Di nav xwîna mirovên tendurist de mêjara her hormonek di pileya asta asayî de ye. Eger mêjera hormonek ji asta asayî kêmtir an jî zêdetir be, dibe ku hormon kar neke û mirov bi nexweşiyan bikeve. Ango gava asta hormon dadikeve, divê di rijên an jî di xaneyen derdanî de hormon bê berhemkirin û derdan. Gava mêjera hormon gihîşt asta asayî, divê berhemanîn û derdana wê hormonê raweste.
Ji boy derdan û rawestandina homonan sîstemek çavdêriyê heye, ev sîstem wekî sîstema paşragihandinê (feedback mechanism) tê bi navkirin. Sîstema paşragihandinê, bi xebata hevbeşî ya hormon û koendama demar(nervous system) çalak dibe. Di laşê mirov de êpê wergir hene. Hin wergir li nav lûleyên xwînê, hin di nav şaneya çerm de an jî di nav endaman(organ) de cih digirin. Heke pH a xwînê an jî mêjera av, hormon, îyon an jî pestoya osmosî ya laş biguhere, wergir van guherîna radigihîne hîpotalamusê. Herwiha di nav xwînê de guherîna mêjera glukozê, an jî guherîna germahiya laş jî ji boy wergiran dibe hişyarker.
Li hember hemû guherînan, koendema damar û koendama korrijên(endokrîn) hewl didin ku hevsengiya laş biparêzên ev kar wekî homeostazî (homeostasis) bi nav dibe. Ji boy berdewamiya homeostaziyê, pêdivî bi sîstema paşragihandinê heye.
Du cure paşragihandin heye. Heke ragihandina guherînan rê li ber berhemanîn û derdana hormonek bigire, an jî bibe sedema kêm derdanê, ev paşragihandin wekî paşaragihandina neyînî(negative feedback) bi nav dibe. Lê ku ragihandina guherîn derdana hormonek bide destpêkirin, vê gavê ev ragihandin wekî paşragihandina erenî (positive feedback) tê navkirin. Di laşê mirov de rêjeya sirûşti ya piraniya hormonan bi paşragihandina neyînî te parastin.
No comments:
Post a Comment