Demarexane
an jî xaneya demar (bi îngilîzî: neuron, nerve cell) yekeya
koendama demarê ye. Şaneya demar ji du cure xane pêk tê;
demarexane û xaneyên gilîal (bi înglizî: glial cells). Xaneyên
gilîal piştevanî ya demarexaneyan dikin û wan xwedî dikin.
Demarexane di laşê mirov de belav dibin mîna torek aloz. Di
navbera demarexaneyan de peywendî heye. Bi vî awayê erkê kar ji
demarexaneyek tê guhaztin ber bi xaneyek din. Kartêkirin ji derveyî
(hawirdorê) laş an jî kartêkirin ji nav laş dibin sedema çêbûna
erkê kar. Wekî mînak; sarî(sermayî), ronahî, deng û behn
kartêkirin ji hawirdorê ne, lê guherîna xestiya glukoza xwînê,
zêdebûna xestiya karbona dîoksîda(CO2)nav xwînê an jî êşa
diran jî kartêkirin nav laş in. Di demarexaneyê de ragîhandina
demarê (demareragîhandin) bi şêweyê elektrîkî û kîmyayî rû
dide. Demarexane li gor erkên xwe an jî li gor pêkhate û şêweyên
xwe tên polênkirin.
Cureyên
demarexane li gor pêkhate û şêweyê wan
Di
vê polenkirinê de, niçikên laşê xaneyê ji boy navlêkirina
xaneyan tê bikaranîn. Ji laşê demarexaneyan ve sîtoplazma û
parzûna xaneyê wekî niçik ber bi derve direj dibin. Niçikên
laşê xaneyê wekî cemser tê hesîbandin.Li gor şêwe û pêkhate,
çar cureyê demarexane heye.
Demarexaneya
yekcemserî (bi îngilîzî: unipolar neuron)
Ajalên
bêbirbirage yên wekî kirm, mêş û moz demarexaneyên yekcemserî
yên rasteqîn lixwe digirin. Ji laşê xaneyê niçikek direj dibe.
Demarexaneyên yekcemserî yên ajalên bêbirbirage, bêdendirîdî
ne. Demarexaneyên yekcemserî yên mirov ligel tewereyê, dendrît
jî lixwe digire. Ji laşê xaneyê niçikek dirêj dibe, niçik dibe
du serî, seriyek niçikê dibe tewere, seriyê din jî mîna
dendrîdan ragihandin werdigre loma wekî dendrît(liq û pop) tê
binavkirin, lê bi eslê xwe ev beş beşek ji tewereyê ye. Ji ber
ko dendrîdên demarexaneyên yekcemserî yên mirov ne yên rasteqîn
in, van demarexaneyên yekcemserî, wekî demarexaneyên
ziryekcemserî (bi îngilizî: pseudounipolar) tê navkirin.
Demarexaneyên yekcemserî demarexaneyên hestê ne.
Demarexaneya
ducemserî (bi îngilîzî: bipolar neuron)
Ji
laşê demarexaneyê du niçik ji du aliyên xaneyê de berevajiyê
hev, ber bi derve dirêj dibin. Yek ji niçikan dibe dendrît a din
jî dibe tewere. Wekî mînak; di nav xaneyên rûkeş ên difin de
ji boy hesta bêhngirtinê û di nav xaneyên çîna tora çav de,
xaneyên ducemserî kar dikin.
Demarexaneya
firecemserî (bi îngilîzî: multipolar neuron)
Cureya
demarexaneya herî zêde ye di laşê mirov de. Ji xeynî
demarexaneyên yekcemserî û yên ducemserî, hemû demarexaneyên
laşê mirov firecemserî ne. Demarexaneyên firecemserî li gel
tewereyek, du an jî zêdetir dendrît lixwe digirin. Wekî mînak;
demarexaneyên ko demareragîhandin diguhazînin boy masûlkeyan an
jî rijênan, demarexaneyên firecemserî ne.
Cureyên
demarexane li gor erkê wan
Li
gor cih anina erkê xwe û arasteya ragîhandina erkê kar, sê cure
demarexane heye;
1.Demarexaneya
hestê (bi îngilîzî: sensory neuron)
2.Demarexaneya
navê (bi îngilîzî: interneuron)
3.Demarexaneya
livînê (bi îngilîzî: motor neuron)
Demarexaneya
hestê
Demarexaneyên
hestê, bi navbeynkariya wergirên hestê ji derve û hundirê laş
kartêkir werdigirin û dişînin boy demarekoendama navend (bi
îngilîzî: central nervous system). Ango arasteya demareragîhandinê
ji derve an jî ji hundirê laş ve ber bi demarekoendama navend e,
loma demarexaneya hestê wekî demarexaneya hatî jî tê navkirin.
