2024/11/07

Çespandina karbonê bi rêçeya C4

 

Rêçeya C4 (bi înglîzî: C4 pathway) di hin riwekan de guncandinek bomaweyî ye ko riwek di hawirdora germ û hişk de çespandina karbonê awayekî biserkeftî pêk tîne.

Danasîn

Xaneyên mezofîl û xaneyên kalanê gurzê, herdu jî kloroplast lixwe digirin. Rêçeya C4 di xaneyên mezofîl de, çerxa Calvin di xaneyên kalanê gurzê de rû dide.

Riwekên ji bo çespandina karbonê rasterast çerxa Calvin bi kar tînin, wekî riwekên C3 tên navkirin. Li ser rûyê erdê, herî zêde ji riwekên C3 heye. Di riwekên C3 de bi çespandina karbonê awêteyek sêkarbonî (3-fosfoglîserat) peyda dibe.[1]Di fotosenteza riwekên C3 de, çerxa C3 bi gelemperî di xaneyên mezofîlê de rû dide. Karbona dioksîd bi hankirina RuBisCO tê çespandin û tevlê çerxa Calvin dibe. Bi rêzekarlêkên enzîmî, CO2 ji bo çêkirina karbohîdratan tê bikaranîn.[2]

Li ser rûyê erdê de hin dever germ û hişk e, hin dever sar e, hin deverên tropîkî jî germ û têrav in.Di hawirdorên germ û hişk de rêjeya berhemên fotosenteza riwekên C3 dadikeve. Sedema kêmbûna berhemên endamî, rûdana ronahiyehenase ye.

Stoma kunikên mîkroskobî ne, bi gelemperî li ser rûyê jêrîn ê pelên riwekan de cih digirin. Dema stoma vekirîye, di navbera riwek û atmosferê de alûgorkirina gazan rû dide. Ji riwekê gaza oksîjen û av bi şêweyê gaz (hilma avê) belavê hawirdorê dibin, ji atmosferê jî CO2 derbasî nav xaneyên riwekê dibe.[3]Ji bo alûgorkirina gazan, divê stomayên riwekê vekirî bin.

Dema dinya germ û hişk e, riwekên C3 stomayên xwe digirin ko av ji riwekê bi navbeynkariya stomayan dernekeve derve. Ji ber ko stomayên wan girtî ne, ji derve jî CO2 nakeve riwekê. Di vê rewşê de CO2 ya nav xaneyên mezofîlê, di çerxa Calvin de tê xerckirin û xestiya CO2-yê di nav xaneyên mezofîl de kêm dibe. Ji ber ko oksîjena ji fotosentezê hatiye berhemanîn jî nikare derkeve derve, di xaneyên mezofîlê de xestiya oksîjenê bilind dibe. RuBisCO li şûna CO2-yê, oksîjenê bi rîbuloza bîsfosfatî ve diçespîne û ronahiyehenase dest pê dike.[4]

Di karlêkên ronahiyehenaseyê de oksîjen tê bikaranîn, CO2 tê berdan, ATP û NADPH yên di karlêkên ronahiyê de hatine çêkirin, tên xerckirin. Bi vî awayê berhemdariya fotosentezê kêm dibe.

Li dij germahî û hişkiya hawirdorê, hinek riwek bi guncandinên bomaweyî rê li ber bandora neyînî ya ronahiyehenaseyê girtine. Riwekên ko wekî riwekên C4 û riwekên CAM tên navkirin, ji bo karlêkên fotosentezê, CO2-yê du caran diçespînin. Riwekên C4, çespandina karbona dioksîdê li du cihên ji hev cuda de, riwekên CAM jî di du demen cuda de pêk tînin.[5]Ji ber karlêkên riwekên C4 û riwekên CAM, xestiya CO2 ya li derdora RuBisCO hertim zêde ye, loma di van riwekan de rêjeya ronahiyehenaseyê pir hindik e.

