Zerav şileyek bi rengê zerokî -keskoyî ye, di kezebê de tê berhemkirin. Rojê bi 0.5- 1 lître zerav ji kezebê tê derdan. Zerav bi navbeynakriya tora cogan ji kezebê ber bi donzdetilîkê ve tê guhastin. Pila çepê û pila rastê ya kezebê, zeravê der didin nav coga rastê û çepê ya kezebê. Ev herdu cog digihîjin hevdu, coga nû êdî wekî coga hevbeş a kezebê bi nav dibe. Zerav ji kezebê bi riya coga kîsikê ber bi kîsikê zeravê(zerevdank) diherike, zerav di kîsikê zeravê de tê embarkirin. Gava pêdivî bi zerava embarkirî hebe, zerav bi riya heman cogê ber bi donzdetilîkê diherike. Ango coga kîsikê zeravê, li gel tijîkirinê, ji boy valakirina kisikê zeravê jî tê bikaranîn. Aresteya herika nav cogê, ji aliyê hormonên herisê ve tê diyarkirin. Coga kîsikê zeravê tevlê coga hevbeş a kezebê dibe, bi vî awayê coga hevbeş a zeravê çê dibe. Coga hevbeş a zeravê, ji kezeb û kîsikê zeravê, şilemeniya zeravê diguhezîne nav donzdetilîkê. Li hêla gupika gewre ya donzdetilîkê de Coga hevbeş a zeravê bi coga pankreasê ve yek dibe û bi hev re dikevîn nav donzdetilîkê.
Kîsikê zeravê(zeravdank) kîsek bi rengê kesk e. Di binê kezebê de li aliyê rastê de cih bûye û bi qasî 50 mîlîlître zerav embar dike.
Pêkhateya Zeravê
Zerav ji aliyê xaneyên kezebê ((Hepatocytes) ve tê berhemkirin. PH a şilemeniya zeravê 7.6 -8.6 e. Şileya zeravê, ji av, lîncemade, xwêyên kanza, kolesterol, bilirubîn, xwêyên zeravê( bi gelemperî ji kolesterolê tên çêkirin), asîdên zeravê, fosfolîpîd, proteîn,karbohîdrad û elektrolîd an pêk tê. Elektrolîdên nav ava zeravê bi gelemperî ji Cl-, Na+, K+ û îyonên bîkarbonadê pêk tê. Di dirêjiya dema embarkirinê de, xestî ya zeravê zêde dibe. Ango di na nav kîsikê zeravê de ava zeravê kêm dibe, zerav hê pirtir tîr dibe.
Zerav rengê xwe ji pîgmenta bilirubînê digire. Di nav sipilê de xaneyên xwînê (xirokên sor) ên mirî an jî yên ne çalak tên perçekirin. Ji perçebûna xirokên sor, madeyên wek hesin, proteîn û bilirubîna jehravî peyda dibe. Ev madeyên paşmayî ji sipilê ji boy kezebê, tê guhestin. Kezeb hesin û proteînan ji bo dubare bikaranînê dihêle. Bilirubînê jî tevlê zeravê dike. Bilirubîn di nav zeravê de diherike nav coga herisê. Piştî herisa mekanîk a çewrî, bakteriyên nav rûvî, bilirubînê diguherinîn madeyek din a bi navê sterkobîlîn(stercobilin). Rengê qehweyî ya pîsayî ji vî madeyê pêk tê. Hin caran dibe ku bi têra xwe zerav neherike nav coga herisê, di rewşek wiha de jiber kêmasiya bilirubînê rengê pîsayî edî ne bi rengê qehweyî, lê bi rengê spî xuya dibe. Rengê sipî yê pîsayî ji çewriyên neherisî ye.
Xaneyên kezebê bê rawestin zerav berhem dike û der dide, lê gava mirov li nav xurekan de zêde çewrî dixwe, derdana zeravê jî zêde dibe.

Erka zeravê
Don, bez, rûnê nivişk, rûnê riwekan hwd wekî çewrî bi nav dibin. Çewrî madeyek dijav(hîdrofob) e, loma di nav avê de perçe nabe. Erka bingehîn a zeravê ji boy herisa mekanîk a çewrî ye. Zerav li ser çewrî mîna sabûnê kar dike. Dilopên çewrî ji ber zeravê perçe dibin û dilopên hê hûriktir çê dibin. Bi vî awayê rûyê çewrî firehtir dibe. Her ku rûyê dilopên çewrî fireh dibe, enzîma lîpazê hê bêhtir kar dike û bi herisa kîmyayî çewrî heris dike ji boy glîserol û asîdên çewrî.
Nexweşiyên Kisikê zeravê
kevirên kisikê zeravê:
Hin caran dibe ku di nav kîsikê zeravê de an jî di cogên zeravê kevir peyda bibin. Heke kolesterola tîr û îyonên kalsiyumê têkilê hev bibin, di nav kîsikê zeravê de çêbûna kevir rû dide. Kevirên zeravê wekî xîçikên hûrik peyda dibin. Hin caran kevir coga kîsikê zeravê dixitimîne, wê gavê herika zeravê an disekînê, an jî pir kêm dibe û dema herika zeravê, êş li canê mirov dikeve. Bi gelemperî kevirên kîsikê zeravê bi neştergeriyê tên derxistin. Hin caran jî, li gel keviran, kîsikê zeravê jî bi neştergeriyê ji laş tê dûrxistin. Zerav di kezebê de tê berhemkirin, loma mirovên bêkîsikê zerav jî dikarin jiyana asayî bijîn, ji ber ku di laşê wan de zerava embarkirî tune ye, divê xurekên kêmrûn bixwin.
No comments:
Post a Comment