêrsor (bi înglîzî: infrared) bimijîne. Tîrojên jêrsor ên bi dirêjiya pêlê ya 800 nanometre ji aliyê klorofîla f-yê ve tên mijandin û ji bo fotosentezê tên bikaranîn.[11]

Klorofîll f cara pêşîn di siyanobekteriya bi navê Halomicronema hongdechloris de hat keşfkirin. Cih û erkên wê ya di fotosîstemê de hê ne diyar e.[12]

Dîrok

Di sala 1817yê de kîmyevanên frensî Pierre-Joseph Pelletier (1788–1842) û Joseph-Bienaimé Caventou (1795–1877) cara pêşîn klorofîlê ji xaneyê îzole kirin.

Di sala 1865ê de riweknasê alman Julius von Sachs (1832–1897) bi xebatên xwe destnîşan kir ko di xaneyên pelê riwekan de fotosentez bi berpirsariya klorofîlê rû dide.

Di despêka salên 1900î kîmyevanê ûris Mikhail Tsvett (1872–1920) teknîka ko wekî kromotografî (bi înglîzî: chromatography) tê navkirin keşf kir. Bi metoda kromatografî, klorofîlên cuda ji hev cihê kir.

Pêkhateya tevahî ya klorofîla a di sala 1929î de ji aliyê kîmyavanê almanî Hans Fischer (1881–1945) ve hat diyarkirin.

Molekula klorofîlê bi aweya destkarî, cara ewil di sala 1960î de ji aliyê kîmyavanê amerîkî Robert Burns Woodward (1917–1979) ve hat çêkirin.[13]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Chlorophyll." Vocabulary.com Dictionary, Vocabulary.com, [1]. Accessed 06 Sep. 2024.
  2. Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  3. Jump up to:a b Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  4. Jump up to:a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  5. Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Tymoczko, J.L., Berg, J.M. and Lubert Stryer (2015) Biochemistry, a short course. New York: W.H. Freeman & Company, A Macmillan Education Imprint.
  7. Jump up to:a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  8. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  9. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "chlorophyll". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2024, [2]. Accessed 6 September 2024.
  10. ^ Sun D, Wu S, Li X, Ge B, Zhou C, Yan X, Ruan R, Cheng P. The Structure, Functions and Potential Medicinal Effects of Chlorophylls Derived from Microalgae. Mar Drugs. 2024 Jan 27;22(2):65. doi: 10.3390/md22020065. PMID: 38393036; PMCID: PMC10890356.
  11. ^ Martijn Tros, Vincenzo Mascoli, Gaozhong Shen, Ming-Yang Ho, Luca Bersanini, Christopher J. Gisriel, Donald A. Bryant, Roberta Croce, Breaking the Red Limit: Efficient Trapping of Long-Wavelength Excitations in Chlorophyll-f-Containing Photosystem I,Chem,Volume 7, Issue 1,2021,ISSN 2451-9294,[3]
  12. ^ Kato, K., Shinoda, T., Nagao, R. et al. Structural basis for the adaptation and function of chlorophyll f in photosystem I. Nat Commun 11, 238 (2020). [4]
  13. ^ "Chlorophyll ." Chemical Compounds. . Retrieved August 15, 2024 from Encyclopedia.com: [5]

2024/08/15

Kloroplast

 


Here nagîvasyonêHere lêgerînê

Karlêkên fotosentezê di nav kloroplastan de rû didin.

Kloroplast (bi înglîzî:chloroplast) endamokek taybet e ji bo xaneyên riwek û kevzan ko tê de karlêkên fotosentezê rû didin. Kloroplast enerjiya ronahiyê dimijîne, bi vê enerjiyê av û karbona dioksîdê bi bendên kîmyayî bi hev re girê dide û awêteyên endamî yên wekî glukozê berhem dike. Ango bi kurtasî, kloroplast enerjiya ronahiyê diguherîne enerjiya kîmyayî.[1]


Pêkhateya kloroplastê

Kloroplast endamokek ji koma plastîdan e. Plastîd ji endamoka proplastîdê diperisin. Xaneyên nû yên rîwek û kevzan de proplastîd hene. Li gor erk û pêdiviyên xaneyê, proplastîd diperisin û diguherin bo plastîdan. Sê cor plastîd hene, kloroplast, kromoplast û lêkoplast. Di bin şert û mercên guncav de plastîdek dikare biguhere bo corek plastîda din. Ango dibe ko lêkoplast biguhere bo kloropastê. Gava proplastîd ji aliyê tîrojên ronahiyê ve tên hankirin, diperisin û diguherin bo kloroplastan.[2]

Kloroplast enerjiya ronahiyê bi kar tîne, bi navbeynkariya enzîman ji av û karbona dioksîdê awêteyên endamî (bi înglîzî: organic compounds) çêdike û molekulên oksîjenê jî ber dide hawirdora xwe.