Rêçeya C4

Riwekên C4 û CAM karbona dioksîdê bi awêteya sê karbonî ya bi navê fosfoenolpîruvat (bi inglizi: phosphoenolpyruvate (PEP)) ve girê didin û molekulek çarkarbonî çêdikin. Ji ber ko piştî çespandina CO2-yê, awêteyek xweragir a çarkarbonî peyda dibe, ji van karlêkan re tê gotin rêçeya C4.

Herwiha ji ber ko zanyerên bi navê Marshall Davidson Hatch û Charles Roger Slack di salên 1960yan de bi xebatên xwe dan nîşankirin ka karlêkên rêçeya C4 çawa rû didin, rêçeya C4 a bo girêdan û guhaztina CO2-yê wekî rêçeya Hatch–Slack jî tê navkirin.[6]

Enzîma PEP karboksîlaz

Di karlêkên rêçeya C4 de gelek enzîm kar dikin. Fosfoenolpîruvat karboksîlaz, pîruvatfosfat dikînaz, malat dehîdrojenaz, enzîma malîk û karbonîk anhîdraz hin enzîmên sereke yê çerxa C4 in. Ji van enzîman, a herî navdar, fosfoenolfîruvat karboksîlaz (PEP karboksîlaz) e.[7] PEP karboksîlaz karlêka girêdana CO2-yê bi awêteya sêkarbonî ya bi navê fosfoenolpîruvatê ve han dike û ogzaloasetat a çarkarbonî peyda dibe.[3] Rêçeya C4 navê xwe ji vê karlêkê digire.

Li gor enzîma RuBisCO, du avantajên enzîma PEP karboksîlazê heye; meyla wê ya ji bo çespandina karbona dioksîdê ji RuBisCO-yê zêdetir e û çespandina oksîjenê jî han nake.[8]Di riwekên C4 de enzîma PEP karboksîlaz di xaneyên mezofîlê de cih digire.[9]

Bi gelemperî di pileya germahiya bilindtir de çalakiya enzîmên riwekên C4, li gor enzîmên riwekên C3 hê baştir e. Wekî mînak di xebatek bi riweka amaranth ve hat dîtin ko di vê riweka C4 de ji bo çalakiyên PEP karboksîlazê germahiya optîmum (germahiya herî guncav) 45 pile santigrat e. Heke germahiya hawirdorê 15 pile were kêmkirin, çalakiya enzîmê bi qasî %70 kêm dibe.[9]

Riwekên C4

Garis (bi înglîzî: corn) û levenê şekir (bi înglîzî: sugarcane) mînak in bo riwekên C4ê. Anatomiya pelên riwekên C4 ji riwekên din piçek cuda ye. Di bin şaneya poşer (xaneyên epîdermîsê) de xaneyên mezofîlê bi xaneyên kalanê gurzê ve bi navbeynkariya plazmodezmatayan di nav têkiliyê de ne. Xaneyên kalanê gurzê jî bi awayek şidayî lûleyên pelê dipêçîne. Xaneyên mezofîl û xaneyên kalanê gurzê, herdu jî kloroplast lixwe digirin. Rêçeya C4 di xaneyên mezofîl de, çerxa Calvin di xaneyên kalanê gurzê de rû dide.[3]

Di riwekên C4 de ji bo rê li ber ronahiyehenaseyê were girtin, rîbuloza bîsfosfatî û enzîma RuBisCO ji hawirdora têroksîjenî, hatine cudakirin. RuBP û RuBisCO di nav xaneyên kalanê gurzê de cih digirin, bi hewaya nav pelê ve di têkiliyê rasterast de nînin.[9]

Gavên rêçeya C4ê

Bi karlêkên rêçeya C4ê vê, li derdora RuBisCO de,xestiya CO2 hertim zêde ye.

