Hellûşîn(Daûrandin)
Ji aliyê xirokên spî ve daqurtandina(xwarin) hokarên nexweşiyê, wekî hellûşîn, daûrandin an jî fagosîtosîs tê binavkirin. Xaneyên karê hellûşînê pêk tîn jî wekî hellûşêner(fagosît) bi nav dibin. Heke hokara nexweşiyê ji çerm û linceperdeyê derbasî nav laş bibe,’bergiriya xaneyî ‘ çalak dibe. Xaneya dendrîdî, hellûşênera gewre û nêtrofîl ‘berbesta yekemîna xaneyî’ ya laş in û bi hellûşînê, rê li ber hokarên nexweşiyê digirin. Xaneyên hellûşêner bi awayek çalak, li her derê laş de, di nav xwînê, an jî li nav xane û şaneyan de digerin. Heke rastê hokarên nexweşiyê werin, hellûşêner hokarên nexweşiyê qûtdidin (daqurtînin) û têkdişkînin. Ji ber ku li ser rûyê hokarên nexweşiyê de nexşên molekulên tekîldarê hokarên nexweşiyê (PAMPs) heye, xaneya hellûşêner bi alîkariya ‘wergirên nasîna nexşan’(PRRs) ji hebûna hokara nexweşiyê (dijapeydaker) haydar dibe. Dema hokara nexweşiyê bi wergirên nasîna nexşê re ket têkiliyê(temas), ev beşa parzûna xaneyê ber bi sîtoplazmayê ve tê kişandin. Parzûna hellûşênerê bi zirpêyan hokarên nexweşiyê dorpêç dike û hokara nexweşiyê dixe nav kisikê, ev kîsik wekî fagozom tê binavkirin. Lîzozom endamokek xaneyê ye û enzîmên herisînê lixwe digire. Lîzozomên xaneya hellûşênerê xwe bi fagozomê ve dizeliqînin, ev pêkhate wekî fagolîzozom tê binavkirin. Lîzozom, enzîmên herisînê berdide ser hokara nexweşiyê. Enzîm hokara nexweşîyê diherisîne û têkdişikîne, hin madeyên neherisbar û bêkêr bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin. Bi vî awayê di nav xwîn û derdora xaneyan de rê li ber zêdebûna hokorên nexweşiyê tê girtin.
No comments:
Post a Comment