Xirokên
spî hem li nav xwînê hem jî li derveyî xwînê, di navbera
xaneyan de bi awayekî çalak li hemû beşên laş de tevdigerin. Bi
vî awayê li kîjan beşê laş de birîn an jî hokarên nexweşiyê
hebe, xirokên spî xwe digihînin wê derê û li hember hokarên
nexweşiyê bergirî dikin. Ne yek, lê pênc cureyên xirokên spî
heye. Navê vana ; Nêtrofîl, Êzonofîl, Bazofîl, Monosît û
Lînfosît e. Lînfosît jî du cure ne, Lînfosîta B û Lînfosîta
T
Li
gor hebûn an jî tunebûna danikên(hebikên) nav sîtoplazmayê, du
komên sereke yên xiroka spî heye. Koma yekem wekî xirokên spî
yên danikî, a duyem jî wekî xirokên spî yên bêdanik tê bi
navkirin. Hemû beşên xaneyê di bin mîkroskopê de xuya nabe. Ji
bo dîtîna lebatok(organel) û madeyên nav sîtoplazmayê, divê
xane di nav hin boyax(madeyen rengdan) de bê rengkirin. Eger madeye
rengdan li ser xaneyên Nêtrofîl, Bazofîl û Êzonofîlê bê
dilopkirin, di nav sîtoplazmayê van xaneyan de gelek hebikên
danikî xuya dibe, loma ev xaneyan wekî xirokên spî yên danikî
tê binavkirin. Di nav sîtoplazmayê xaneyên Monosît û Lînfosîtan
de hejmara hebikan gelek kêm e, loma van xaneyan wekî xirokên spî
yên bêdanik tên binavkirin.
1.
Nêtrofîl:
Di
nav xirokên spî de nêtrofîl bi hejmara herî zêde ye. % 50-70 yê
xirokên spî ji nêtrofîlan pêk tê. Danikên nêtrofîlê herî
baş bi boyaxên nêtar(ne asîdî ne jî bazî) de xuya dibin, loma
ev cureya xiroka spî ya danikî, wekî nêtrofîl tê binavkirin. Di
xaneya nêtrofîla asayî de dendik ji du heta pênc loban pêk tê,
lê lobên dendika nêtrofîla pîr, dibe ku ji pêncan pirtir be.
Hin bakterî mirov tûşî nexweşiyê dikin. Dema di laşê mirov de
bakterîyên hokarê nexweşiyê peyda dibê, pêşî nêtrofîl
erîşê bakteriyan dike. Danikên nêtrofîlê gelek lîzozom,
enzîmên herisînê û hîdrojena peroksîd(H2O2) lixwe digirin.
Nêtrofîl bi fagosîtozê bakteriyan dadiqurtîne, paşê di nav
sîtoplazmaya xwe de bi enzîmên herisînê bakteriyan têkdişkîne.
2.
Êozonofîl:
%
2-4 ê xirokên spî ji êzonofîlan pêk tê. Boyaxêk asîdî ya bi
navê êozîn(eosin) rengê sor-porteqalî dide danikên êzonofîlê.
Êzonofîl navê xwe ji vî boyaxê digire. Dendika êzonofîlê du
an jî sê lobî ye. Danikên êzonofîlê molekulên
dijhîstamîn(antîhîstamîn) lixwe digirin. Hin danikên nêtrofîlê
li dij kurmên mişexwer(parazîtî), molekulên jehrî (toksît) lixwe
digirin. Kurmên mişexwer bi gelemperî ji ber xwarina xurekên
nepijiyayî ve dikeve nav laş. Loma heke di nav xwînê de hejmara
êzonofîlan ji hejmara asayî zêdetir be, ev rewş nîşaneya
kulbûnî, alerjî an jî di nav laş de hebûna kurmên mişexwer e.
3.
Bazofîl:
Di
nav laş de, xiroka spî ya herî hindik bazofîl e. Rêjeya bazofîl
di nav lêkosîtan de ji %1ê kêmtir e. Herî baş boyaxên
alkalîn(bazî) renk dide danikên bazofîlê. Danikên bazofîlê
gir in, bi boyaxê rengê şîna tarî an jî mor digirin. Bi
gelemperî hejmara bazofîlan dema kulbûniyê û alerjîbûniyê de
gelek zêde dibe. Danikên bazofîlê hîstamîn derdidin. Hîstamîn
madeyek kîmyayî ye, alikariyê sîstema bergiriyê dike Lûleyên
xwînê ji ber hîstamînê sist û fire dibin, bi vî awayê xirokên
spî bi hesanî ji xwînê derbasê nav şaneya kulbûyî dibin û li
dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dikin.Her wisa bazofîl heparîn
jî berhem dikin. Heparîn rê li ber meyîna xwînê ya nav lûleyan
digire.
Xaneyên
monosît û lenfosît du cureyên xirokên spî yên bêdanik in.
Danikên van xaneyan ji yê xaneyên danikî kêmtir û hûriktir in.
Dendika lêkosîtên bêdanik yek lobî û gewre ye.
Monosît:
Xaneya
herî gewre ya xirokên spî monosît e. Monosît, dendikek gewre û
bêlobî lixwe digire. Şiklê dendika monosîtê dişibe şiklê
gurçikê. Heke monosît ji xwîna nav lûleyan derkeve derve û di
nav şaneyan de bicivire(geş bibibe), ev xane wekî xaneya makrofaj
tê bi navkirin.
Xaneyen makrofaj bi fagosîtozê bakterî û hokarên nexweşiyê
digire nav xwe û li nav xaneyê de hildiweşîne. Hin xaneyên
monosît jî di nav şaneyanda dibin xaneyên
dendirîdî. Xaneyên
dendirîdî bi gelemperî li şaneyên çerm, pişik û rûviyan de
bergiriya laş dikin.
Lîmfosît:
lîmfosît
jî wek mîna xirokên spî yên din li moxê hestî de tê çêkirin.
Lê xaneyên lîmfosîte, li şaneya lînfê de, li girê lînfê de
dabeş dibin û zêde dibin. Di xwînê de xaneyên herî zêde yên
xirokê spî, nêtrofîl in. Lîmfosît xaneyên duyem ên herî zêde
yên lêkosîtan e .% 20-30 yê xirokên spî ji lîmfosîtan pêk
tê. Sê komên sereke yên lîmfosîtan heye Xaneya
B(Lîmfosîta
B), Xaneya
T (lîmfosîta
T) û Xaneya
kujera sirûştî.
Xaneya kujera sirûştî lîmfosîta herî gewre ye. Heke di xwînê
de asta rêjeya lîmfosîtan ji ya asayî pir zêdetir be, dibe ku ev
rewş nîşana hin cureyên şêrpence an jî ji ber nexweşiya
vîrusî be.
No comments:
Post a Comment