Du komên serekî yên riwekan; riwekên C4 û riwekên CAM, CO2-yê bi hankirina PEP karboksîlazê digirin.[8]Di riwekên C4 de wergirtina CO2-yê di xaneyên mezofîl de, dekarboksîlasyon jî di xaneyên kalanê gurzê de rû dide. Di riwekên CAM de girêdana CO2-yê û karboksîlasyon di heman cor xaneyan de, di xaneyên mezofîl de, lê di demên cuda de rû dide. Bi şev girêdana karbonê, bi roj dekarboksîlasyon rû dide.[8]

Riwekên C4 û riwekên CAM, pêşî, bi hankirina PEP karboksîlazê, di xaneyên mezofîlê de karbona dioksîdê diçespînin û ogzaloasetat a çarkarbonî peyda dibe.

Ogzaloasetat CO2-yê bi şeweyê molekula endamî embar dike, paşê CO2-yê di xaneyên cuda an jî di demek cuda de berdide.[8]

Di riwekên C4 de ogzaloasetat tê guhertin bo malatê û malat jî ji xaneyên mezofîlê tê guhaztin bo xaneyên kalanê gurzê (bi înglîzî: bundle-sheath cells) ko li derdora lûleyên pelê de rêzkirî ne.

Di xaneyên kalanê gurzê de bi hankirina enzîma malîk NADP+ (NADP+-malic enzyme), malat bi karlêkên dekarboksîlasyonê, hildiweşe bo CO2 û pîruvatê.

Xaneyên kalanê gurzê, ji bo CO2-yê nedelînbar in (bi înglîzî: impermeable), CO2 di nav xaneyan de berhev dibe, loma xestiya CO2 ya nav van xaneyan ji xaneyên din zêdetir dibe. Bi vî awayê di kloroplastan de asta xestiya CO2-yê li gor xestiya O2-yê bilind dimîne. RuBisCO hê pirtir meyl dike ko CO2-yê bi rîbuloza bisfosfatî ve girê bide û çerxa Calvin bi awayekî berhemdar rû bide. Ev rewş rêjeya ronahiyehenaseyê kêm dike. Ango CO2 ya bi dekarboksîlasyonê ji awêteya çarkarbonî hatiye berdan, ji aliye RuBisCO ve di çerxa Calvin de tê bikaranîn.[8]

Pîruvata ji malatê peyda bibû, cardin tê şandin bo xaneyên mezofîlê û li wir, ji bo ji nû ve çêkirina fosfoenolpîruvatê, bi ATP-yê ve dikeve karlêkê. Bi vî awayê çerxa rêçeya C4 temam dibe.[3]

Di riwekên C4 de yek ji sê corên enzîmên dekarboksîlasyonê kar dikin.[10]

1.Enzîma malîk NADP+(NADP+-malic enzyme)

2.Enzîma malîk NAD+ (NAD+-malic enzyme)

3. Enzîma PEP karboksîkînaz (PEP carboxykinase)

Heke di xaneyê de enzîma malîk NADP+ hebe, ogzaloasetat tê kêmkirin bo malatê. Malat tê guhaztin bo xaneyên kalanê gurzê û bi enzîma malîk NADP+ ve bi dekarboksîlasyonê tê guhertin bo pîrûvatê.[10] Pîruvat tê şandin bo xaneyên mezofîlê ko fosfoenolpîruvat were çêkirin. CO2 tevlê çerxa Calvin dibe.

Heke di xaneyê de enzîma malîk NAD+ hebe, vê gavê ogzaloasetat bi transamînasyonê tê guhertin bo aspartatê. Aspartat di xaneyên kalanê gurzê de bi deamînasyonê, diguhere bo ogzalatê. Ogzalat jî tê kêmkirin bo malatê. Dekarboksîlasyona malatê bi hankirina enzîma malîk NAD+-ê rû dide û pîruvat û CO2 peyda dibe. CO2 di çerxa Calvin de tê bikaranîn. Pîruvat tê transamînasyonkirinê bo alanînê. Alanîn tê şandin bo xanayên mezofîle û li wir cardin bi transamînasyonê ve diguhere bo pîruvatê.[10]

