Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (bi înglîzî “lymph node”) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe gûrçikan. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên xiroka spî lixwe digire. Lîmfosîta B, lîmfosîta T, xaneyên makrofaj û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin.
Lîmfegirê ji du beşên sereke pêk tê, xaşe û tûkil. Çîna derve wekî xaşe(kapsul) bi nav dibe û ji bestereşane pêk tê. Li bin xaşê de tûkil heye. Lîmfosîtên B û T yên neçalak û xaneyên makrofaj di nav tûkil de cih digirin. Tûkil jî ji du beşan pêk tê, tukila derveyî û tukila hundirî. Navika lîmfegirê wekî kirok tê binavkirin. Tûkil kirokê dorpêç dike. Xaneyên plasma yên çalak di nav kirok de cih digirin. Xaneyên plasma li dij hokarên nexweşiyê dijaten çê dikin û der didin. Dijaten proteînên taybet e, bakterî û vîrusan bê bandor dike.
Şileya şaneyan a di navbera xaneyan, bi navbeynkariya mûlûleyên lîmfê tê berhevkirin. Mûlûleyên lînfê şileya lîmfê diguhezîne limfegirêyan. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Bi vî awayî, lîmfegirê ji bo bergiriya laş kar dike. Herwiha hin xaneyên bi nexweşiya şêrpence jî di lîmfegirêyan de tên kuştin.
Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike. Hin caran dibe ku ji ber teşeneyê( enfeksîyon ) an jî ji ber şêrpenceyê girêyên lîmfê biwerime.
No comments:
Post a Comment