Ajal zindewerên firexaneyî ne(bi Îngilîzî, “multicellular”). Hema hemû ajal bi sîstema gera xwînê oksijen û xurek digihîne şane û xaneyên xwe. Herwisa madeyên paşmayî an jî berhemên wekî proteîn û hormon jî bi navbeynkariya xwînê xwe digihînin endama armanc. Wekî mînak xwîn karbona dioksîdê diguhezîne pişikan, xwêy ,ure, av jî bi navbeynkariya xwînê di gûrçikan de tê parzûnkirin.
Du cureyên sîstema gera xwînê heye. Sîstema gera kirawe û sîstema gera daxiraw. Ajalên bêmovik(bêbirrbirreg) wekî dûpişk, mêşhingiv, kulî û hvd sîstema gera xwînê ya kirawe( bi Ingîlîzî, “open circulatory system) lixwe digirin. Ev sîstema gerê ji dilek lûleyî an jî ji çendan dilan û xwînbera sereke pêk tê.Ango di vî sîstema gera xwînê de mûlûleyên xwînê û xwînhêner tune ye. Bi eslê xwe, xwîna vî sîstemê jî ne xwîna sor a asayî ye. Xwîna sîstema kirawê, bêreng e û wekî hemolînf bi nav dibe. ( Bi Ingîlîzî hemolymph = hemo + lymph) Wateya “hemo” xwîn, wateya “lymph” jî av e, ango ji hemolînfê re xwînav jî tê gotin. Dil hemolînfê pompe dike , hemolînfê ji şahxwînberê dirijîne valahiyên laş. Hemolînf rasterast xane û şaneyan dorpêç dike. Navbera hemolînf û xane û şaneyan de madeguherîn pêk tê. Hemolînf ji ber livîna laş û girjbûna masûlkeyan, ji valahiyên laş dizîvire dilê lûlyî. Derîçeyên dil hemolînfê aresteya dil dike. Hemolînf hemoglobîn lixwe nagire, loma bêreng e. Gera xwînê ya sîstema kirawe hêdî ye.
Ajalên wekî masî, bejavî, xişok(xijde), balînde(pelewer) û guhandar wekî ajalên movikdar(birbiredar) tê binavkirin. Hemû ajalên movikdar û hin ji ajalên bêmovik, sîstema gera xwînê ya daxiraw lixwe digirin. Sîstema gera daxiraw ji dil, xwînber, mûlûleyên xwînê, xwînhêner û xwîna sor pêk tê. Di sîstema gera daxiraw de xwîn ji lûleyên xwînê dernakeve. Dil xwînê ber bi şaneyên laş ve pompe dike, xwîn di nav xwînber, mûlûleya xwînê û xwînhêneran de diherike û disa vedigere nav dil. Sîstema gera daxiraw xwînê bi pestoyek berz û bi herikek lez di laş de digerîne.
Ji xeynî masiyan, sîstema gera xwînê ya daxiraw a hemû movikdaran ji du beşan pêk tê; gera xwînê ya pişikan û gera xwînê ya sîstemî.
Ji xeynî masiyan, sîstema gera xwînê ya daxiraw a hemû movikdaran ji du beşan pêk tê; gera xwînê ya pişikan û gera xwînê ya sîstemî.
Gera xwînê ya pişikan:
Ev ger, gera xwînê ya navbera dil û pişikan e. Armanca gera xwînê ya pişikan guhertina oksîjen û karbona dîoksîda xwînê ye. Wekî mînak, dilê mirov xwîna kêmoksîjenî ji malika rastê pompe dike, xwîn diherike nav xwînberên pişikê.
Xwîna kêmoksîjenî di pişikan de, bi navbeynkariya mûlûleyên xwînê yên pişikê, bi dîfuzyonê, karbona dioksîdê dide derve û oksîjenê digire nav xwînê. Bi vî awayê xwîna pişikan bi oksîjenê têr dibe. Xwîna têroksîjenî bi rêya xwînhênerên pişikan ve vedigere guhika çepê ya dil. Ev gera xwînê, wekî gera pişikan tê binavkirin.
Gera xwînê ya sîstemî:
Xwîn di navbera dil û hemû beşên laş de tevdigere. Dil xwînê ji malika çepê pompe dike, xwîn diherike nav şahxwînberê. Şahxwînber(aort) xwînê ji dil dûr dixe. Her ku ji dil dûr dikeve, şahxwînber şax dide û xwînber û xwînberokan çê dike. Xwinberok jî hê pirtir şax dide û mûlûleyên xwînê çê dibin. Navbera xwînê û şaneyan de guherîna madeyan li tora mûleya xwînê de rû dide. Xwîn ji tora mûlûleyan ber bi xwînhênerok û xwînhêneran ve diherike. Xwînhênerên jorê dil ên ji ser û mil û qirikê tên,
digihîjin hev û tevî hev dibin, bi vî awayê xwînhênera sereke ya jorîn çê dibe. Herwisa xwînhênerên jêrê dil jî tevî hev dibin û xwînhênera sereke ya jêrîn çê dikin. Xwînhênera sereke ya jorîn û ya jerîn xwîna nav xwe dirijînin nav guhika rastê ya dil.
Gera xwînê ya sîstemî ji malika çepê dest pê dike, di guhika rastê de bi dawî dibe. Du ger, gera pişikan û gera sîstemî ya xwînê, ji xeynî masiyan, di laşê hemû movikdaran de rû dide. Masi tenê bi gera sîstemî, xwînê di laşên xwe de digerînin. Dilê masiyan du çavîye, yek guhik û yek malik. Xwîna kêmoksîjenî ji malikê ber bi avesihkan ve tê pompekirin. Avesihk endama henese ya masiyan e. Xwîn li tora mûlûleyên avesihkê de karbona dîoksîdê dide nav avê, ji avê oksîjenê digire. Xwîna têroksîjenî ji avesihkan belavê laşê masî dibe. Di navbera xwîn û şaneyên masî de guherîna madeyan pêk tê. Xwîna têr oksîjenî, oksîjena xwe dide xane û şaneyan û ji wan karbona dioksîdê hildigre û di nav xwînhêneran de dizivire guhika dil. Ango di dilê masiyan de her tim xwîna kêmoksîjenî diherike.digihîjin hev û tevî hev dibin, bi vî awayê xwînhênera sereke ya jorîn çê dibe. Herwisa xwînhênerên jêrê dil jî tevî hev dibin û xwînhênera sereke ya jêrîn çê dikin. Xwînhênera sereke ya jorîn û ya jerîn xwîna nav xwe dirijînin nav guhika rastê ya dil.
No comments:
Post a Comment