Heke di laşê mirov de ji boy nexweşiyek diyarkirî dijeten nehatibe çêkirin û ji boy saxbûnê dijeten ji derve bi awayekî hazir, ji yekê din hatibe wergirtin, bergiriya sisit peyda dibe. Anko bi bergiriya sist, ji boy dabînkirina bergiriyê, lîmfexaneyên nexweş çalak nabin. Bergiriya sist bergiriyek demkî ye. Bergiriya sist bi du rêbazan di laşê mirov de peyda dibe. A yekem bi awayekî sirûştî, a din jî bi awayekî destkarî çê dibe.
Bergiriya sist a sirûştî
Ev bergirî ji dayikê derbasî dergûş dibe. Dema ducaniya dayikê, hin dijetenên dayikê bi navbeynkariya lûleyên xwînê, derbasê laşê korpele dibin. Bi taybetî dijetena bi navê IgG derbasî laşê korpele dibe û piştî zayinê di laşê dergûşê de bi qasî şeş mehan bergiriya demkî ya sist dabîn dike. Piştî ji dayikbûnê, îcar dergûş di nav şîrê dayikê de dijeten ji dayika xwe werdigre. Dijetena IgA bi mijînê, di nav şîrê dayikê de derbasî dergûşê dibe.
Bergiriya sist a destkarî
Dijeten bi destkarî ji xwîna zindiyên bi bergirî tê bi destxistin. Di zanista bijîşkî de, dijeten ji bexşker (mirov an ji ajal) tên tovkirin û bi awayekî serûm didin laşê mirovê nexweş. Bi vî awayê di demek kurt de di nav xwîna nexweş de dijeten zêde dibe û hokara nexweşiyê têk dibe. Wekî mînak, piştî pêvêdana marek jahrî an jî gezkirina kûçikêk har, li dij jehra maran an jî li dij vîrusa nexweşiya harbûnê serûm didin mirovê nexweş. Bandora serûm gelek zû çê dibe. Serûm gelek dijeten lixwe digire, loma di nav laşê nexweş de bi hesanî êrîş li hember hokara nexweşiyê dibe û mirov di demek kurt de sax dibe.
No comments:
Post a Comment