Hemû beşên kesk ên riwekan; pel, qed û şitilên kesk û mêweyên negihayî, kloroplast lixwe digirin, lê di piraniya riwekan de bo fotosentezê cihên sereke pel in. Kloroplast bi gelemperî di xaneyên şaneya mezofîlê ya hundirê pelê de herî pir in. Xaneyek asayî ya mezofîlê bi qasî 30-40 kloroplast lixwe digire.[1]

Di hemû zîndewerên xwejîn (berhemhêner) ên navikrasteqîn de fotosentez di endemoka kloroplastê de rû dide. Riwek, kevz (bi înglîzî: algae) û hin corên pêşengan (protîst), zîndewerên xwejîn ên navikrasteqîn in ko di xaneyên wan de fotosentez di nav kloroplastê de rû dide.[3]Dibe ko kevzek têkxaneyî tenê kloroplastek lixwe bigire, lê xaneyên riwekan (wekî mînak, xaneyêk pelê riwekê) 20 heta 100 kloroplast lixwe digirin. Herwisa dibe ko şert û mercên hawîrdorê jî bandor li ser hejmar û qebareya kloroplastan bikin. Wekî mînak, riwek di bin ronahiya geş de hejmara kloroplastên xwe zêde dikin.[2]

Di xaneyên riwekê de komên kloroplastan bi rengê kesk xuya dibin.

Ji xeynî vakuolên xaneyê, di xaneyên rivek û kevzan de kloroplast endamokên herî gir û berçav in. Dirêjiya kloroplastê bi qasî 10 nanometre û stûriya wê jî bi qasî 0.5 heta 2 nanometre ye. Lê şêwe û qebareya kloroplastan di hemû xaneyan de ne yek e.[4]

Kloroplast endamokek bi cotparzûnê dorpêçî ye. Di nav kloroplastê de kîsikên bi şeweyê xepleyî (dîsk) niqûmî ne, ji van pêkhateyan re tê gotin tîlakoîd (bi înglîzî: thylakoid). Tîlakoîd bi parzûna tîlakoîdê dorpêçî ye.[5]Beşa ko ji aliyê parzûna tîlakoîd ve hatiye dorpêçkirin wekî lumena tîlakoîd tê navkirin. Lumena her tîlakoîdek bi lumana tîlakoîdek din ve girêdayî ye.[6]Ango sê parzûnên kloroplastê hene; parzûna derve, parzûna navî û parzûna tîlakoîd. Parzûna derve ya koroplastê ji bo molekulên sakar û îyonan gelek delînbar e.Herwisa kloroplast sê beşên ji hev cihê jî lixwe digire; valahiya navbera parzûnan, stroma û lumena tîlakoîd. Ev beşan bi eslê xwe ne pêkhateyên vala ne.[7]

Loda xepleyên tîlakoîdan wekî granum tê navkirin. Di nav stromayê de koma granuman jî wekî grana tê navkirin.[5]Granum ji bo karlêkên fotosentezê rûberek fireh pêk tînin.[3]

Di nav parzûna tîlakoîdê de li gel zincîra guhaztina elektronan, pîgmentên (boyax) klorofîlê jî cih digirin. Klorofîl ronahiyê dimijînin. Enerjiya ji tîrojên ronahiyê ji bo karlêkên fotosentezê bi kar tînin.[8] Karlêkên ronahiyê yên fotosentezê di parzûna tîlakoîdê de rû dide, bi fotofosforîlasyone ATP tê berhemkirin û NADP jî tên kimkirin bo NADPH-ê.[9]

