AIDS, Nîşana nemana bergiriya destketî (bi înglîzî: Acquired immune
deficiency syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna vîrûsa
nemana bergiriyê li mirov e (bi îngilîzî: Human immunodeficiency
virus (HIV)) . Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara
nexweşiyê ye.
Pêkhateya
HIVê
Nexweşiya
AIDS (bixwîne: eyds) di navbera mirovan de cara ewil, di sala 1981ê
de peyda bû . Çavkaniya nexweşiyê rojhilatê Efrîqayê ye.
Mirovahî ji zû da ji hokara vê nexweşiyê hayadar bû, lê ev
nexweşî hetanê salên 1980 tûşê mirov nedibû, tenê hin
meymun bi nexweşiya AIDSê diketin. Lê paşê, ji ber rûdana
bazdanê (mutasyon), bomaweyî ya vîrûsa HIVê guherî û corekî
nû yê vîrûsa HIVê peyda bû, ev vîrûsa nû êdî dikarîbû
tûşê xaneyên mirov jî bibe. Vîrûsa HIVê, virûsek ARNyî yê,
ango zanyariyên bomaweyî yên vîrûsê li ser zincira asîda
rîbonukleyî (ARN) ye. Asîda rîbonukleyî (bi îngilîzî: RNA
(Ribonucleic acid) ji zincîrek nukleotîdan pêk tê, ev zincîra
ARNyê bi hêsanî rastê bazdanê tê û diguhere, loma heta niha li
dij virûsa HIVê kutan (vaksîn) an jî dermanek bi bandor bi dest
neketiye. HIV hokara nexweşiyek bêderman e.
Rêbaza
tûşbînê bi xaneyên lîmfê ve
Vîrûsa
HIVê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê
bi HIVê tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên
nexweşiyê bêparastin dimînê. Li ser rûyê parzûna xaneyên T
alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi
navê CD4 û CCR5 heye. Vîrûsa HIVê xwe bi van wergiran ve girê
dide bi vî awayê tûşî xaneyên lîmfê dibe. Xaneyên tûşî
hokarên nexweşiyê bûne, wekî xaneyên mêvandar tên navkirin.
Vîrûsa HIVê di nav xaneya mêvandar de ARNya xwe wekî
bingeh (qalib) bi kar tîne û bi navbeynkariya xaneya mêvandar, ADN
(Asîda deoksîrîbonukleyî) dide berhmkirin . ADNya vîrûsî ya nû
çêbûyî, zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HÎVê lixwe digire.
Paşê ev ADNya HIVê tevlê ADNya xaneya mêvandar dibe. Bi vî awayî xaneya mêvandar hemû derfetên xwe ji bo çêkirina vîrûsên
nû bi kar tîne, hejmara vîrûsan di nav xaneyê de zêdetir dibe.
Vîrusên nû ji xaneya mêvandar derdikevin û tûşê hin xaneyên
din dibin, bi vî awayê hokara nexweşiyê belavî hemû beşên laş
dibe. 1-2 hefte piştê tûşbûna bi vîrûsa HIVê, hê jî di nav
laşê mirov de nîşaneyên nexweşiya AIDSê peyda nabe. Lê mirov
hin caran dibe ku ji ber hebûna HIVê, wekî bi nexweşiya arsimê
ketiye hest bike .
Qonaxên
nexweşiyê
Piştê
tûşbûna bi HÎVê, di laşê mirov de sê qonaxên taybet rû
dide, di qonaxa sêyem de nîşanên nexweşiya AIDSê xuya dibe.
Dirêjiya Ev hersê qonax 10 heta 12 sal ê, ango mirov ji bo demek
dirêj pê ji nexweşiyê nahese .
Qonaxa
yekem
Ev
qonax wekê qonaxa hilgirtinê bi nav dibe. Di vê qonaxê de hema tu
nîşaneyên nexweşiyê peyda nabe. Lê hejmara vîrûsa HIVê di nav
xaneyan de zêde dibe. Loma, koendama bergiriyê çalak dibe, xaneyên
plazma dijeten berhem dike û der dide. Dijeten hêjmara vîrûsên
nav xwîn û şileya laş de kêm dike. Mirovê tûşbûyî di qonaxa
yekem de xwe ne wekî yekî nexweş, lê wekî kesek sax hest dike.
Lê ji ber ko di laşê mirovê tûşbûyî de vîrûs heye, eger
heye ko vîrûs ji wî tûşe hin kesên din jî bibe. Qonaxa yekêm
hin caran ji 10 salan zêdetir didome. Di qonaxa yekem de di nav
xwîna mirovê tûşbûyî de li dij HIVê dijeten tê berhemkirin,
bi taqîkirina xwînê, mirov ji van dijetenan hayadar dibe, zêdebûna
dijeten nîşana hebûna HIV ye, loma evan kesan wekî kesên HIV+
(HIV pozîtîv) tê navkirin.
