Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)
Showing posts with label çerxa Krebs. Show all posts
Showing posts with label çerxa Krebs. Show all posts

2024/05/12

Çerxa Krebs

2024/04/28

Oksandina pîruvatê

 

Oksandina pîruvatê an jî dekarboksîlasyona pîruvatê (bi înglîzî: pyruvate oxidation-pyruvate decarboxylation), rêçeyek kîmyaya zindî ye ko ji bo çêbûna asetîl CoA, pîruvat tê oksandin (hilweşandin) bo koma asetîl û karbona dîoksîdê.

Di hebûna oksîjenê de pîruvatên ko di glîkolîzê de hatine çêkirin tên oksandin, bi vî awayê ji pîruvatê he pirtir enerjîya ATP tê bidestxisitin. Di xaneyên navikrasteqînan de karlêkên bo oksandina pîruvatê di hundirê mîtokondriyê de rû didin. Heman karlêk di xaneyên navikseretayî de di sîtoplazmayê de û li ser rûyê navî yê parzûna xaneyê de rû didin.[1]

Xane enerjiya pîruvatê bi du qonaxan bi dest dixe, di qonaxa yekem de pîruvat tê oksandin û pêkhateyek dukarbonî û karbona dîoksîd peyda dibe. Di heman demê de NAD+ jî tê kêmkirin bo NADH-ê.

Di qonaxa duyem de awêteya du karbonî bi karlêkên çerxa Krebs tê oksandin bo karbona dîoksîdê.

Pîruvatên bi rêçeya glîkolîzê çêbûne, nikarin rasterast tevlê qonaxa paşê ya bahenaseyê bibin, divê peşî ji pîruvatê molekulek karbona dioksîd were dûrxistin.[2]

Pîruvat bi guhaztina çalak ji sîtoplazmayê tê guhaztin bo mîtokondriyê.[3]

Di xaneyên navikrasteqîn de pîruvat di beşa matriks a mîtokondriyê de tê hilweşandin bo asetîl CoA.[4][5]

Ji ber ko çêbûna asetîl CoA, qonaxa glîkolîzê bi çerxa Krebs re girê dide, karlêka oksandina pîruvatê wekî karlêka guhaztinê (bi înglîzî: transition reaction) an jî karlêka navber (bi înglîzî: bridge reaction) jî tê navkirin.[5]


Gavên oksandina pîruvatê

Karlêka oksandina piruvatê ji aliyê enzîma pîruvat dehîdrogenaz ve (bi înglîzî: pyruvate dehydrogenase) tê hankirin. Pîruvat dehîdrogenaz kompleksek fireenzîm e (bi înglîzî: multienzyme complex) û ji 72 zincîrên polîpeptîd pêk tê.[6]

Kompleksa fireenzîm sê karlêkan han dike.

1.Oksandina pîruvatê bi karlêka dekarboksîlasyonê (bi înglîzî: decarboxylation) dest pê dike. Bi dekarboksîlasyonê, yek ji sê karbonên pîruvatê bi şêweyê karbona dîoksîd ji pîruvatê tê qetandin.Di dirêjiya bahenaseya xaneyê de cara pêşîn di vê gavê de CO2 tê berdan.[3]

2. Pêkhateya dukarbonî ya ji pîruvatê mayî, tê oksandin û asetat (CH3COO-, asîda asedî ya bi şeweyê îyon) peyda dibe. Elektronên hatine berdan tên guhaztin bo NAD+, enerjî bi şêweyê NADH tê embarkirin.[3]

3. Koenzîm A (CoA) bi bendê kovelendî bi navbeynkariya atoma sulfurê (kukurt), bi asetatê ve tê girêdan û asetîl CoA peyda dibe. Koenzîm A (Co A) ji vîtamîna B5, asîda pantotenî (bi înglîzî: pantothenic acid) tê çêkirin.[7]

Karlêka giştî ji bo dekarboksîlasyona pîruvatê

Encama oksandina pîrûvatê

Glukoza ko di qonaxa glîkolîzê de hatibû hilweşandin bo 2 pîruvatan, di kotahiya karlêka oksandina pîruvatê de , êdî bûye 2 komên asetîl û 2 molekulên karbona dîoksîd. Herwisa di vê gavê de ji molekulek glukozê heta niha 2 NADH dema glîkolîzê û 2 NADH jî dema çêbûna asetîl CoA de bi tevahî 4 NADH çêbûye.[6] Ango ji bo her molekulek glukozê, oksandina pîruvatê 2 caran rû dide.

2 Pîruvat + 2 NAD+ + 2 CoA → 2 asetîl CoA + 2 NADH + 2 CO2+ 2H+

NADH di qonaxa zincîra guhaztina elektronan de ji bo çêkirina ATP tên bikaranîn.[1] Di hanaseya xaneyê de erkê asetîl CoA, guhaztina koma asetîl e. Koma asetîl a ji pîruvatê peyda bûye ji aliyê asetîl CoA ve tê guhaztin bo qonaxa çerxa Krebs a xanehenaseyê.[7]


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  3. Jump up to:a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  4. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  5. Jump up to:a b Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
  6. Jump up to:a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. Jump up to:a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,