Başa navbera tîlakoîd û cotparzûnên kloroplastê wekî stroma tê navkirin.[10] Sitroma dişibe sîtoplazmayêADNrîbozom, enzîmên ji bo karlêkên fotosentezê, gelek proteîn, danikên xurekê û dilopên çewrî di stromayê de cih digirin.[1] Rîbozomên kloroplastê dişibin rîbozomên xaneyên navikseretayî.[8]

Di xaneyê de erkên kloroplastê

Li gel berhemanîna ATP-yê, kloroplast hin karên din ên girîng jî dikin. Yek ji van karên wan, bi navbeynkariya tîrojên ronahiyê, ji av û karbona dîoksîdê (CO2) çêkirina karbohîdratan e. Ev karê klorplastan wekî fotosentez tê navkirin. Herwîsa kloroplast asîdên amînî, asîdên rûnê û pêkhateyên çewriyên parzûnên xwe jî çêdikin. Di kloroplastan de bi kêmkirina nîtrîtê (NO2-) bo amonyakê (NH3), nîtrojen tevlî awêteyên endamî dibe ko awêteyên nîtrojenî werin çêkirin.[11]

Pêkhateya kloroplastê:
1. parzûna derve 2. valahiya navbera parzûnan 3. parzûna navî (1+2+3: qalik) 4. stroma (şilemeniya avî) 5. lumena tîlakoîdê (hundirê tîlakoîdê) 6. parzûna tîlakoîdê 7. granum (loda xepleyên tîlakoîdan) 8. tîlakoîd (kîsikê xepleyî) 9. nîşa 10. ribozom 11. ADN-ya kloroplastê 12. plastoglobul (dilopa çewrî)

Li gel çêkirina xurekên endamî, di kloroplastan de ji hilweşandina molekulên avê, oksîjen jî peyda dibe û ji xaneyê belavê hewayê dibe. Kloroplast glukozê wekî nîşa an jî çewrî di stromayê de embar dike.[6]

Pîgmentên kloroplastê

]

Pîgmenta serekî ya di tîlakoîda kloroplastê klorofîl e. Bi gelemperî kloroplast du corên serekî yên klorofîlê lixwe digirin, klorofîla a û klorofîla b. Klorofîla a li gor klorofîla b tîrojên ronahiya şîne kêmtir lê yên ronahiya sor pirtir dimijîne.[12]Herdu cor klorofîl jî tîrojên ranahiya kesk namijînin, tîrojên ronahiya kesk an ji kloroplastê derbas dibe û belavê hawirdorê dibe an jî tîroj ji rûyê klorofîlê şewq didin. Loma beşên riwekê yên bi kloroplast dewlelemend bi rengê kesk xuya dibin.[12]

Li gel klorofîlê, kloroplast pîgmentên ko bi rengên zer û porteqalî jî lixwe digirin. Ji van pîgmentan re tê gotin karotenoîd.[8] Karotenoîd ji bo mîjîna tîrojên ronahiyên ko ji aliyê klorofîlê ve bi têra xwe nayên mijandin, alîkari dikin.[13]

Bîrdoziya endosîmbiyozê

Peyva sîmbiyoz (bi înglîzî:symbiosis) ji du peyven grekî çê bûye. Di zimanê grekî de “sym” bo wateya “bi hev re” û “bios” jî ji bo “jiyan” tên bikaranîn. Ango peyva sîmbiyoz, jiyana hevbeş a du zîndeweran destnîşan dike. Di grekî de “endo” ji bo peyva hundir tê bikaranîn. Heke yek ji du zîndewerên sîmbiyoz di nav zîndewera din de be, vê gavê ev rewş wekî endosîmbiyoz tê navkirin.[14]

Li gor bîrdoziya endosîmbiyozê, kloroplast xaneyek navikseretayî (prokaryotî) ya xwejîn (bi înglîzî: autotroph) bû, ji xwe re bi karlêkên fotosentezê xurekên endamî çêdikir. Gava xaneya xwejîn (xaneya pêşengê kloropastê) ji aliyê xaneyêk navikseretayî ya xwenejîn (bi înglîzî: heterotroph) ve hat daqurtandin, xaneya mêvandar, xaneya xwejîn hilneweşand lê ji berhemên wê yê ji karlêkên fotosentezê sûd girt. Bi vî awayê herdu xane jiyanek hevpar avakirin.