Demarexaneyên hestê, demarexaneyên yekcemserî nê û dendrîta
rasteqîn lixwe nagirin. Bi gelemperî tewereyek dirêj a du serî
lixwe digirin. Seriyek tewereyê ber bi demarekoendama navendê, yê
din jî ber bi demarekoendama çêwe (bi îngilîzî: peripheral
nervous system) dirêj dibe. Dibe ko serê tewereyê bi endamên
hestê ve girêdayî be. Hin caran jî kotahiya tewereyê di nav xane
û şaneyan de bi awayekî tazî dimîne. Wekî mînak wergirên êşê
yên laşê mirov ji tewerekotahiyên demarexaneyên hestê pêk tê.
Demarexaneya
navê
Demarexaneyên
navê, demareragîhandin ji demarexaneyên hestê werdigirin û
diguhazînin demarexaneyên livînê. Gelemperiya demarexaneyên navê
di nav demarekoendama navend de cih digirin. Dendrîdên van xaneyan
gellek in û liqdar e, teweryê wan kin e. Dibe ko yek demarexaneyek
livînê,bi gellek demarexaneyên din ve girêdan çê kirîbe û ji
wan hemûyan sînyalan werbigire.
Demarexaneya
livînê
Demarxaneyên
livînê, demareragîhandin werdigirin ji demarekoendama navend û
digihînin xane an jî endamên armanc. Wekî mînak xaneyên
masûlkeyan an jî xaneyên rijênan, xaneyên armancin ji boy
demarexaneyên livinê. Ji boy demarexaneya livîne navê
demarexaneya derçûn (derkevtî) jî tê bikaranîn.
Anatomiya
demarexaneyê
Li
gor şewe û erkên xwe gellek cureyên demarexane heye, lê hemû
demarexane sê pêkhateyên hevbeş lixwe digirin; laşê xaneyê,
dendrît(liq û pop) û tewere. Navik û piraniya endamokên
demarexaneyê di laşê xaneyê de cih digirin. Beşa herî gewre ya
demarexaneyê laşê xaneyê ye.
Ji
sîtoplazmaya demarexaneyê niçikên kin ber bi derve dirêj dibin,
van niçikên sîtoplazmayê wekî dendrît tê navkirin. Dendrît ji
hestewergiran an jî ji demarexaneyên din kartêkir(demareragîhandin)
werdigire. Kartêkir bi şêweyê erkê kar ji dendrîdan derbasî
tewereyê dibe. Tewere jî mîna dendrîdan ji niçikê sîtoplazmayê
pêk te, lê tewere ji dendrîdan gellek dirêjtir e. Di laşê mirov
de hin tewere hene ko dirêjiya wan ji metreyek zêdetir e. Bi
gelemperî demarexane yek tewereyek lixwe digirin. Tewere
demareragîhandinê ji laşê xaneyê diguhazîne ber bi xaneyek din.
Ango dendrît kartêkirên ji derdora demarexaneyê ber bi laşê
demarexaneyê ve dişîne, tewere jî kartêkiran bi şêweyê
elektrîkî diguhazîne dûrê laşê xaneyê.
Di
nav sîtoplazmaya tewereyê de hin endamok jî hene, mîtokondrî yek
ji wan endamokan e. Tewere hin caran wekî rîşalê
demar(demarerîşal) jî tê navkirn. Demar (bi îngilîzî:nerve) ji
gurzê tewereyan, ango ji gurzê demarerîşlan pêk tê.
Parzûna
hinek tewereyan tazî ye, lê bi gelemperî
demarexaneyên
navê û yên livînê bi xaneyên glîal pêçayî ne. Xaneya
Schwann û xaneya olîgodendrosîd mînak in ji boy xaneyên glîal .
Parzûna xaneyên glîal, madeyek bi navê maylîn lixwe digirin.
Maylîn madeyek çewrî ye û bi rengê xwe spî ye. Pêçanên
xaneyên Schwann li ser tewereyê bergek ava dike, ev berg wekî
bergê maylînî tê navkirin. Xaneyên Schwann tewereyên
demarexaneyên demarekoendama çêwe dipêçinin, herwisa
olîgodendrosîd jî tewereyên demarexaneyên demarekoendama navend
dipêçînin. Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û
guhaztina erkê kar leztir dike. Di navbera bergê maylînî yên
xaneyên Schwann de hin valahî dimîne, ango xanyen Schwann bi
navber rêz dibin li ser tewereyê. Navbera herdu bergê maylînî
wekî girêya Ranvier tê navkirin. Beşa ko tewere ji laşê xaneyê
dirêj dibe wekî tûmika tewereyê tê navkirin. Erkê kar li vir
ava dibe. Kotahiya tewereyê liqdar e. Serê van liqan wekî
tewerekotahî an jî demarekotahî tê navkiri. Tewerekotahî bi
xaneyên din ve bi navbeynariya gehînkeyê têkilî çê dike.
