Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2019/06/01

SIPIL




    Li nav gel de evendam wekî fatareşk, Spil, didanxoşk, xalxalk an jî dêdik jî tê nasîn. Lê di zanista zîndezaniyê(biyolojî) de navê vê endamê sipil e. Bi înglîzî navê sipilê “spleen”e, bi erebî jî “thal” e(طحال).

 

    Sipil bi sîstema gera xwînê û bi sîstema bergiriyê ve tekîldar e.
Sipil xirokên sor enbar dike, Xaneyên xwînê yên di kotayiya jiyana xwe de ne, li sipil tên hilweşandin. Herwiha sipil dijaten berhem dike û bergiriya laş dirûst dike.
Sipil endama(organ) herî gewrê ya sîstema lîmfê ye. Li jorê valahiya zik de li aliyê çepê, li binê nawpençikê de cih digire. Li nêzê sipilê, gede, pankreas û gûrçika çepê heye. Qebareya sipil bi qasê kulma(mist) mirov e. Giraniya sipil a asayî 200 gram e. Dirêjiya sipilê 12 cm, firehiya wî 7 cm , stûriya (qalinî) sipilê 2,5 cm ê.
    
     Korpele (dergûşa hîn di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike, sipila korpele, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî mejiyê(mox) hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike.
Spil bi xaşeya ji bestereşane hatiyê pêçandin. Di hundirê xaşeyê de du cureyên şaneya sipilî heye, kiroka sor û kiroka spî.

          Kiroka spî ya sipilê pêkhateyên lîmfê yên wekî xaneyên plazmayê, lîmfosît, girêkên lîmfê lixwe digirê. Herwiha kiroka spî lîmfosîtan jî çê dike. Xaneyên makrofaj jî di sipil de li hember bakterî û dijapeydakeran(antîjen) parastina laş pêk tînîn, bakterî û hokarên nexweşiyê yên nav xwînê parzûn dikin. Herwiha ji boy dirûstkirina dijaten, sîstema bergiriyê hişyar dikin. Xaneyên makrofaj ên sipilê, hem li kiroka sor hem jî li kiroka spî de kar dikin. 

           Kiroka sor a sipilê li gel xaneyên makrofajê, xaneyên monosît ên xiroka spî jî lixwe digire. Bi taybetî, dema birîndarbûyînê de sipil gelek ji xaneyên monosîtê der dide. Xaneyên monosîtê bi navbeynkariya gera xwînê, xwe digihînin cihê birîndarbûyî, li vir ji boy rêkxistina bergiriya laş û pakkirina birînê kar dikin.
        Li gel parzûnkirina xwînê, kiroka sor a sipilê karê hilweşandina xirokên sor jî pêk tîne.
Temenê xirokên sor bi qasî 120 roj e. Xirokên sor ên têkçûyî (temenê xwe temam kirî) an jî yên xirabûyî, di nav sipil de tên hilweşandin û dûrxistin. Ji hilweşandina hemoglobîna xirokên sor, bîlîrubîn û hesin peyda dibe. Ev herdu madeyan ji kezebê re tên şandin. Hesin ji boy berhemkirina hemoglobîna nû, dubare tê bikaranîn.


No comments:

Post a Comment