Koendema bergiriyê bi du qonaxên sereke rê li ber hokarên nexweşiyê digre û parastina laş dabîn dike. Di qonaxa yekem de bi hin pêşgiriyan hokarên nexweşiyê tên astengkirin ku nekevin nav laş. Na heke qonaxa yekem bi ser neket û hokarên nexweşiyê ketin nav laş, îcar qonaxa duyem dest pê dike. Di qonaxa duyem de sîstema bergiriyê ji bo tunekirin an jî bêbandorkirina hokarên nexweşiyên di nav laş de kar dike. Sîstema bergiriyê ji du beşên sereke pêk tê, bergiriya giştî û bergiriya taybet.
Mirov car caran bi nexweşiyê dikeve. Sedema nexweşketina mirov, hokarên nexweşiyê ne. Her tiştê ku mirov tuşî nexweşiyê dike an jî sîstema bergiriya mirov çalak dike, wekî hokarên nexweşiyê bi nav dibe. Vîrus, bakterî, qarçik(fungus), zindewerên tekxaneyî yên wekî amîb û plazmodyum, spor û tozkulîlk(polen)ên riwekan, jehra mêşhingivan, jehra maran, mînakin ji boy hokarên nexweşiyê.
Laşê mirov bi çendan rêyan tuşî hokarên nexweşiyê(patojen) dibe. Wekî mînak;
Bi rêya hewayê, bi rêya avê, bi rêya bîrînên laş, bi rêya xurekan, bi rêya pêwendiyê zayendî û hvd. hokarên nexweşiyê dikevin nav xane û şaneyên mirov.
Bi rêya hewayê, bi rêya avê, bi rêya bîrînên laş, bi rêya xurekan, bi rêya pêwendiyê zayendî û hvd. hokarên nexweşiyê dikevin nav xane û şaneyên mirov.
Hokarên nexweşiyê hertim li derdora mirov e, lê mirov hin caran nexweş dibe lê, gelek caran bi nexweşiyê nakeve. Sîstema(koendema) bergirî di laşê mirov de li dij hokarên nexweşiyê, bergirî dirist dike.
BERGIRIYA GIŞTÎ
Bergiriya giştî ne ji boy cureyek diyarkirî ya hokara nexweşiyê ye. Li dij hemû cureyên hokarên nexweşiyê, bi heman şêweyê bergirî tê dabînkirin. Ango dibe ku hokar bakterî, vîrus, jehr an jî tiştek din be, lê dîsa jî li dij hemû cureyên hokaran heman rêbaz tên bikaranîn. Laşê mirov bi şeş rêbazan bergiriya giştî dabîn dike, evana; Berbestên rûyî, Bertekdana hewdanî, Bergiriya xaneyî, Berteka germî(Ta) ,Sîstema temamker û Înterferon e.
---Berbestên rûyî (Çerm û Lînceperde)---
Li dij hokarên nexweşiyê, berbesta yekem a bergiriyê li rûyê laş de ango li çermê mirov û lînceperde yê de ye. Çermê mirov li rûyê derve yê laş, lînceperde jî li rûyê hundirinê laş de bergiriyê dabîn dike.
Çerm bi derdana xwêdan alîkariya bergiriyê dike. Di nav şileya xwêdanê de enzîmek bi navê lîzozîm(lysozyme) heye ev enzîm kuştin û têkşikestina hokarên nexweşiyên li ser çerm pêk tîne. Herwiha çerm di navbera şaneyên laş û hawirdorê de berbestek fîzîkî ya siruştî ye. Dema birîndarbûnê, çerm diqelişe û hokarên nexweşiyê ji cihê birînê de derbasî nav laş dibin.
Li ser rûyê çermê mirov de gelek bakterî dijîn. Van bakteriyan wekî floraya asayî ya çerm tên zanîn û tu ziyanê nadin mirov. Hebûna van bakteriyên li ser çerm rê li ber bakteriyên ziyanbexş digire .

Ji xaneyên çermê yên kerika guh de madeyek çewrî tê derdan , çewrî û mûyên kerika guh rê li ber hokarên nexweşiyê digirin û nahêlin patojen derbasî hundirê guh bibin.
Hêsirên mirov jî enzîma lîzozîm lixwe digire. Her wiha gava hêsir ji çavan tê, şileya hêsir hokarên nexweşiyê ji çav dişo û dûr dixe.
Di nav tûka mirov de li gel enzîma lîzozîmê, hin madeyen bakterîkujer jî heye, bi vî awayê rê li ber hokarên nexweşiyê tên girtin ku ji devê mirov nekeve hûndir.
Heke hin ji hokarên nexweşiyê di nav xurekan de ji dev derbasî gedeyê bibe, îcar asîda gedeyê piraniya van patojenan bêbandor dike.
Rûyê gedeyê, rûyê rûvîyan, rûyê trakeyê(boriya hewa) û hûndirê pozê mirov bi perdeya lîncê (lînceperde) girtî ye. Ji perdeya lîncê , madeya lînc( çilm) tê derdan. Hokarên nexweşiyê gava bi lînceperdeyê ve rû bi rû dimînin, ji ber madeya lîncê, li ser rûyê lînceperdeyê dizeliqin. Wekî mînak heke bi bêhn girtine(henase girtinê) li gel hewa, hin hokarên nexweşiyê jî bikeve poz û qirika mirov, piraniya van patojenan ji aliyê lînceperde û mûyên poz ve tên girtin.
No comments:
Post a Comment