Lîmfexaneyên
B yên gihîştî, dijeten (bi îngilîzî: antibody) berhem dikin û
der didin. Lîmfexaneya dijeten der dide, wekî xaneya plazma
(plazmaxane) bi nav dibe. Dijeten di nav xwînê an jî di nav şileya
navbera şaneyan de li dij hokarên nexweşiyê(dijepeydekar)
bergiriya taybet a derdanî dabîn dikin. Herwiha hin dijeten jî li
ser rûyê xaneyên B de cih digirin û wekî wergirên xaneya B
( bi îngilîzî: B-cell receptors (BCRs) ) tê binavkirin. Dijeten
molekulên glikoproteînî ye. Dijeten ji cotek zincîrên giran û
cotek zincîrên sivik ên polîpeptîdî pêk tê. Herdu zincîr bi
bendên dusulfîdî ve bi hevre girêdayî ne. Şêweyê(şikilê)
dijetenan dişibe pîta(herf) Y yê. Zincîra giran cureya dijetenan
diyar dike. Zincîra sivik ji boy çêkirina beşa girêdana
dijepeydakeran kar dike. Navê
din a dijeten îmunoglobun e,
îmunoglobun bi kurtasî wekî Ig tê nîşankirin.
Li
gor cureya zincîra giran pênc cureyên dijeten heye. IgA,
IgG, IgD, IgE, and IgM.
IgA
Ev
dijaten di nav derdanên wekî hêsirên çava, tûk, lince(mukus) û
şîrê dayikê de heye. Bi taybetî li dij hokarên nexweşiyê yên
li ser çerm û lînceperdeyê bergiriyê dabîn dikin. Herwisa bi
mijandina şîrê bergiriya pitikê(dergûş) jî dabîn dike. %13 yê
deijetanên laş, ji IgA yê pêk tê.
IgG
IgG
dijetena sereke ya besîvdana yekemî ye. Herwiha dijetena bingehîn
a bersivdana bergiriya duyemî ye. %80 yê dijetenên nav xwînê û
şileya navbera şaneyan IgG e. Ev dijeten hokarên nexweşiyê netar
dike. IgG wekî opsonînek tevdigere û opsonîzasyonê çalak dike.
Ji xwîna dayikê dikarê derbasê laşê korpele (embriyo) bibe, bi
vî awayê bergiriya korpele jî tê dabînkirin.
IgD
%
1 ê dijetenên laş IgD ye. Ev dijeten jî wekî mîna IgM yê xwe
bi parzûna xaneya B yê ve girê dide û dibe wergira xaneya B. Li
dij hokara nexweşiyê, xaneya B çalak dike, dabeşbûn û guherina
xaneyên B hander dike.
IgE
Kêmtir ji %1 ê dijetenên laş IgE ye. Bi gelemperî li ser rûyên xaneyên mast û xaneyên bazofîl de xwe girê didin. Dema rastê hokara nexweşiyê tên bersîvdana hewdani yê çalak dikin. Herwisa xaneyên bazofîlê çalak dikin û hîstamîn didin derdan. Rêjeya IgE yê dema hestiyariyê(alerjî) de zêde dibe.
IgM
IgM ji pênc hev pêkhateyên çarzincîrî pêk tê loma dijetena herî gewre ye. Gewrebûna wî, girêdana wî ya li ser rûyê hokarên nexweşiyê hêsantir dike. IgM xwe li ser rûye xaneyên B girê dide û wekî wergira xaneya B dixebite. Dema bersîvdana yekemî(seretayî) de plazmaxane bi rêjeyek zêde IgM berhem dike û der dide. Herwiha IgM xwe bi proteînên temamker ve girê dide û sîstema temamker a bergiriyê çalak dike.% 6 ê dijetenên laş IgM ye.
Karê
dijetenan
Nêtarkirin(
bi îngilîzî: neutralisation)
Dijeten
xwe li ser rûyê bakterî an jî vîrîon (virusa li derveyî
xaneyê) ve girê didin, ji ber ku di navbera hokara nexweşiyê û
xaneya armanç de dijeten heye, hokarên nexweşiyê nikarin raste
rast tûşê xaneyan bibin. Bi vî awayê êrîşên hokarên
nexweşiyê bêbandor dikin.
Bi
hev ve zeliqîn (Aglutînasyon)
Dijeten
û hokarên nexweşiyê bi hev ve dizeliqin û kom
dibin . Ev
kom ji aliyê sipil û gurçikan ve hê bi hesantir tê parzûnkirin. Herwiha koma dijeten û hokarên
nexweşiyê xaneyên hellûşêner jî
ber bi xwe ve dikişînin.
Opsonîzasyon
Hin
molekul li ser rûyê dijepeydakeran de hin nîşanan çê dikin, ev
nîşan xaneyên hellûşêner hander dikin ku dijepeydakerê
qûtbide. Ev molekulên nîşanker wekî opsonîn bi nev dibin. ( Di
zimanê yewnanî de wateya opsōneîn “ji
boy xwarinê amede kirin” e.)
Dijeten jî, bi taybetî dijetena IgG wekî molekula
opsonîn kar dike. Bi molekulên opsonîn ve pêçandina rûyê
dijepeydakeran jî wekî opsonîzasyon(Opsonization)
bi nav dibe.
Bi
bandora dijeten, ji xaneyê derdana sîtotoksîn
Heke
hokara nexweşiyê ji xaneya hellûşênerê girtir be, vê gavê
hellûşîn pêk nayê, ji boy têkşikestina
hokara nexweşiyê rêbazek nû tê
bikaranîn. Navê vî metodê
sîtotoksîsitya
bi navbeynkariya xane ya bi bandora
dijeten( bi îngiliîzî: antibody-dependent cell-mediated
cytotoxicity (ADCC) ) e.
Bi taybetî,
kujerexaneya sirûştî bi vî awayê li dij hokarên nexweşiyê
berevaniya laş dikin. Lê dibe ku
hellûşênera gewre û nêtrofîl jî bi rêbaza ADCC yê hokarên
nexweşiyê dikujin. Dijeten Xwe bi
hokara nexweşiyê ya gewre ve girê dide, paşê kujerexaneya
sirûştî jî xwe bi dijetenê ve girê dide û madeyên jehrî der
dide van madeyên jehrî wekî sitotoksîn bi nav dibin. Sîtotoksîn
hokara nexweşiyê dikuje.
Çalakirina
sîstema temamker
Dijeten
li ser rûyê hokara nexweşiyê de xwe girê didin. Bi vî awayê
proteînên
sîstema tememker hander dikin. Bi handera dijetenan sîstema
temamker çalak dibe û parzûna xaneya hokara nexweşiyê kun dike û
hokara nexweşiyê dikuje
. Bi taybetî,
dijetenên ImG û IgM xwe li ser rûyê
hokara nexweşiyê ve girê didin û sîstema temamker a rîya
klasikî didin destpêkirin.
No comments:
Post a Comment