Qonaxa
duyem
Di
qonaxa duyem de nîşaneyên nexweşiyê xuya dibin. Xaneyên B ji
bo têkbirina vîrûsa HIVê hê pirtir dijeten berhem dike, lê ji
ber çalakiya HÎVê, hê pirtir ji xaneyên B tûşî vîrûsê
dibin. Ji ber zêdebûna HIVê hejmara lîmfexaneyan, bi taybetî
hêjmara xaneyên T, kêm dibe, dawiya dawî koendama bergiriya mirov
têk diçe. Loma di laşê mirov de lîmfegirê diwerimin, ta tê
mirov, hêjarbûn (zeîfbûn) rû dide. Herwisa dibe ko zikçûn çê
be û bo demek dirêj bidome. Hin caran hişê mirov jî ji ber
nexweşiyê têk diçe.
Qonaxa
sêyem
Têkbirina
xaneyên T alîkar ji aliyê HIVê ve didome, loma hejmara xaneyên T
alîkar gellek kêm dibe, êdî xaneyên T alîkar nikare xaneyên B
û xaneyên T jehravî han bike ji bo têkşikestina hokarên
nexweşiyê. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dijetenan. Li dij hokarên
nexweşiyê bergirya laş lawaz dibe. Di nav xwîna mirovê tendûrist
de ji bo mîlîlîtreyek xwînê 600-700 heb xaneya T alîkar heye.
Di qonaxa sêyem de di laşê mirovê tûşbûyî de ji bo mîlîlîtreyek xwînê, hêjmara xaneyên T alîkar ji 200î kêmtir
dibe. Di rewşek wisa da êdî ew kes wekî nexweşê AIDSê, ango
nexweşê nîşana nemana bergiriya destketî tê navkirin.
Mirov
raste rast ji ber AIDS namire, vîrûsa HIVê koendama bergiriya
mirov lawaz dike û têk dişkîne. Gava bergiriya mirov lawaz be,
îcar hokarên nexweşiyê bi hêsanî di laşê mirov de zêde dibin
û mirov nexweş dikin. Wekî mînak ji ber kêmbûna bergiriya laş,
dibe ku mirov ji ber şêrpenceyê an jî ji ber nexweşiya siyê
(tuberkuloz) nexweş bikeve. Di laşê mirov de hin hokarên
nexweşiyê hene bi navê hokarên helperest (oportunîst), di demên
asayî de, ji ber hebûn û berevaniya koendama bergiriya mirov,
hokarên helperest nikarin mirov nexweş bikin, lê gava bergiriya
laş ji ber hebûna vîrûsa HIVê lawaz dibe, fersend dikeve destê
wana ku di nav laş de zêde bibin û mirov bi nexweşiyê bixin.
Riyên
veguhaztina HIVê
Kesên
bi nexweşiya AIDSê ketine, an jî tûşî vîrûsa HIVê bûne lê
hê bi nexweşiya AIDSê neketine, dibin sedema belavbûna nexweşiya
AIDSê. Di nav xwîn û şileya laşê van kesan de vîrûsa HIVê
heye, heke xwîna van kesan an jî şileya laşê van kesan bi xwîna
kesek sax ve têkil bibe, vîrûsa HIVê jî ji kesê nexweş
diguhaze kesê sax. Plazmaya xwînê û şileya koendama zaûzê ya mê
û nêrên bi HIV+, gellek virusên HIVê lixwe digire. Berevajiyê
piraniya corên vîrûsan, HIV li derveyî laş an jî li derveyî
şileya laş de lawaz e û zû hildiweşe. Heke vîrûsa HIVê bi
qasî 20 xulek bi oksîjen û atmosferê ve rû bi rû bimîne,
pêkhateya vîrûsê xira dibe û metirsiya tûşbûna laşê mirov
bi HIVê kêmtir dibe. Ango HIV tenê di nav şileya laş de tê
guhaztin bo kesek din.
-Bi
kesên tûşbûyî ve peywendiya seksî (zayendî), riya herî
bingehîn e ji boy veguhaztina vîrûsa HIVê .
-Bikaranîna
derziyek bi awayekî hewbeş, ji bo derzîdana madeyên hişber an jî
ji boy tiştek din jî rê li ber veguhaztina HIVê ve dike.
-Heke
dayik tûşî HIVê be, dema ducaniyê, bi riya xwînê, piştê
zaroknînê bi riya şîrê dayikê vîrûsa HIVê ji dayik diguhaze
derguşê.
-HIV
nayê veguhaztin bi riya destavê, pêvêdana mêşan, bi riya
henasedanê an jî xwarin û vexwarinê. Herwisa maçkirina dest, rû
û lêvê kesê bi nexweşiya AIDSê jî nabe sedema guhaztina
nexweşiyê.
Kurdîno!
li xwe miqayit bin, tûşî vîrusa HIVê nebin.
No comments:
Post a Comment