Di riwekên bi enzîma PEP karboksîkînaz de, ogzaloasetat di xaneyên mezofîlê de bi transamînasyonê diguhere bo aspartatê. Aspartat tê guhaztin bo xaneyên kalanê gurzê û bi deamînasyonê disa diguhere bo ogzaloasetatê. Ogzaloasetat ji aliyê enzîma PEP-karboksîkînaz ve rastê dekarboksîlasyonê tê, fosfoenolpîruvat (PEP) û CO2 peyda dibe.Di vê karlêkê de ATP jî tê xerckirin. CO2 bi çerxa Calvin tê çespandin. PEP tê guhaztin bo xaneyên mezofîlê.[10]

Sûdên rêçeya C4ê

Ji ber ko di rêçeya C4ê de girtina CO2-yê û şandina wê bo xaneyên kalanê gurzê gelek bi bandor e, di xaneyên kalanê gurzê de xestiya CO2-yê li gor xaneyên mezofîlê yên riwekên C3, bi qasî 10 heta 60 qatî zêdetir e. Ji ber xestiya bilind a CO2-ye, RuBisCO hertim CO2-yê bi ribuloz bîsfosfatî ve diçespîne. Loma di riwekên C4 de ronahiyehenase gelek kêm e.[3]Wekî encam, bi fotosentezê hê pirtir ji awêteyên endamî tê berhemanîn. Riwekên C4 li gor riwekên C3, ji bo karlêkên çespandina karbonê hê kêmtir av bi kar tînin. Gava di heman hawirdora bi germahiya 30 °C de geşe dibin, giyayê C3 (bi înglîzî: C3 grass) ji bo çespandina molekulek CO2-yê bi qasî 833 molekulên avê berdide hewayê. Lê giyayê C4 ji bo girêdana molekulek CO2 yê tenê 277 molekul av xerc dike. Loma riwekên C4 di axa kêmav de jî dikarin bijîn.[11]Riwek bi rêçeya C4 rê li ber bandora neyînî ya ronahiyehenaseyê digirin, lê wekî berdêl, hinek enerjî xerc dikin. Ji bo guhertina molekulek pîruvatê bo molekulek fosfoenolpîruvat, 2 ATP tên xerckirin. Ango ji bo çêkirina molekulek glukozê, divê 6 CO2 werên guhaztin bo xaneyên kalanê gurzê û li gel ATP yên di çerxa Calvin de tên xerckirin, di ser de divê 12 ATP -yên din jî ji bo rêçeya C4 werin xerckirin. Li gel xerckirina enerjiyêk zêde, dîsa jî ji fotosenteza di riwekên C4 a li hawirdorên germ û ziwa de li gor riwekên C3 hê pirtir berhem tê bidestxistin.[8]

Riwekên CAM

Kaktus ü ananas mînak in bo riwekên CAM. Riwekên CAM ji bo hawirdora germ û hişk hatine guncandin.[12]CAM kurtenivisa “ crassulacean acid metabolism” e. Metabolîzmaya asîdê bo çespandina CO2-yê bo cara pêşîn di riwekên ji xêzana Crassulaceae de hat keşfkirin loma vê navê lêkirine.[8]

Di riwekên CAM de stoma bi roj girtî ne, û rê li ber hilma avê tê girtin ko riwek bêav nemîne. Lê gava stoma girtî be, CO2 jî ji atmosferê derbasî nav xaneyên mezofîlê nabe.[13] Stoma bi şev vekirî ne, CO2 bi hankirina PEP karboksîlazê tê wergirtin. Dekarboksîlasyon bi roj, dema stoma girtî ne rû dide.

