Celadet Alî Bedîrxan

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

2023/01/15

Perîn

 


    Guhaztina tozkulîlkan (bi înglîzî: pollen) ji porgê nêrîkê bo kospa mêyika heman cor kulîlkê, wekî perîn (bi înglîzî: pollination) tê navkirin. Tozkulîk danikên (bi înglîzî: granule) pir hûrikin, di porgê nêrikê de, di kîsikên tozkulîlkê de tên berhemkirin. Tozkulîlkek du heb xane lixwe digire, piştî perînê yek ji van xaneyan diguhere û dibe sperm.
Ji bo pîtina hêkê bi spermê ve, divê sperm û hêka riwekê bigihîjin hev. Ji bo pîtînek serkeftî rû bide, bi mîlyonan danikên tozkulîlk tên berhemkirin û belavkirin.
Di jîngehê de perîna riwekan bi du şêweyê rû dide, perîna xweyî (bi înglîzî: self pollination) û perîna têkel (bi înglîzî:cross pollination)
Heke tozkulîlk ji porgê kulîlkê bo kospa heman kûlîlkê an jî bo kospa kulîlkek din a heman riwekê ve werin guhaztin, ev perîn wekî perîna xweyî tê navkirin. Ango di perîna xweyî de hekok ji aliyê sperma tozkulîlka heman riwekê ve tê pîtandin.

Heke tozkulîlk ji porgê kulîlkek ber bo kospa kulîlka riwekek din a heman corê ve were guhaztin, ji vê perînê re tê gotin perîna têkel. Di perîna têkel de sperm û hêk ne ji heman riwekê lê ji riwekên heman corê ne.
Perîna xweyî rê li ber çeşîddariyê digire, loma riwek bi gelemperî bi perîna têkel pir dibin. Bi vî awayî çeşîddariya wêçeyan dabîn dikin ko weçe ji guherînên neyînî yên hawirdorê werin parastin.
Perîna ko di bin kontrola mirov de rû dide, wekî perîna destkarî (bi înglîzî: artificial pollination) tê navkirin. Gregor Mendel bi perîna destkarî li ser riweka polkeyê de taqiyên perîna xweyî û perîna têkel saz kir.
Hokarên navbeynkariya guhaztina tozkûlîlkan dikin wekî perîner (bi înglîzî:pollinator) tên navkirin. Di jîngehê de zîndewerên wekî mêşhingiv, hin corên kêzikan û balînde perînerên serekî ne ko tozkulîlkan ji porgê kûlîlkê diguhazînên bo kospa kûlîlkê. Li gel zîndeweran, hokarên nezindî yên wekî ba, baran, hêza erdkêşê û av jî tozkulikan belavê hawirdorê dikin.
Riwek şîrîniyek a binavê nektar berhem dike û ji kûlîlkên xwe der dide. Li gel rengê pelên tacokeyê, bêhn û çêja nektarê, perîneran han dike ko serdana kulîlkan bikin. Mêşhingiv yek ji perînerên sereke ne. Gava mêşhingiv li ser kulîlkê nektar û tozkulîlk berhev dike, hinek tozkulîlk ji porgê nêrikê li per (bask), pûrt û çîpên mêşhingivê dizeliqe. Mêşhingiv ji kulîlkê dîfîre ser yeka din û tozkulîlkên pê ve zeliqandî, dikişîne ser kospa kulîlkek din. Bi vî awayî spermên di nav tozkulîlkên kulîlkekê, bi hêkokên kulîlkek din ve tên pîtîn.
*Ev xebat li sere wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.











No comments:

Post a Comment