2019/07/22

Hormonên heriskirinê




Gava mirov xwarin dixwe, xwarin raste rast derbasê nav xwînê nabe. Xwarinên proteînî, lîpîdî û karbohîdradî, xurekên makromolekulî ne(molekulên gir in). Divê xurekên makromolekulî, pêşî di nav gede û rûvîyanda bêne hilweşandin. Ji boy hilweşandina xurekên makromolekulî, pêdivî bi enzîmên herisê heye.
Enzîmên wekî amîlaz, lîpaz, pepsîn, maltaz, sukraz, laktaz û erepsîn hin enzîmên sereke yên heriskirinê ne. Bi navbeynkariya van enzîman xurekên makromolekulî perçe dibin û dibin monomer. Molekulên monomerî bi têra xwe hûrik in, loma bi hesanî ji diwarê rûviya zirav derbasî nav xwînê dibin. Mirov bi şev û roj 24 saet her tim xwarin naxwe. Ango gede û rûviyên mirov hertim bi xurekan tijî nîn e, gava têda xûrek tune ye divê gede û rûvî çalak nebin û enzîm der nedin.
Ji boy rekxistina rêjeya enzîman û çalakiya gede û rûviyan hinek hormonên heriskirinê kar dikin. Ev hormonan jî wekî hormonên din di nav xwînê de belavê laş dibin. Hormonên herisê di xaneyên gede û rûviviya donzdetilîk de tê berhemkirin û derdan. Hormonên herisê, an li gor cureyên xurekan an jî di nav gede û rûviyan de dema hebûn an jî tunebûna xurekan de kar dikin. Wekî mînak eger gede bi xurek tijî be, vê gavê hormona gastirîn ji bo derdana asîda gedeyê(enzîma pepsînojen) hin xaneyên gedeyê hander dike, asîda gedeyê jî dest bi herisa xurekên proteînî dike. Na eger gede vala be, ango mirov birçî be, vê gavê enterogastron( hormona sekretîn û kolesîstokînîn) rê li ber berhemkirin û derdana enzîma pepsînojenê digire. ji xeynî rawestandina derdana enzîmên gedeyê, enterogastron girjbûn û xavbûna gedeyê jî kêm dike.
Hormonên heriskirinê bandor li ser rêjeya pileya pH a gede û rûvî jî dike. Wekî mînak, pH a gedeyê 1,5-2 ye. Lê pH a donzdetilîk 5-6 ê . Hormona sekretîn pankreasê hander dike, pankreas îyonên bîkarbonat berhem dike û der dide nav rûviya donzdetilkê, îyonên bîkarbonat asîdê lawaz dike û pileya pH a dorhêlê bilind dike.

No comments:

Post a Comment