2019/07/14

Xiroka Sor( Erîtrosît)



Di nav xwînê de xaneyên herî zêde xirokên sor(erîtrosît) in. Karê sereke yê van xaneyan guhestina oksîjen û karbona dîoksîd e. Şêweya(şikil) xirokên sor, şêweya xepleyî ye. Rûyên xirokên sor bi herdu aliyan ve rûçal in. Bi vî awayê rûyê xaneyê hê firehtir dibe û guhastina oksijen hêsantir dibe. Xirokên sor yên mirov, ne xaneyên asayî ne. Erîtrosîtên gihîştî, tu lebatok û dendik li xwe nagirin. Bi vî rewşa xwe xirokên sor ji xaneyê pirtir dişibin kisikokan. Xirokên sor proteînek gogî li xwe digirin. Navê vî proteînê, hemoglobîn e. Ji ber ku dendik, mîtokondrî û lebatokên din tune ne, di nav xirokên sor de ji boy hemoglobînê gelek cih dimîne. Di nav her xaneyek xiroka sor de bi qasî 250 milyon molekulên hemoglobînê heye. Her molekulek hemoglobînê, 4 molekul oksîjen li xwe girê dide û ji pişikan diguhezîne hetanê xaneyên laş. Li ser parzûna xaneyên xirokên sor de molekulên glîkoproteîn û glîkolîpîd hene, van molekulan, komeleya xwîna mirov diyar dikin. Di moxa sor a hestiyê mirovên gihîştî de her çirkeyek (seniyekî) de bi qasî 2400000 xirokên sor tê çêkirin, her wisa her çirke ewqas xirokên sor jî tên hilweşandin. Temenê xirokên sor derdora 120 roj e. Xaneyên neçalak ji aliyê xirokên spî ve tên hilweşandin, hin beşên xirokên sor di kezeb û sipil(fatereşk) de tê enbarkirin. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-6 milyon xirokên sor heye. Eger ji ber hin sedeman hejmara xirokên sor kêm bibe, mirov bi nexweşiya kêmxwînê dikeve. Navê din a kêmxwînê anemî ye.

                             

No comments:

Post a Comment