ÇAVIYÊN DIL
Dil ji çar çaviyan pêk tê. Du çavî(ode) li jor, du çavî jî li jêrê dil de cih digire. Çaviyên jor wekî guhik, çaviyên jêr jî wekî zikok tê binavkirin. Her wisa perdeyek masûlkeyî ya bi navê septum(navbirka zikokan) ji jorê dil hetanê jêrê dil dirêj dibe û dil dike du beş, beşa rastê û beşa çepê. Xwîna kêmoksîjenî li beşa rastê dil, xwîna têroksîjenî jî li aliyê çepê dil de diherike. Masûlkeyên derdora zikokan ji ya guhikan zêdetir e. Dîwarên guhikan ji yên zikok ziravtir e. Dîwarê zikokê çepê, jî li gor beşên din ên dil hê pirtir stûr e. Rûyê zikok û guhikan bi çînek xaneyên epîtel(endokard)ê nixamtî(girtî)ne. Xwîn ji laş diherike guhikên dil, ji zikokên dil jî ji dil diherike laş.
Dil çar derîçe lixwe digire. Du derîçeyên dil di navbera guhik û zikokên dil de cih digire. Her yekê xwînbera pişik û xwînbera sereke jî derîçeyek lixwe digirin. Xwîn bi alîkariya derîçeyan di nav dil û lûleyên xwînê de bi yek alî diherike.
Di navbera guhika rastê û zikokê rastê de derîçeya sêperrî(trîkuspît) heye. Derîçeya sêperrî bi girjbûna guhikan, xwîna nav guhika rastê, aresteyê zikokê rastê dike. Dema guhik xav dibe îcar zikok girj dibin, lê derîçeya sêperrî bi girjbûna zikokê rastê tê girtin, bi vî awayê rê li ber vegera xwînê ya guhika rastê tên girtin. Her wisa di navbera guhika çepê û zikokê çepê de derîçeya duperrî(derîçeya mîtral) heye, derîçeya duperrî xwînê ji guhik arasteyî zikokê çepê dike, lê nahêle xwîna zikokê vegere guhika çepê. Bi girjbûna guhikan, derîçeyên navbera guhik û zikokan tên vekirin, bi girjbûna zikokan van herdu derîçe tên girtin.
Xwîna zikokan bi navbeynkariya derîçeyan derbasî xwînberan dibe. Şiklê derîçeyên derê zikokan dişibe kevanê, an jî heyva nîvî, loma ev derîçeyên zikokê wekî derîçeyên kewaneyî tên binavkirin. Di navbera zikokê rastê û xwînbera pişikê de derîçeya pişikê heye. Bi girjbûna zikokê ev derîçe ve dibe û xwîna nav zikok rastê derbasî xwînbera pişikê dibe. Gava malik xav dibin, îcar derîçeya pişikê tê girtin. Bi vî awayê xwîna nav xwînbera pişikê venagere zikokê. Derîçeyek kewaneyî jî di navbera zikokê çepê û xwînbera sereke(Aort) de cih digire. Ev derîçe jî xwînê ji zikokê çepê ber bi xwînbera sereke araste dike.

No comments:
Post a Comment