Di riwekên CAM de girêdana CO2-yê û karboksîlasyon di heman cor xaneyan de, lê di demên cuda de rû dide. Di riwekên CAM de bi şev, CO2 bi rêçeya C4 di nav malatê de tê çespandin û di vakuolên xaneyên mezofîlê de tê embarkirin. Bi roj gava karlêkên ronahiyê ATP û NADPH dabîn dikin, bi karlêka dekarboksîlasyonê, CO2 ji malatê tê berdan û di çerxa Calvin de tên bikaranîn.[6][13]

Malat ddibe ko pH-ya sîtoplazmayê an jî ya kloroplastê biguherîne û bandor li ser enzîman bike, loma malat di nav vakuolan de tê îzolekirin.[12]

Ji bo embarkirina malatê di vakuolan de bi têra xwe cih tune û bi roj stomayên riwekên CAM girtî ne, loma riwekên CAM bi roj ji bo fotosentezê tenê CO2-ya nav vakuolan bi kar tînin. Ev rewş bandor li ser geşebûna riwêkê dike. Rejeya geşebûna riwekên CAM li gor riwekên C3 û riwekên C4 hêdîtir e.[6]

Rêçeya girêdana karbona dioksîdê di riwekên C4 û CAM de dişibîn hev. Di herdu cor riwekan de jî CO2 peşî bi rêçeya C4 ê tevlê awêteyek endamî ya çarkarbonî dibe, paşê CO2 serbest dimîne û di çerxa Calvin de tê bikaranîn.

Cudahiya riwekên C4 û riwekên CAM ev e ko, riwekên C4 cara yekem di xaneyên mezofîlê de CO2-yê diçespînin, bikaranîna CO2-yê, ango di çerxa Calvin de çespandina duyem di xaneyên kalanê gurzê de rû dide. Riwekên CAM bi şev CO2-yê di xaneyên mezofîlê de bi şeweyê awêteya endamî embar dike, bi roj di heman xaneyan de CO2 ji bo çerxa Calvîn tê xerckirin.[13]

Girêdanên derve

  1. ^ Fundamentals of Biochemistry L I F E AT TH E M O L E C U L A R L E V E L. : Voet D.,Voet G.,Pratt C. • John Wiley & Sons, Inc. ISBN-13: 978-0470-54784-7
  2. ^ Osmond CB, Grace SC.. Perspectives on photoinhibition and photorespiration in the field: quintessential inefficiencies of the light and dark reactions of photosynthesis? J Exp Bot. 1995;46:1351–7. doi: 10.1093/jxb/46.special_issue.1351
  3. Jump up to:a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  5. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  6. Jump up to:a b c Tymoczko, J.L., Berg, J.M. and Lubert Stryer (2015) Biochemistry, a short course. New York: W.H. Freeman & Company, A Macmillan Education Imprint.
  7. ^ DiMario RJ, Clayton H, Mukherjee A, Ludwig M, Moroney JV. Plant carbonic anhydrases: structures, locations, evolution, and physiological roles. Mol Plant. 2017;10:30–46. doi: 10.1016/j.molp.2016.09.001
  8. Jump up to:a b c d e f g Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. Jump up to:a b c Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  10. Jump up to:a b c d Biochemistry. : Rawn, J.D. (1989) Biochemistry. Burlington, NC: Neil Patterson Publishers, Carolina Biological Supply Company. ISBN-0-89278-400-8
  11. ^ Sage R, Monson R (1999).C4 Plant Biology. Elsevier. pp. 228–229.ISBN:978-0-12-614440-6
  12. Jump up to:a b David L. NelsonMichael M. Cox(2013). Lehninger Principles of Biochemistry. : W. H. FREEMAN AND COMPANY • New York ISBN-13: 978-1-4641-0962-1
  13. Jump up to:a b c Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.

2024/11/01

Ronahiyehenase

 

Here lêgerînê

Ronahiyehenase (bi înglîzî: photorespiration), di riwekan de rêçeyek metabolî ye ko di ronahiyê de rû dide, enzîma RuBisCO li dewsa karbona dîoksîdê , oksîjenê bi rîbuloza bîsfosfatî (RuBP) ve girê dide.[1]

Ronahiyehenase wekî çerxa C2 an jî rêçeya C2 jî tê navkirin. Ji ber ko ev bûyer di hebûna ronahiyê de, bi xerckirina oksîjenê rûde û CO2 û H2O peyda dibe, dişibe bahenaseya xaneyê. Lê di ronahiyehenaseyê de ATP nayên berhemanîn. Ji ber ko hinek awêteyên çerxa Calvin hildiweşin, li dawiya çerxa Calvin de rêjeya berhemên endamî jî kêm dibe. Ango ronahiyehenase li ser fotosentezê bandorek neyînî dike.[2]

RuBisCO ne tenê çespandina CO2-yê lê dikare çespandian oksîjenê (O2) jî han bike. Çespandina RuBP ya bi karbona dîoksîd an jî oksîjenê ve, bi heman beşa enzîma RuBisCO ve tê hankirin.