Fîzyolojiya
demarexaneyêGava
demarexane ji hawirdorê an jî ji demarexaneyek din sînyal digire,
bersîva sînyalan bi tena serê xwe nade. Sinyalên hawirdorê
dişîne demarekoendama navend, li vir sînyal tê şîrovekirin.
Heke sînyal ji aliyê demarekoendama navend ve hatibe şandin, îcar
demarexane van sînyalan dîşîne boy xane an jî şaneya armanc.
Demarexane
sînyalan bi şêweyê elektrîkî û kîmyayî diguhazîne. Sînyal
li seranserê demarexaneyê, ji dendrîdan hetanî kotahiya tewereyê
bi şeweyê elektrîkî tên guhaztin. Lê ji demarexaneyêk ber bi
xaneyek din ve ragihandina demarî, di gehînkeyê de,bi gelemperî
bi şeweyê kîmyayî rû dide. Li hundir û derveyê demarexaneyan
de iyon hene, iyon barê elektrîkê lixwe digirin. Xestiya iyonan li
herdu aliyê parzûna tewereyê de ne yek e loma bargeya elektrîkê
ya nav xaneyê û derveyê xaneyê jî ji hev cuda ye. Li herdu aliyê
parzûnê de cudahiya bargeya elektrîkî dibe sedema çêbûna erkê
parzûne (bi îngilîzî: membrane potential). Iyonên sodyum(Na+) û
potasyum(K+) iyonên sereke ne ji boy çêbûn û berdewamiya erkê
parzûnê. Iyonên Na+ û K+ bi navbeynkariya Pompeya
sodyum-potasyum, an jî bi navbeynkariya cogên iyonan ber bi derveyî
an jî ber bi nava xaneyê li parzûna xaneyê de tên guhaztin.
Erkê
parzûnê du cure ye, erkê bêhnvedanê (bi îngilîzî: resting
potentaial) û erkê kar (bi îngilîzî: action potential). Dema
demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî
demareragîhandin nediguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da
ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi
îngilîzî:polarization)tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di
navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê
elektrîkê peyda dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ,
aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê
hiştin. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma(K+) nav xaneyê
ji xestiya potasyuma derve zêdetir e. Li derveyê parzûna xaneyê
de xestiya sodyumê(Na+) û ya Klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir
e. Wergirtina ragihandinek elektrîkî, kîmyayî an jî mekanîkî
ji demarexaneyek din, an jî wergirtina kartêkirek ji hawirdorê,
dawî li qonaxa cemsergiriyê, ango erkê bêhnvedanê tîne.
Xerabûna erkê parzûnê dibe sedema çêbûna demareragîhandinê.
Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna
tewereyê de veguhaztina demareragîhandin, wekî erkê kar tê
navkirin .
Alûgorkirina
iyonên sodyum û potasyumê yên li herdu aliyên parzûnê dibe
sedema guherîna cemsergiriya xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî
dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika
elektrîkî peyda dibe. Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema
çêbûna demareragîhandinê. Bargeyên parzûna demarexaneyê dema
erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê
pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî
ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na+ li nav xaneyê zêde ye,
xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. Ev rewş wekî
berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) tê
navkirin. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy
wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere
qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna
demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Ligel cogên
potasyumê, pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê jî kar dikin
ji boy vegeriyana cemsergiriyê. Erkê kar ji tûmika tewereyê dest
pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome.
Arasteya
erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê yek alî ye.
Kotahiya tewereyê bi demarexaneyêk din ve di nav têkiliyê de ye.
Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya masûlke an jî
bi xaneya rijên ve di nav têkiliyê de be. Divê demareragîhandin(
erkê kar) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî xaneyên din
bibe. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî gehînke an jî
gehînkeya demarî tê navkirin. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din,
bi navbynkariya gehînkeya demarî tê gihandin. Ji boy pirraniya
demarexaneyan, ragihandina erkê kar di gehînkeyê de bi
navbeynkariya demareguhezeran, bi şêweyê kîmyayî rû dide.
Ev
xebat li ser malpera wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demarexane
No comments:
Post a Comment