Komeleyên
xwînê ji ber hebûn an jî tunebûna dijepeydakerên li ser rûyê
xirokên sor peyda dibe. Li gor sîstema ABO yê, dijepeydakerên A û
B komeleya xwîna mirov diyar dike. Li gel sîstema ABO yê hokara
Rh (sîstema Rh) jî di polenkirina xwînê de tê bikaranîn. Ango
komeleya xwîna mirov ji aliyê dijepeydakerên A, B, û Rh ê ve tê
diyarkirin.
Dijepeydakera
Rh cara pêşîn sala 1940î de ji aliyê zanyar Karl Landsteiner û
Alexander Weiner ve hatiye vedîtin. Ev vedîtin di xwîna meymûnê
de pêk hatiyê. Lê heman dijepeydaker di xwîna mirovan de jî
heye. Navê cureya vî meymûnê rhesus
macaque e
loma navê dijepeydakerê jî ji herdu pîtên pêşîn a rhesusê
hatiye girtin û
wekî Rh hatiye bi navkirin. Dijepeydakera
Rh molekulek proteînî ye.
Gelek
cureyên Rhê hatiye vedîtin, lê ji boy xwînguhaztin û
nexweşiyên xwînê, dijepeydakera Rh D giring e.
Kesên
dijepeydakerên Rh li ser xirokên sor ên wan hebin, xwîna van
kesan wekî Rh pozîtîv bi nav dibe (bi îngilîzî xwendina wî “Ar
eyç pozîtîv”, bi fransî xwendina wî “Er aş pozîtîv” ).
Di nav plazmaya xwîna kesen Rh pozîtîv de li dij dijepeydakera
Rhê dijeten tune.
Kesên
li ser xaneyên sor ên xwîna wan de dijepeydakera Rh tune ne, xwîna
wan wekî Rh negatîv bi nav dibe.( bi înglîzî “Ar eyç negatîv”
bi fransî “Er aş negatîv” tê xwendin )Di nav plazmaya xwîna
kesên Rh negatîv de hinek dijetena D (Antî-D) heye. Ew kesê xwîn
dibexşe, heke Rh+ be û xwîn bide kesek Rh - , di nav plazmaya
xwînwergir de dijetena Rh(antî-D) dirûst dibe. Dijetena Rh xwe li
ser rûyê xirokên sor ên xwîna ji xwînbexşê ve girê dide. Bi
vî awayê topelbûn û hilweşîna xirokên sor rû dide. Lê heke
kesên bi xwîna Rh negatîv, xwîn bide kesên Rh pozîtîfê
neguncîn rû nade.
Negunciniya
hokara Rhê ya dema ducaniyê
Negunciniya
hokara Rh a dayik û korpeleyê dibe sedema nexweşketin an jî
mirina korpeleyê. Heke xwîna dayik Rh negatîv, xwîna bav Rh
pozîtîv be û xwîna korpele jî wekî mîna xwîna bavê xwe Rh
pozîtîv be, nexweşî peyda dibe. Ango ji boy dayikên Rh pozîtîv
egera vî nexweşiyê tune ye. Korpele bi navbeynkariya
plasentayê(hevalpiçûk) ji xwîna dayika xwe xurek, oksîjen, av û
dijetena IgG û hwd digire, lê xaneyên xwînê yên dayik û
korpele têkil nabin. Ber bi dawiya ducaniyê an jî dema zayinê,
hinek ji xirokên sor ên korpele tûşî xwîna dayikê dibe. Heke
xwîna korpele Rh pozîtiv û ya dayikê Rh negativ be,
dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor ên korpeleyê sîstema
bergiriya dayikê çalak dike. Li dij xwîna korpele di laşê dayikê
de bersîvdana bergiriya yekem peyda dibe. Di nav xwîna dayikê de
dijetena antî D (IgG) dirûst dibe. Dijetena IgG ji xwîna dayikê
bi navbeynkariya plasentayê derbasî xwîna korpeleyê dibe. Bi
gelemperî bi bersîvdana bergiriya yekem dijeten hêdî bi hêdî
dirûst dibe, hê ku rêjeya dijeten negihîştiye asta xeterê,
zayin rû dide û dergûş nexweş nakeve. Heke xwîna dayik cara
duyemîn rastê dijepeydakera Rhê were, ango heke cara duyemîn
dergûşa wî bi xwîna Rh pozîtîv be, dibe ku dema ducaniyê de ji
laşê korpeleyê hinek xwîn tûşî xwîna dayik bibe, îcar dayik
bi bersîvdana bergiriya duyem li dij xwîna korpeleyê dijetena
Rh(Antî-D) dirûst dike. Di demek kin de bi rêjeyek zêde dijeten
(IgG) derbasî xwîna korpeleyê dibe. Ji ber dijetenên dayikê,
xirokên sor ên korpeleyê dihelin û têk dişkên. Ev nexweşî
wekî nexweşiya “helbûna xaneyên sor ên xwînê” bi nav dibe(
erythroblastosis
fetalis).
Jiyana zarokên bi vî nexweşiyê metirsî de ye.
Ji
boy rê li ber nexweşiya ji ber neguncaniya Rhê bên girtin, dema
ducaniya yekem de dayik bi dijetena Antî-D ve tê derzîkirin.
Dayik di 28emîn hefteya ducaniyê de û piştî zayinê di nav 3
rojan de derzî dibe. Derzîkirin ji boy her ducanîbûna bi
korpeleya Rh(+ )vê tê dubarekirin. Dijetenên antî-D di nav xwîna
dayikê de dimînin, heke xwîna korpele têkilê xwîna dayikê
bibe, dijetenên ji derve wekî serûm hatina dayin, xwe li ser
dijepeydakera Rhê girê didin û xaneyên ji xwîna korpeleyê têk
dişikînin. Ji ber ku haya lîmfexaneyên dayikê ji xwîna korpele
nabe, bersîvdana bergiriya yekem a dayikê çalak nabe. Bi vî awayê
egera nexweşketina korpeleya duyemîn a bi xwîna Rh pozîtivê kêm
dibe.
FERHENGOK
No comments:
Post a Comment