Ronahiyehenase wekî çerxa C2 an jî rêçeya C2 jî tê navkirin. Ji ber ko ev bûyer di hebûna ronahiyê de, bi xerckirina oksîjenê rûde û CO2 û H2O peyda dibe, dişibe bahenaseya xaneyê. Lê di ronahiyehenaseyê de ATP nayên berhemanîn. Ji ber ko hinek awêteyên çerxa Calvin hildiweşin, li dawiya çerxa Calvin de rêjeya berhemên endamî jî kêm dibe. Ango ronahiyehenase li ser fotosentezê bandorek neyînî dike.[2]

Danasîn 

Fotosentez bi gelemperî di xaneyên mezofîlê yên nava pelê riwekan de rû dide. Gazên dikevin nav pelê an jî ji pelê derdikevin ji aliyê stomayan ve tên rêkxistin. Stoma (demîle) bi gelemperî li ser ruyê binî yê pelê de cih digirin. CO2 jî ji atmosferê di bin kontrola stomayan de derbasî nav pelê dibe û di xaneyên mezofîlê de ji bo fotosentezê tê bikaranîn.

Dema stoma vekirîye, di navbera riwek û atmosferê de alûgorkirina gazan rû dide. Ji riwekê oksîjen û av bi şêweyê gaz (hilma avê) belavê hawirdorê dibin, ji atmosferê jî CO2 derbasî nav xaneyên riwekê dibe.[3] Ji bo alûgorkirina gazan, divê stomayên riwekê vekirî bin.

Dema dinya germ û ax ziwa ye, riwek stomayên xwe digirin ko ji pelên riwekê hilma avê dernekeve derve û riwek bi kêmasiya avê re rû bi rû nemîne. Lê girtina stomayan rê li ber CO2 ya atmosferê digire, bi karlêkên fotosentezê CO2 ya nav pelê riwekê tê xerckirin û asta xestiya CO2 di kloroplastê de dadikeve. Her wisa di heman demê de oksîjena berhema fotosentezê jî nikare derkeve derva û di nav pelên riwekê de berhev dibe. Ji ber xestiya nizm a CO2-yê û xestiya bilind a oksîjenê, enzîma RuBisCO li şûna CO2-yê, oksîjenê bi ribuloza bîsfosfatî ve dide çespandin, ango ronahiyehenase dest pê dike.[4]

Taybetmendiya enzîma RuBisCO

Enzîma RuBisCO (rîbuloza bisfosfatî karboksîlaz-oksîjenaz) di rewşa asayî de di çerxa Calvin de RuBP-yê han dike bo çespandina CO2-yê. Lê her wekî di navê wê de jî diyar e, RuBisCO ne tenê çespandina CO2-yê lê dikare çespandian oksîjenê (O2) jî han bike. Çespandina RuBP ya bi karbona dîoksîd an jî oksîjenê ve, bi heman beşa enzîma RuBisCO ve tê hankirin.[5] Di rewşa asayî de di germahiya 25 pile santîgratê de,çespandina karbona dîoksîde, çar car ji çespandina oksîjenê zêdetir e, %20 karbona çespandî bi ronahiyehenaseyê tê windakirin. Ev windabûna karbonê, bi zêdebûna pileya germahiyê zêde dibe.[5]