Ji ber ko kloroplast ji xaneyek navikseretayî peyda bûye, ADN-ya kloroplastê jî bi eslê xwe ADN-ya xaneya navikseretayî ya xwejîn e.[15]Di kloroplastê de ADN-yên bi şêweyê bazneyî (xelekî) hene û dişibin ADN-ya bakteriyan.[2]

Rîbozomên kloroplastê jî hene, ev rîbozoman ji rîbozomên xaneyê cuda ne û dişibin rîbozomên navikseretayiyan.

Bi kurtasî, kloroplast dişibe bakteriya fotosentezî (siyanobakterî), beyî ko ji navika xaneyê ferman werbigire, dikare ADN-ya xwe duhende bike û dabeş bibe.[16]

Genoma kloroplastê

Ji ber ko bavanê kloroplast bakteriyek fotosentezî ye, kloroplast xwediyê sîstema bomaweyî ya xwe ye.

Madeyên ji bo fotosentezê tên bikaranîn, bi kontrola ADN-ya kloroplastê de tên çêkirin.[15] Lê hinek genên ko beşên kloroplastê pêk tînin, di navika xaneyê de li ser kromzoman de cih digirin. Proteînên kloroplastê, ji aliyê rîbozomên kloroplastê ve tên çêkirin.

Genoma kloroplastê ji molekulên ADN-ya bazneyî (xelekî) pêk tê. ADN-yên kloroplastê proteînên hîston lixwe nagirin.[17]Di her kloroplastek de bi gelemperî ne yek lê zêdetir kopyayên ADN-yê cih digirin.

Genomên klorplastê bi qasî 120 gen lixwe digirin. Bi derbirîna van genên kloroplastê, ARN û proteînên ji bo derbirîna gen û proteînên bo karlêkên fotosentezê tên çêkirin. ARN-ya rîbozomî (rRNA), ARN-ya guhêzer (tRNA) û ARN-peyamber (mRNA) ên kloroplastê ji aliyê genoma kloroplastê ve tên çêkirin. Bi genoma kloroplastê ji ARN-ya rîbozomî çar cor (23S, 16S, 5S, û 4.5S) û ji ARN-ya guhêzer jî 30 cor ARN tên berhemkirin, ev hejmar ji bo wergerana hemû ARN-yên peyamber bes in. Li gel ARN-yan genoma kloroplastê ji bo bi qasî 20 proteînên rîbozomê jî şîfre dide. Herwisa genoma kloroplastê şîfre dide bo çêkirina hinek binebeşên ARN polîmerazê jî. Genoma kloroplastê şîfre dide bi qasî 30 cor proteînan ko beşdarê karlêkên fotosentezê bibin. Kompleksa sîtokrom b6f û ATP sentaz jî tê de, proteînên pêkhateyên fotosîstema Ifotosîstema II û yek ji binebeşên rîbuloz bifosfat karboksilaz (bi înglîzî: ribulose bisphosphate carboxylase (rubisco)) ji aliyê ADN-ya kloroplastê ve tên şîfrekirin. [11]Dema geşebûna xaneyê de, kloroplast dikarin di nav xaneyê de bi dabeşbûna nîvekî (bi înglîzî: binary fission) pir bibin.[2]

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. Jump up to:a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  2. Jump up to:a b c d Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  3. Jump up to:a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  4. ^ Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
  5. Jump up to:a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. Jump up to:a b Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  7. ^ Tymoczko, J.L., Berg, J.M. and Lubert Stryer (2015) Biochemistry, a short course. New York: W.H. Freeman & Company, A Macmillan Education Imprint.
  8. Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  9. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  10. ^ O'Connor, C. M. & Adams, J. U. Essentials of Cell Biology. Cambridge, MA: NPG Education, 2010
  11. Jump up to:a b Cooper GM. The Cell: A Molecular Approach. 2nd edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2000. Chloroplasts and Other Plastids. Available from: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK9905/
  12. Jump up to:a b Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  13. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "chloroplast". Encyclopedia Britannica, 22 Jul. 2024, [1]. Accessed 14 August 2024.
  14. ^ Clark, D. P. (2005). Molecular biology. Elsevier Academic Press.ISBN: 0-12-175551-7
  15. Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  16. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  17. ^ S.W.D. and King, R.C. (2002) A dictionary of genetics. 7th. ed. New York, NY, USD: Oxford University Press.