Di rewşa asayî de xestiya CO2-yê di kloroplastan de zêde ye, loma RuBisCO CO2-yê bi RuBP-yê ve girê dide. Heke di hawîrdorê de rêjeya oksîjenê zêde bibe, li şûna CO2-yê O2 bi RuBP-yê ve tê çespandin. Bi girêdana oksîjenê çerxa Calvin êdî bi awayek asayî rû nade, hinek awêteyên çerxê hildiweşin bo CO2 û H2O-yê. Ev rewş wekî ronahiyehenase tê navkirin.[2]

Gava RuBisCO oksîjenê li RuBP-yê zêde dike, molekulek 3-fosfoglîserat û molekulek dukarbonî ya bi navê 2-fosfoglîkolat (bi înglîzî: phosphoglycolate) wekî molekulên xweragir (bi înglîzî: stable) peyda dibin.3-Fosfoglîserata di destpêka ronahiyehenaseyê de hatî çêkirin, wekî mîna fosfoglîserata asayî ya di fotosentezê de hatiye çêkirin, tê guhartin û ji bo dubare çêkirina RuBP-yê tê bikaranîn. 2-fosfoglîkolat bi rêzeakrlêkên di kloroplast, proksîzom û mîtokondriyê de tê guhertin bo glîseratê û bo çêkirina RuBP-yê tê xerckirin.[6]

Riwekên C3

%85ê riwekên ser erdê de karbona dioksîd a atmosferê, bi hankirina enzîma RuBisCO, rasterast bi rîbuloza bîsfosfatî (RuBP) ve tê çespandin û awêteyek şeşkarbonî ya xwenegir (bi înglîzî: unstable) peyda dibe, lê ev awête hildiweşe bo awêteyek sêkarbonî ya xweragir. Ango priraniya riwekan de piştî çespandina karbona dîoksîdê, molekulek sêkarbonî peyda dibe, loma ji van riwekan re tê gotin riwekên C3.[7] Rêçeya ko riwekên C3 ji bo çespandina karbona dioksîdê bi kar tînin wekî rêçeya C3 tê navkirin.

Birinckartolgenimceh hin ji riwekên C3 ne ko wekî xurek tên bikaranîn. Rêjeya karbohîdratên ko evan riwekan berhemtînin, ji rêjeya karbohîdratên ji fotosenteza wan tê hêvîkirin, kêmtir e, ango hinek ji berhemên fotosenteza wan winda dibe.

Ji ber ko guncandina (adaptasyon) riwekên C3 bo hawirdora germ û ziwayi (kêmavî) ne baş e, riwekên C3 bi taybetî di demên germ û hişkî (ziwayî) de hinek ji berhemên xwe yên fotosentezê winda dikin.[3] Rêjeya berhemên ko tê hevîkirin, li dawiya karlêkên fotosentezê de pêk nayê û hê kêmtir berhem çêdibe. Hokara serekî ya bandor li ser kêmbûna berhemdariya berhemên fotosentezê ya riwekên C3 dike, ronahiyehenase ye.[3] Ji ber ronahiyehenaseyê, bi qasî %25ê karbona di çerxa Calvinde de hatiye çespandin, winda dibe.[8]

Ronahiyehenase geşebûna riwekan sinordar dike, loma riwek hê pirtir RuBisCO berhem dikin ko rê li ber bandora neyînî ya ronahiyehenaseyê bigirin.[4]

Di hawirdorên germ û kêmavî de hinek riwek jî bi guncandinên fotosentezî (bi înglîzî: photosynthetic adaptations) bandora ronahiyêhenaseyê kêm dikin, ji van riwekan re tê gotin riwekên C4 û riwekên CAM. Di van riwekanda rêçeya çespandina karbonê ji riwekên C3 cudatir e. Di riwekên C4 û riwekên CAM de ji bo çerxa Calvin, li derdora RuBisCO-yê de xestiya karbona dioksîdê hertim bilind e. Loma ronahiyehenase di bin çewsandinê de ye.[9]

Ronahiyehenase wekî çerxa C2 an jî rêçeya C2 jî tê navkirin. Ji ber ko ev bûyer di hebûna ronahiyê de, bi xerckirina oksîjenê rûde û CO2 û H2O peyda dibe, dişibe bahenaseya xaneyê. Lê di ronahiyehenaseyê de ATP neyên berhemanîn.

Gavên karlêkên ronahiyehenaseyê

Karlêkên ronahiyehenaseyê di sê endamokan de; di kloroplast, peroksîzom û mîtokondriyê de rû didin.

Gava di kloroplastê de RuBisCO girêdana oksîjenê bi RuBP-yê ve han dike, li gel 3-fosfoglîserat a asayî, 2-fosfoglîkolat jî peyda dibe.[10] 3-fosfoglîserat tevlê karlêkên çerxa Calvin dibe, 2-fosfoglîkolat tevlê karlêkên rêçeya C2 dibe.

Bi enzîma fosfoglîkat fosfotaz, ji 2-fosfoglîkolatê, fosfat tê dûrxistin û glîkolat peyda dibe.

Glîkolat ji kloroplastê tê şandin bo peroksîzomê, li vir ji aliyê glîkolat oksîdazê ve tê oksandin bo glîoksîlat û hîdrojena peroksît (H2O2).[11]Hîdrojena peroksît awêteyek xeter a oksandinê ye, ji aliyê enzîma katalaz ve tê guhertin bo H2O û O2.

Bi karlêka transamînasyonê (bi înglîzî: transamination reaction) molekulek amonyak bi glîoksîlatê ve tê girêdan û glîoksîlat diguhere bo glîsînê.

Glîsîn ji peroksîzomê tê guhaztin bo mîtokondriyê.[11]Di mîtokondriyê de du molekulên glîsînê ji bo çêkirina molekulek serîn, CO2 û NH3 tên xerckirin.[10] Çavkaniya karbona dîoksîda ko di ronahiyehenaseyê de tê berdan, ev karbona dîoksîda ji glîsînê ye.

Serîn ji mîtokondriyê tê guhaztin bo peroksîzomê, li wir bi karlêka transamînasyonê, tê guhertin bo hîdroksîpîruvat. Ev awête jî bi enzîma hîdroksîpîruvat reduktaz ve tê kêmkirin bo glîseratê û di sîtoplazmayê de glîserat jî tê fosfatkirin û bi şêweyê 3-fosfoglîserat tê guhaztin bo kloroplastê.

Fosfoglîserat di kloroplastê de tevlê çêkirina RuBP-yê dibe.[10]Di karlêkên ronahiyehenaseyê de ATP û NADPH-yên di karlêkên ronahiyê de hatine berhemanîn bi bêkêrî tên xerckirin.

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ "photorespiration ." A Dictionary of Biology. . Encyclopedia.com. 16 Oct. 2024 [1]</.
  2. ^ Jump up to:a b Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
  3. ^ Jump up to:a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ Jump up to:a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  5. ^ Jump up to:a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Shi, X.; Bloom, A. Photorespiration: The Futile Cycle? Plants 2021, 10, 908. </
  7. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  8. ^ Tymoczko, J.L., Berg, J.M. and Lubert Stryer (2015) Biochemistry, a short course. New York: W.H. Freeman & Company, A Macmillan Education Imprint.
  9. ^ Keech, O., Gardeström, P., Kleczkowski, L. A., and Rouhier, N. (2017) The redox control of photorespiration: from biochemical and physiological aspects to biotechnological considerations. Plant, Cell & Environment, 40: 553–569. doi: 10.1111/pce.12713
  10. ^ Jump up to:a b c Fundamentals of Biochemistry L I F E AT TH E M O L E C U L A R L E V E L. : Voet D.,Voet G.,Pratt C. • John Wiley & Sons, Inc. ISBN-13: 978-0470-54784-7
  11. ^ Jump up to:a b Biochemistry. : Rawn, J.D. (1989) Biochemistry. Burlington, NC: Neil Patterson Publishers, Carolina Biological Supply Company. ISBN- 0-89278-400-8